Muhsîn Yazicioğlu û Tirperestî, Kî çi dibêje bila bibêje di vî welatî de di warê hişmendiyê de mirovên herî bêpar û belengaz neteweperestên tirkan in. Ji 1071’an bigire heta roja îro li vî welatî tim û tim xwîn û xwîdana xwe badilhewa xerc kirine. Bi vê yekê jî nemane xwîna gelên din ên vê erdnîgariyê jî jibo desthilatdariya efendiyên xwe têra dilê xwe rijandine. Dora pêşîn ew Selçûkiyan danîn ser serên xwe; ew desthilatdarên ku tenezul nedikirin bi zimanê wan biaxivin, navên wan li xwe deynin, kincên wan lixwe kin... Ew bi sedan salan ji tirkmenên koçer şerm kirin, ketin dilqê farisan û bûn heyran û qurbanên wan. Tirk hêj pirsa vê bêrûmetiyê ji xwe û ji dîrokê nekirine, newêrin bikin jî.... Osmanî 600 salan li ser pişta tirkên Anatoliyê bûn desthilatdar. Ji padişahan yek kes jî -jibo xatirê Xwedê be jî - negotiye ez tirk im. Serde jî “ bi gotinên wek “Etrak-i bî îdrak”, “ tirkên xiloxarî” ( gotina Yawûz e; dibêje; huzuruma kaba saba bir turk geldî) wana biçûk dikin. Dilê Osmaniyan ji jinên wan heta zimanê wan ji hemî tiştên tirkan lihevketiye; bîzê wan neçûye xwarin û vexwarinên wan; lê tirk dîsajî bi wan xwe serbilind dikin, pesnên wan didin... Di pêvajoya “Cûmhûriyetê” de penaberên Balkan û Qafkasan- ên bi piranî Boşnak û Çerkez û Arnawit û Pomak û Gurcî -xwe li tirktiyê datînin; herêmên herî bixêr û biber ên vî welatî di nav xwe de parve dikin, cil û berg û çand û bîr û bawerî jî tê de, tevahiya nirx û hêcayiyên tirkan û kurdan ji holê radikin; binpêdikin tirk ji vê yekê tu tişt fehm nakin; bi can û mal li wana xwedîtî dikin... Ev Tirk ewqas bêhiş in ku; ji sedî 99.9 qafreş in; bi çermkî sorgenimî ne, lê tim û tim pesnê biyanî yên ku “ çavên wan biqasî Behra Sipî hêşîn ; porên wan wek zêran zer” dane, hê jî didin. Ew bi hezaran salan xwe li ser hespên boz dane kuştin; lê ev heştê sal e ;heyran û qurbana lehengên “ siwariyên hespên kumet in” ( ev cûre hesp ji aliyê gelên Balkanan ve, têne hezkirin. Al bir at bînmîş...) Belê ev biyanîyên çavşîn û porçûrên bê welat (wek Ewropiyên ti û birçî yên bi ser niştecihên Amerîkayê ve girtin) ji xwe re li pey welatekî bûn. Hatin li vî welatî bicih bûn; we serî liber wan danî; hûn çima vê bêrûmetiyê li ser Kurdan ferz dikin? Neteweperestên tirkan ev kes in; neteweperestiya tirk evqas birûmet e... Muhsin Yazicioğlu bi qasî serokê niştecihên Amerîkayê jî baqil nebû. Ew di şûna hevkariya bi niştecihên vî welatî, wek Turkeşê mezinê xwe, qûna xwe kutabû deriyê dewleta dagirkerên biyanî û digurucî Kurdên azadîxwaz. Ew di “ocax”ên xwe de zarokên tirkan ji 14-15 saliyan heta 20 saliya wan bi neyartiya kurdan sor dikir û ew dişandin leşkeriyê... Ew cinawirên dirînde di dilqê leşker û komandoyan de xwe davêtin gundên Kurdan û çi xerabî ji wan dihat dikirin. Ew bêbextan dibûn çawişên pîspor û di kolanan de kurdên bê bêsûc û bê guneh ji paşve bi qehpetî bi qaleşî dikuştin. Ew li zanîngehan bi polês û faşîstên din re dibûn yek û êrişî xwendekarên kurd dikirin. Ew dibûn mamoste û diçûn Kurdistanê ; li wir an tu tiştek nedikirin rûdiniştin; gava devê xwe vekirina jî, ji zarokên kurdan re çi çêr û dijûnên dermîrovahî nediman digotin... Ew dibûn bijîşk raporên saxlem didan kurdên nîvcoruhî; di bin îşkenceyê de hestî tev lê şikestî... Bi kurtasî; tirk, Muhsîn bin, Elî bin Welî bin heta piştgirî û alîkariya Tevgera Azadiya Kurdan nekin neheq in; guhsist in... Mamoste Marûf
--- En date de : Lun 30.3.09, Serger Barî <[email protected]> a écrit : De: Serger Barî <[email protected]> Objet: {Diwanxane} Özgür-Derê Şermezar dikim!! À: [email protected] Date: Lundi 30 Mars 2009, 2h32 Kesên ku li ser nâvê Xweda, Pêxember, Qur'an û tiştên pîrozwer tevdigerin, lazime beriya her tiştî bi wan re semîmî bin û dijî wan tevnegerin. Heke ku îddîa Şahîdîtiya wehyê û pêkanîna evdîtiyê dikin divê bi îddîa xwere rast bin û ne durû bin. Meriv ji gotin û kiryariyên xwe berpirsiyar in. Wê Xwedayê Teala me ji emelên me berpirsiyar bigre û dê me bikşîne hesabî. Ez bi xwe ji roja axretê û bi xelat û celata Ellah Teala bi bawer im. Loma ez nikarim durûtiya bikim û bi xwere bikevim nakokiyê. Dema ku Seddamê xwînrêj di roja eyda Qurbanê de hatibû bi dar vekirin, gelek razî û rêxistinên Îslamîstên tirk ev wekî bêhurmetiya îslamê nirxandibûn û ev bûyer şermezar kiribûn. Lê xwîna bi sedhezaran kurdê belengaz qet ne hatibû bîra wan!! Qet behsa zilma wî û hovîtiya wî nekiribûn. Tenê gotibûn: Em mesûlên vê bûyerê şermezar dikin. Lê em dizanin ku Seddam mexlûqekî xwînrij, hov, zalim, zordar û qatilê însaniyetê bû. Bûbû sedemê ku bi hezaran kurd welatê xwe terk bikin û di çiyayên asê de ji xwe li starekê bigerin. Wer kiribû ku kurdên belengaz xwe bavêjin bextê bêbextan û zordaran. Seddam dijminê kurdan û însaniyetê bû. Lê îslamîstên tirk ji ber kerba xwe ya ji bo Emerîkayê lê xwedî derketin û gotin: Em vî tiştê ku pê hatiye kirin şermezar dikin. Gelê kurd jî qet neket pey vê meselê û venekola. Ne pirsî û ne jî meraq kir. Wekî gelek bûyerên dîrokê ev jî daqurtand. Belê dixwazim ku werim ser mijara xwe ya eslî. Muhsin Yazıcıoğlu merivekî şovenîst û nijadperest bû. Hemî jiyana xwe di ber doza tirkîtî û hejandina ala wê de derbas kiriye. Di xortaniya xwe de tevlî gelek bûyerên tarî bûye û destê wî gihiştiye bê hejmar qirêjiyên faşîzmê. Gelek dê bê kur, gelek jin bê mêr û gelek kur jî bê bav hiştiye. Ji bo doza tirkîtiyê xwîna bê jimar merivên masûm û bê guneh rijandiye. Heyanî nefesa xwe ya dawî jî bi wê dozê re sadiq maye û dijî wê tevnegeriya ye. Em dizanin ku wî ji bo gerîlayên kurda gotinên herî xerab gotiye û dema ku gerilak dihate kuştin jî digote: " Bir terörist geberdi". Me bi sedan û hezaran cara jê bihîstiye ku wî ji xortên kurda re gotiye "terorist" û jê bihîstiye ku wî zihniyeta pergala fermî parastiye. Wî her dem hebûna Kurdan înkar kiriye û gotiye: "Kurd tune ne". Dema ku mijarek li ser kurdan derketiye holê ji herkesî bêtir wî bertek şanî dayê û peyvên herî ne minasib wî derheqê kurdan de bi kar aniye. Ev daxuyaniya jêrê ji bo camîa Özgürderê û bi taybetî jî bo kurdên peyrewê wê şermeke giran e. Rûreşî û eybeke mezin e. Kurdekî ji ber xwe fedî û bi xîret ne mimkune ku tehemula vê daxuyaniyê bike û vê yekê daqultîne. Ev ne eyba yekemîne ku Özgürder dike. Wekî vê bi hezaran Rûreşî hene ku Özgürder ê îmza xwe avêtiyê binî û ew pejirandiye. Ez, wekî mirovekî kurd û bi xîret vê daxuyaniya Özgürderê wekî rûreşiyekê ji bo wê dibînim û gazî hemî kurdan dikim ku vê saziyê şermezar bikin. Divê îdî em tehemula heqaretên li ser xwe û nirxên xwe nekin. Em di kîjan sazî, rêxistin û partiyê de dibin bila bibin gere em her dem li nirxên xwe derkevin û rê nedin ku li heqaret li nirxên me were kirin. Heke saziyekê dijminê gelê kurd heband, tê wê manê ku kurdan bi tiştekî nahesibîne û tu qîmetê nade nirxê wan. Digel silavên kurdayetî Serger Barî Yazıcıoğlu Ailesinin ve BBP'nin Başı Sağolsun! Özgür-Der Genel Başkanı Hülya Şekerci; Kahramanmaraş’ta meydana gelen helikopter kazası sonucu vefat eden BBB lideri Muhsin Yazıcıoğlu ile 5 arkadaşı için bir açıklama yaparak Yazıcıoğlu ailesine ve BBP camiasına taziyesini sundu! 28.03.2009 05:27 Yazıcıoğlu Ailesinin ve BBP Camiasının Başı Sağolsun! 27 Mart 2009 Büyük Birlik Partisi Genel Başkanı Muhsin Yazıcıoğlu'nun seçim gezisi için kullandığı helikopterin düştüğünün öğrenilmesinden sonra tam 2 gündür süren gerilimli bekleyiş ne yazık ki bugün acı bir şekilde neticelendi. Sayın Yazıcıoğlu ile birlikte helikopterde bulunan 3 parti yöneticisi, pilot ve İHA muhabirinin hayatlarını kaybettikleri kesinleşti. Bu kadar yoğun bir gündem oluşturmasına rağmen BBP Genel Başkanını taşıyan helikopterin enkazına 48 saati aşkın bir süre ulaşılamamış olması öncelikle bu ülke adına derinden üzüntü duyulmayı gerektiren, acı bir manzara olmuştur. Bu olayla birlikte bir kez daha devletin bu ülkenin insanlarına değer vermediği, insan odaklı bir mantık yerine küflenmiş bürokratik bir zihniyetle yönetilmeye devam ettiği yeniden görülmüştür. Her yıl silahlanmaya akıl almaz meblağlar harcayan, halkın en temel ihtiyaçlarından kesilen paralarla astronomik rakamlarla helikopterler, uçaklar satın alan bir ülke burası. Ama tüm bu araçların, teçhizatların en gerekli olduğu anda yerlerinde yeller esmekte. Bakkalı, kasabı, öğrenciyi, memuru, cami cemaatini fişleyen, dini sohbet için bir araya gelen insanları gölge gibi takip eden bir devlet aygıtının, içinde bir parti genel başkanı ve 5 kişinin bulunduğu bir helikoptere tam 2 gün ulaşamamış olması düşündürücüdür! Muhsin Yazıcıoğlu 12 Eylül darbe sürecinde binlerce gençle birlikte devletin yoğun işkencelerinden geçmiş, yıllarca hapislerde eziyete maruz kalmış ve yaşadıklarından ötürü eski siyasi tutumunu ve anlayışını sorgulamaya yönelmiş bir isim. Milli devlete bağlılık anlayışından tam olarak kopmamasına rağmen, bu süreçte Yazıcıoğlu'nun ve arkadaşlarının İslami hassasiyetleri öne çıkartan bir siyasal çizgiye yöneldiği bilinmekte. Bu ülke halkı Muhsin Yazıcıoğlu'nun 28 Şubat hukuksuzluk sürecinde ortaya koyduğu dirayetli ve cesur tutuma şahitlik etmiştir. Yazıcıoğlu'nun askeri darbe politikalarıyla sindirilmek, susturulmak istenen bir toplumun haklarını savunmak için darbe süreçlerini ve hedeflerini deşifre edip zorbalığa açıkça karşı çıkan onurlu tavrı unutulmayacaktır. Resmi ideoloji ve kurumların bütün bir toplumu tek tipleştirmek isteyen zorbalığına karşı toplumsal talepleri ve adaleti öne çıkaran siyaseti ile Muhsin Yazıcıoğlu klasik politikacı söylemleri ve rollerini kırmakla önemli bir misyon ifa etmiştir. Bizler de vicdan ve adalet sahibi herkes gibi Yazıcıoğlu'nun bu ülkede İslam düşmanlığının açık bir tezahürü olarak dayatılan başörtüsü yasağına karşı sürdürdüğü ilkeli ve ısrarlı tavrı unutmayacağız! Onu darbeci zihniyetin kirli girişimlerine ve Ergenekon bataklığına karşı gösterdiği hassasiyetle hatırlayacağız. Rabbimizden başta Muhsin Yazıcıoğlu olmak üzere, bu acı kazada hayatlarını kaybedenler için mağfiret; ailelerine ve Büyük Birlik Partisi camiasına başsağlığı diliyoruz! Hülya Şekerci Özgür-Der Genel Başkanı --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
