Hal û mesele ev e...
Ji vir 50 sal berê, gundîkî me yê ji gundekî Tatosê (Tekman) dil dike ji xwe re
here karê(*) xwê bîne( bila gundiyên min bi min hêrs nebin, ev gund ne Xîtik
e, ne jî Kunerûvî ye) ; Ewê jibo zivistanê tevdîra mala xwe bibîne.
Payîza derng e. Sibeh şeveqê, beriya dîkan radibe; heqîfa xwe ya rîs dide pişta
kerê xwe û berê xwe dide karê...
Di çiyayên asê re, di gelî û newalên bê serî û bê binî re derbas dibe û piştî
nîvrojê xwe digihîne karê; heqîfa xwe tije dike bi xoyê û dide pişta kerê û
dide rê...
Ber bi esrê, ji nişkava tarî dikeve erdê, dûv re ewr û ezman diguricin, ba
dibe bahoz, gurminî bi çiya û baniyan dikevin. Şilîkî wisa destpê dike ku tu
dibêjî qey “li jor Apê minê Zeze ye, misîn daye dest û di kullekê re, di ser
serê Xalê minê Awzer de avê dirijîne!”
Gundiyê me çawa mêze dike dibîne; heqîfa li pişta kerê wî vik û vala ye!
Xwê bi tevahî heliya ye, libek jibo teberikê jî nemaye...
Xwê çû.
***
Dest davêje dia û selawatan; hewara xwe dide şêx û meşayixan...
Bona ku di tariyê de riya xwe şaş neke, bi qemçika kerê xwe ve digire. Ew pol û
poşman e; paş stûyê xwe dixurîne; lê dîsajî li ber Xwedayê xwe yê jorîn ranabe.
Li serê wan çiyayên asê, di vê xezebê de, peyakî tik û tenê ye : ew e, kerê
wiyê guhsist e... Li ser serê wî gurrîna erd û ezmanan, li ber guhên wî teqîna
vedanên birûskan in... Bi vedanên birûskan heta çavên wî dibirrin derûdor,
gelî û devî wek nîvroyî ronî dibin, her çiqilekî daran wek dêwan mezin dibin;
dûv re dîsa zulamata reş û tarî destpêdike, îcar ji wîtrê dor lê digirin cin û
şeytan û kabos û cinawir...
Ez çi serê we biêşînim; çê–xirab dîsa jî di riya xwe de dimeşe. Lê hê
bihostek rê neçûye, birûskek bê rihm û bê wicdan vedide; kerê wî yê delalîkê
ber dilê wî jihev belav belavî dike, dikuje.
Ker jî çû...
***
Brûsk, rast-çep, li jêr, li jor li her aliyên wî dibarin; tu dibê qey bi sedan
balafirên şer ên tirko hatine li ser serî hêwirîne, bombe dibarînin...
Şîn û xof û hêrs û tirs û serma tev bi hev re dikevin nav can û dil. Vir de,
wê de çavên xwe digerîne, hemd ji Xwedê re şikeftek dibîne, bi lez û bez
bazdide, xwe davêje hundirê wê...
Şikeft heta tu dibêjî kûr e. Serî heye binî tune ye... Di tariyê de çav
nabînin, li vî alî, li wî alî pirî li keviran diqelibe dest û pî, ser û guh pê
re namînin, ew di nava xwînê de digevize, lê dîsa jî bela tirsê, heta dawiya
şikeftê diçe, di kuncikekî de kund dide rûdinê, xwe ditelîne...
Lê, hê bihna xwe nedaye, birûskek wisa bi zeft vedide, hundirê şikeftê mina
flaşên heft makîneyan ronî dike... Gundiyê me êdî hew dikare xwe bigire.
Tirs û xofê dide alîkî...
Her dû destên xwe berjor dike;
bi devekî lava dike,
bi devê din hêrs dibe; diqîre û dibêje:
- Xwedêyooo! Te xoy şûşt; te ker kuşt; îcar tu lambeya xwe pêdixî li min
digerî! De bes e lo!
(*) Kar; kana(ocaxa) xwê ye. Li Tatosê du kar hene: Kara sor, kara sipî.
Mamoste Marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---