Hevalên hêja, dema we xweş be.. Silav û rêz ji we hemîyan re. Hevalên hêja, ji zûve ye ku ez dixwazim hişyariyekê bidime we, lê ji ber ku min girîng nedigirt her tim texîr dibû. Lêbelê ez niha dibînim ku, hewceyê bi vê hişyariyê heye. Ji kerema xwe dema ku we peyam şand, bila sernivîs bi naveroka nivîsa were girêdayî be.. Mesela dema ku we xwest mijareke cuda vekin, anjî hûn bixwazin derheqê babetekê de bîr û boçinên xwe bînin ziman. Bila sernivis ji naveroka nivîsê ne cuda be.. Ango, heke peyamên we bi peyameke hatiye şandin re ne têkildar be, li ser sernivîsa wê peyamê, peyamên xwe neşînin. Divê naveroka nivîsa we û sernivîs ji hev cuda nebin.. Ez bawerim min mebesta xwe anî ziman. Ez vê jî bêjim: Ji niha û pêde, wê peyamên bi sernivîsê xwe ne têkildar neyêne weşandin. Lewra, gere em vê mijarê hinekî ciddî bigrin û di paş guhê xwere navêjin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de. Silav û rêz. Serger Barî. --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
