Silav û rêz endamên diwanxanê;
Belbî gotinên te hinek rast be lê tu çima tenê tiştên neyînî radixî ber
çavên me. Bila bêje partiyên me piştgiriya serpûşan kirine, Bila bêje êdî ew
diçin û ji bo şehidên me mevlîd didin xwendin. Bila bêje di Ramazanê
bimbarek de şaredariya Amadê bi hezaran kesan re alîkariya gidayî kiriye û
bi dehhezaran kesan re heroj fitar dayine. Bila bêje partiyên me di
mitinganda de gava ku mele bang dide hema dengên xwe dibîrin û ji azan ra
rêz digirin. Bila bêje zehf mêrivên oldar partiyên me de ne û bila bêje
hinek endamên serbixwe jî mirovên oldar bû. Tu dikarî tiştan erenî jî bibînî
û reklama partiya me bikî lê mixabin ku ji bo hilbijartina şaredarî tu
dem nemaye û gotina we tenê ji bo xebatkirina akpyê dibe.

Nizanim çima em her tim tenê xwe rexne dikin û qet û qet dijminê xwe rexne
nakin. Ez dikarim bêjim ku heke li vir rexneyek li ser partiyên dijminê gelê
me hat kirin, deh rexneyan li ser partiya Kurdan hatine kirin.

