Şivan Perwer û Welat/Bargiran Baran
 
Na pismam na, hemû çêlek tên dotin lê va gotina nayê gotin. Ma te qaf 
xwarîye?.. Şivan Perwer karê xwe nema, rabe di kanala dewletê de konsêrê bide?. 
Qey tu dîn bûyî.. Hunermendek bi namus, bi xîret, bi şeref û heysîyet, 
hunermendek wek Şivan, tew ticar xwe nafroşe û ixanetê li gelê xwe nake. Çito 
ne îxanet e pismam?.. Dewlet wê kanalekê bi me de û wê bê qala dewlet mewlete 
bikin, eger hûn pir dixwazin jî, welatê me meherimînin û bimeşin herin ''Kuzey 
Iraqê''. 
 
Law vir de were, wê teksî li me biqelibe. Hmm.. Min digot çi?.. Şivan, ewqas 
sal doza welatê me kir, ewqas sal gelê me bi sitranên wî girîya, ewqas ciwan bi 
''Helepçe''ya wî derket çîya, şehîd ket. Ma niha ewqas gerîllayên me, ji bo 
kanalek dewletê şehîd ketin?.. Bi xwedê na, tu ji min çêtir dizanî, ma doza wan 
ne welatê me bû?..
 
 Ji te re bibêm, wexta esker diketin nav gundan û millet top kir bi copan, 
ewqas sal kasêtên wî di nav gênim de vedişartin, têdixistin qutîyên rûn û 
dikirin bin erdê. Niha jî çi?.. A ji we re Şivan, dengê xwe mekin. Em kuştin, 
talan kirin, parçe kirin, gundê me şewitandin, îcar jî ma doza we ne ziman bû, 
a ji we re ziman, a ji we re Şivan Perwer. Ji xwe, ez bawer nakim Şivên qebûl 
kirîye. Law sond mexwe, wê Xwedê te çerpîne ha.. Te ji kur bihîst?.. Qey te 
dîsa rojnemayan Tirkan xwendîye?.. 
 
Şivan law, law her kes dike Şivan nake. Were em  şert bikin.. Li ser çi?.. Li 
ser qatek cil.. Cilê Pierre Cardin... Ebooooo, va çî ye?.. Pismam, hele binêre 
binêre. Welat.. Te dît ne wusa, W. Law şaredarîya Kadıköyê eceb ew W nedîtîye. 
Ma W ne qedexe ye?.. Eceb di nasnamayen de qedexe, di merzelan de serbest e? 
Erê law, qedexe ye, te dema hanê nexwend, di nasnamê de navê Ciwan wek her tim 
qebûl nekiribûn, û şûnê W yê du V nivisandibûn: Civvan. 
 
Te got wê  Ciwan Haco jî here kanala dewletê? Na lo, welleh û billeh wî qebûl 
nakin, di navê wî de W heye. Di ''Perwer'' de jî heye. Pismam, tu fotoyê mezel 
bikşîne û binivisîne: ''Ne hûn bin ne jî kanala we be, di nasnameyan de navan 
qedexe dikin, kesên bi navê qedexe jî dawetî kanalê dikin, hûn nemînin 
nemînin''Temam pismam, ezê binivisînim..  Her dem şad û bextewar bin û bimînin 
di xêr û xweşîyan de. 
 
 
 
 
_________________________________________________________________
Windows Live™ Photos ile fotoğraflarınızı kolayca  paylaşımı.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/photos.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap