Ger em hebin ew ê tunebin
Heta damezirandina Komara Tirkiyeyê, hejmara Tirkan, em bi awayek din
bibêjin; hejmara yên xwe wek Tirk bi nav dikirin, endamên netewa ku Kemal
Ataturk û rêhevalên wî yên jontirk û Îttîhatparêzan; dixwestin Anatolî û
Kurdistanê li ser navê wan qeyd û tapî bikin, bê xilaf, ji şêniyên “gundekî
gur” (qelebalix) kêmtir bûn, ne zêde... Ez dibêjim çend sed peya bûn, hûn
bêjin çend hezar...
Belê rast e; bi taybetî li Anatoliyê, gava mirov rastî hev dihatin, an
jî kar û barên wan diketin aliyê hevûdu , ji neçariyê bi hev re bi zimanekî
Tûranî yê ne têkûz, bê rêzik, tevlihev, berhevkirî, gund bi gund tax bi tax ji
hev cuda diaxivîn.Lê gava te ji wan pirsa “ tu kî û kê yî?” bikira; ew xwe
tucar ne wekî Tirk; xwe wek ; “Kurd, Ereb, Ecem, Çerkes, Çeçen, Gurcî, Abhaz,
Mihelmî, Roman(Qereçî), Laz, Alban (Arnewid), Boşnak, Dagistanî, Qerepapax,
terekeme, Pomak, Rum, Ermen, Cihû, Asûrî, Kildanî, manav, yorik(koçer)” didan
nasîn.
Werên li vî ecêbî û li vî gosirmetî; Tirk di Kurdistan û Anatoliyê de
na, bi tenê di çend bajarên Ewropayê de hebûn! Ew jî “jon-tirk” bûn û di
dawiya sedsala 19’an û di destpêka 20’an de ji Stembolê wek Osmanî çûbûn
Parîsê û li wir hişê wan hatibû serê wan (!) û bi xwe hesiya bûn û bubûn
“Tirkên Qehremanên bi nav û deng!” Ew bûn çend murîdê wan ên Stembolî
bûn... Li Mezopotamyayê û li Anatolyê tu kesî ne bihîstibû, nas nedikir
netewek bi navê Tirk! Lewma ew, dîroka xwe ya kevin û qedîm a tije bi xêr û
ber û bi mêranî û mêrxasî û bi qehremanî(!) ; girêdan bi Atîla û Cengîz û
Tîmûrê ji Asyaya Navîn... Ev her sê kes jî, ji aliyê gelên Kurdistanê û
Anatoliyê ve wek; “ mirovkuj, Xwînrij, har û hov dirîndeyan dihatin nasîn...
Ev “navên bi tirs û xof jî “têra Jontirkan nekirin
“gurê boz”ê devbixwîn jî kirin dewsa bav û kal û rêberê xwe û pê gelên kevnare
û xwecih û xwedî olk û erd û pîşe û şaristanî yên Anatoliyê tirsandin û ax
û welat ji wan stendin û an ew kirin der, an kuştin, an bişaftin, helandin
û dawiya dawîn dest danîn ser hemû dewlemendî û çand û nirx û hêcayiyên
wan...Yên mayî; Z.Gokalp û Kamiran Înan û Gênc Qemer û nizanim kî û kê yê
Kurd; Qiliç Elî û Muşîr Zekî û Deniz Baykal û bi mîlyonan Çerkez; Mesût û
tayîp û bi sedhezaran Gurcî; Hîkmet û Elo û Misto û Temel û kul û kuruder û
êdî nizanim kî û kê yê Laz û Qereçî û Ermenî û Rum û boşnak... Ev tev ketin
dilqê gurê boz û kê û kî ne jiwan bin, kê û kî “paradîgmaya ji derewan
pêkhatî” nepejirandibin ji holê rakirin... Ên li ser xwe man jî gefan li wan
xwarin, tirsandin çewisandin kevirê aşê bê av li ser serê
wan gerandin, ji mirovatiyê kirin; gelekên wan bi kemçûran kirîn, ên din
veguherandin gur û cinawiran!
Belê gava mirov li dîroka li ser navê “Tirkiye û Tirktiyê” hatiye
nivîsandin dinêre, dibîne ku; hemî tiştên ku ew pê pesnên xwe didin û wek
şoreş û reform û pêşveçûn nîşan didin, di rastiyê de kar û kirinên tunekirin û
bişaftin û jiholêrakirina netew û civak û kes û kesayetiyên din in;
çilmisandin û hişkkirina kulîlkên din ên Anatolî û Kurdistanê ne ...
Li şer û komplo û komkujiyên van heyştê salên dawiyê binêrin; bona çi
ne? Tev jibo tunekirina Rum û Ermenî û Kurd û gelên din ên nîştecihên kevnare
yên bi hezaran salan in bi nav û deng ên vê axê ne...
ji şoreşa elfabeyê bigirin heta ya cil û bergan; ji zagona yekitiya
perwerdehiyê ( Kanûna tevhîdî Tedrîsat) heta ya paşnavan; ji rakirina ocax û
dergahên şêxan; ji guhertina navên bajar û gund û mirov û çiya û deyştan
bigirin heta qedexekirina navên lawir û kulîlkan, kar û xebat û şoreş û reform
û renesansên wan ên ewqas mezin , derd û kulên wan ên bê derman, hebûna gel û
çanda yên din in... ( roviyê me yê vulpes vulpes Kurdistanica, laleya me ya
tulipes Kurdistanica, pezê Ermeniyan ê bi navê ovis Armeniana, dîsa mamiza
Ermemeniyan a bi navê capreolus capreolus Armenius- ew jî wek xwediyê xwe –
nikarin li ser erdnîgariya xwe bi nasnameya xwe bijîn!)
Welhasilê kelam yên “bi namûs û bi şeref û bi hejmarkî û bi moralkî bi
hêz” ew man, Kurdên li serê çiyayên asê man...
Ew çend caran serî li ber yecûc û mecûcan, zalim û dagirkeran rakir,
bi mîlyonan hatin kuştin, tî û birçî man li serê çiyayan; lê dîsa jî serî ne
tewand, çok dananî li ber neyaran
Çi Tirkên rasteqîn, çi Ermenî çi Gurcî, çi Çerkez çend û çendik
kesên heta niha ji tirsan di kuncikên xwe de teliyabûn, melisîbûn; çav dan
Kurda û serê xwe rakirin û gotin; “-vaye em jî hê livir in, li ser xwe ne!” û
piştî heyştê salan xwedî li nasname û kesayetiya xwe derketin.
Hin caran yên wek Tayîpê “Gurciyê veşartî” lê, di nav civatê de
bê esil û bê kok û bê asas (bala xwe bidinê Xwedê giravî ew doza yek al, yek
netewew û yek welat dike lê, bixwe tu car nabêje ez tirkim ) Denizê ji doxîna
çerkezan, Demirelê Balkanan tev jibo berjewendiyên rojane, hin caran devê xwe
vedikin û bi awayek nîvco navê Kurda li ser zimanan digerînin.
Lê wê demê “neviyên Jontirkan ên general û profesor û fabrîkator û
rantxur” di cih de di kuncikên tarî de bi qirika wan digirin û dibêjin:
“- lawo huşbin! We çi zû jibîr kir em jî, hûn jî wek xewnên şevan derw in;
me navê Tirktiyê lixwe kiriye û hemû mêrg û zevî û xan û xaniyan dane ber
xwe, ji wan stendine. Ma Hûn nizanin; xwediyê vî welatî ew in; heger ew hebin
divê em tunebin! Huş bin; kera bi guh nekin! Îro ew tune ne; loma em hene!
Lê ew nizanin ku mirov demokrasîxwaz, aşitîxwaz û welatparêz bin; erd û
ezman liber wan fireh dibin, tê de mirov tev bihev re wek bira bi cih û war
dibin...
Mamoste Marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---