2008/12/22 Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]>

> Nirxandinek li ser ramana DTP yê.
>
> Ji salên 90 î û vir de partiyên legal yên Kurdên Bakûr yên mîna DEP, HADEP,
> DEHAP û DTPyê di aliyé rêxistinê de xizmetên girîng kirine, nûnertiya gelê
> me kirine, di vê rêyé de gelik berdêl jî dayîne, şehît jî dayîne. Ev nayête
> înkarkirin. Kesê ku vêya înkar bike ewî ne li gorî wijdanê nirxandin kiriye.
> Ji ber vê çendê di aliyê neteweyî de dilê me tim bi wan re ye. Dema tiştek
> naxoş tête serê wan serê pêşî dilê me birîndar dike. Bes ev nayê wê wateyê
> ku em hemû ramanên wan, hemû hal û hereketên wan erê dikin, dipejirînin.
>
> Ji ber ku gava meriv li ramana rêveber û giregirên van partiyan û li
> helwesta wan a ku esera wê ramanê ye dinihêre, meriv dibîne ku di navbera
> wan û wî gelê ku ew kirine nûnerê xwe de cihêtiyeke berbiçav heye. Eva han
> jî di dilê gel de birîneke kûr vedike û her ku diçe ev birîn kûrtir jî dibe.
> Ev jî ne elametê xêrê ye. Dema ez van dihizrînim gotina yekî ku ji gelê me
> re nexêrxaz e tête bîra min. Holê digot wî kesê nexêrxaz:
>
> "Serê DTP'yiyan CHP'yî ne, alîgirên wê (taban) AKP'yî ne."
>
> Erê rast e, dibe ku ramana wan kesana cihê be û ne li gorî gel biramin jî;
> lê belê ya esas ew e ku rêzê ji nirxên wî gelê re bigrin, tiştên ku li cem
> wî gelî pîroz in ew jî bipîroz bipejiênin. Lê heyf û mixabin em di hal û
> hereketên wan de vê xessasiyetê nabînin. Ev rewşa han jî dohnî li nanê
> neyar dide. Gelik mînakên vê hene. Em karin çendkan li jêrê rêz bikin:
>
> 1- Di meha remezana pîroz de parlamenterên wê partiya malûm di beldeyeke
> Deryaya Sipî de dikevin kampê. Di wê kampê de civînekê li dar dixin. Piştre
> jî derdikevin pêşberî çapemeniyê di wê meha Remezana pîroz de xwarinê
> dixwin. 70 milyo milletê Turkiyeyê, her weha gelê Kurd dibe şahidê vê
> bêrêziya wan a di pêşberi rojiya Remezanê.
>
> Em nûçeyê ji rojnameya Mîllîyetê bişopênin: "kampa Partiya Civaka
> Demokratîk (DTP) ya di otela 4 stêrîn ya li beldeya Sîdeyê ya navçeya
> Manavgata Antalyayê didome. DTP'yîyan di roja sêyemîn ya kampê de li ser
> hewzê taştêya xwe xwarin û rojnameyên rojane xwendin.
>
> (…..) grûbê (grûba DTP'yîyan)li ser wê hewza ku turîstên Eleman yên hatibûn
> betlanmeyê û xwe dabûn tavê de ku rojnameyên rojane dixwendin, taştê jî
> (kahwaltî) xwarin.
>
> (Rojnameya Millîyet 20 Eylül 2007)
>
> Erê dibe ku hûn rojî negirin; biryardayîna wê ji we re ye, hûn dizanin. Lê
> belê eger hûn rojiyê bixwin jî pêwist e hûn nepenî bixwin. Da ku ew gelê hûn
> wek nûnerê xwe bijartine ji wijdana xwe nerihet nebin, ji wê nûnertiyê poşman
> nebin.
>
> 2-Parlamenterekî din yé wê partiyê radibe dibêje "hedefa wan ya herî mezin
> bicihanîna sosyalîzmê ye." Yaa… binêrên ecêbê… Ji tiştê holê gelik sosret
> re xelk çi dibêjin, gelo hûn dizanin? Holê dibêjin: "Fatê were dawetê."
>
> Gelo, vî gelî ji bo ku hûn ji wan re komûnîzmê bînin hûn kirine nûnerê xwe?
> Vêya zanibin ew sosyalîzm û komûnîzma ku hûn behsa wê dikin ew sosyalîzm û
> komûnîzma ku serkaniya wê jî dev jê berda ye, ew sosyalîzm û komûnîzma ku
> derbasî dîrokê bûye, ji xelkê me re ne derd e. Derdê herî mezin yé wî
> rizgarbûna welatê wî ye.
>
> 3- Qelemşorekî nêzî wan diquncika xwe de jî ji heyîna gora sehabiyên kîram
> yên li Amedê ne û seredana gelê Amedê ya van gorên pîroz pir eciz bûye ku di
> der barê vê çendê de hestên xwe bi vî rengî tîne ziman:
>
> "ez nizanim bo çî xelkê Amedê van goran pîroz dibînin û seredana wan
> dikin?"
>
> Ez dikarim van mînakên neyînî zêde bikin…
>
> Erê dibe ku ew nivîskarê birêz hatina sehabiyan, bi vê girêdayî hatina
> Îslamê ya ji bo welatê me weke dagirger û dagirkerî qebûl bike. Ev ramana wî
> ye. Lê gelo haya wî qet ji dinê tunne ye … Nizane ku ev gel misilman e,
> Îslamiyet jî ne dagirkerî ye. Ev millet vêya holê dizane. Lê ez nikarim vê
> xisûsê bi wî bidim qebûlkirin. Ji ber ku ez dikarim bibêjim ku baweriya qet
> tunne ye, loma dev diavêje Îslamiyetê.
>
> Vêya jî zanibin: Erê netewaya Kurd welatperwer e, hizr û fikra wî li ser
> welatê wî ye, li ser rizgariya welatê wî ye, di vê uxirê de giyanê xwe yê
> şêrîn jî dide; lê di heman demê de dîndar e jî, misilman e jî, ji dînê xwe
> tawîzan jî nade. Ji ber vê çendê behsêkirina sosyalîzmê ya ji bo yî Kurdan,
> hela hela di vê dema xesas de ji feydeyê zêdetir, zerarê dide doza neteweyî.
>
> Taybetmendiyeke din ya vî gelî heye, ew jî eve ye: Mensûbên vî gelî, yê ne
> dîndar jî dixwazin rêveberên wan dîndar bin, nimêjker bin. Dema ku ez di
> qeymeqamtiya Cizîrê de wek karmend erkedar bûm, ev xisûs ji aliyê min ve
> hate tesbîtkirin. Yanê dema ku qeymeqamekî nû hatiba Cizîrê xelkê Cizîrê ji
> yên nêzîkî wî dipirsîn, gelo ka ew nimêj dike, rojî digre an na. Eger bersiv
> erênî bûya, yanê ew qeymeqam nimêjker û rojîgir bûya, hema behsa başbûna
> wî dihate kirin.
>
> Em karîn mînakeke din jî bidin. Em li Bedîûzzeman guhdarî bikin:
>
> Wextekî di eşîra Beytşuebabê de serîhildanek hebû. Ez çûm, min pirsî:
> "sedem çî ye?" holê gotin: "qeymeqamê me nimêj nedikir, araq vedixwar. Em ê
> çawa îtaeta bêdînên welê bikin." Yên ev gotin digotin bi xwe jî nenimêjker
> bûn, hem jî eşqiya bûn."
>
> Ji van mînakan jî dixuye ku bêhtirîn gelê Kurd dîndar e, yên ne dîndar jî
> dixwazin ku rêveberên wan dîndar bin.
>
> Ji ber vê çendê tikaya min ji rêveberên wê partiyê ev e: Eger hûn naxwazin
> neyarên milletê me dînê me di eleyhiyê me de bikar bînin, divê hûn;
>
> -Rêzê ji raman û baweriyên gelê me re bigrin,
>
> -Dema behsa tiştên pîroz bête kirin, xessas tev bigerin.
>
>  Dilkulê Cizîrî
>
> >
>

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap