*Îro salvegera şehadeta Pêşewayê nemir Qazî Mihemed e. *
*Dereng hate bîra min, loma peyamê jî dereng dişînim.*
**
*Em bawer dikin ku di riya gel û niştîmanê xwe de *
*fedakariyeke bêhempa kir û peywira xwe bi cih anî.*
*Wî bi têkoşîn û semîniyeta xwe di kûrahiya dilê *
*me de cih girt û bû Pêşewayê me. *
**
*Em ji Perwerdegarê heyînê hêvî û lave dikin ku*
*me bigerîne peyrewên wî û bike ku em peyreytiyeke*
*rind bikin û em bi rûyekî spî û serekî bilind derkevin*
*hizûra Pêşewayê xwe.*
**
*Ez bawerim ku Xweda ew bi Cenneta xwe şa kiriye *
*û ew niha di nav bexçên rengîn de ye.*
*Dîsa lavekarim ku Xweda me ji riya Wî pakrewanî*
*dûr nexîne.*
**
*Amîn.*
**
*Serger Barî.*
**
**
**
**
*Wesiyeta Qazî Mihemmed li gelê Kurd (ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye
bidestxistin)*

Bi navê Xwedêyê mezin û dilovan;


Gelê minê kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê
zorlêkirî, vame ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo
xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember
dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her
ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî naket;
di her fersendekê de be qed li we nabihure.

Dijminê gelê Kurd pir in, zordest û bê dilovanî ne, sîmbola serketina her
gel û netewekê hevgirtin û yekbûn e, piştgiya tev gel e. Her gelê ku yekîtî
û tebayiya wî nebe; ewê hertim bin destê dujmin be, ti tiştê we gelê Kurd ji
gelên li ser rûkê vê erdê; ne kêmtir e, belkî hun bi mêranî û egîdî û
hêjatiya xwe; ji gelên ku rizgar bûne; li pêştir in jî.

Gelên ku ji destê dujminên xwe yên zordest rizgar bûne; mîna we ne, lêbelê
yekîtiya ên xwe rizgar kirine hebûye, bila hun jî mîna tev gelên li ser rûkê
erdê; îdî bin dest nebin, her bi yekbûn û hesûdî bi hev nebirinê û xwe
nefirotina ji dujminan re li dijî neteweya me; hun dikarin rizgar bibin,
birayên min îdî bi dujmina neyên xapandin, dujminên Kurdan ji her reng û
destek û netewekê bin, her dujmin e, bê dilovanî ye, bê wijdan e û rehmê bi
we nake, wê we bi hevdu bide kuştin, wê we temah bike û bi direw û
xapandinê; wê we berengarî hev bike, ji tev dujminên gelê Kurd, dujminê Ecem
ji tevan zalimtir û melûntir û Xwedê nenastir û bê dilovantir e, destê xwe
ji ti tawanan li dijî gelê Kurd naparêze, bi dirêjayiya dîrokê bi gelê Kurd
re xerez û kîna wî ya kevnar hebûye û heye jî, temaşa kin, binêrin tev
zilamên we yên mezin, her ji Simayîl Axayê Şikak, tanî Cewher Axayê birê wî
û Hemze Axayê Mengur û çend û çendîn zilamên din, ew hemû bi xapandin aram
kirin û xelq ji pişt wan vekir û ca pir bi nemerdî ew kuştin, ew tev bi sond
û Quran xapandin ku xudêgiravî niyaza eceman ya xêrê bi wan re heye û wê
qenciyê bi wan re bikin, lêbelê her xweşbawer e û bi sond û sozên Eceman
hatiye xapandin û jê bawer kiriye, lêbelê tanî niha bi dirêjiya dîrokê kes
nedîtiye bi tenê carekê jî ecem li sond û sozên xwe xwedî derketibe û ehdên
dane Kurdan pêk bînin, tev de direw û xapandin bûye, ca vaye ez wek birayek
we yê biçûk, di riya Xwedê de, ji bo xatirê Xwedê ji we re dibêjim hev
bigirin û ti carî pişta hev ber medin, piştrast bin ger ecem hingiv bide we,
diyar e jar xistiyê, bi sond û sozên direwên eceman mexapin, ku ger hezar
carî jî dest li Qurana pîroz bixe û soz bide we, bi tenê niyaza wî xapandina
weye, ji bo hîlekê li we bike.

Va me ez di demên dawî yên jiyana xwe de me, ji we re dibêjim û ji bo xatirê
Xwedê yê mazin ez we şîret dikim ku a ji destê min hat bi ser can û tekoşîn,
bi şîret û nîşandana riya rast; min ji we re xemsarî nekiriye, niha jî di vê
dem û rewşê de dîsa ji we re dibêjim ku îdî bi eceman mexapin û ji sond û
dest li Quranê xistin û ehd û peymanên wan bawer mekin, ji ber ne Xwedê
dinasin û ne jî ji Xwedê û pêxember û roja qiyametê û hîsab û kîtaban bawer
dikin, li cem wan bi tenê ji ber ku hun Kurd in, bila hun musilman jî bin,
hun sûçdar û mehkûm in, hun ji wan re dujmin in, ser û mal û canê we ji wan
re helal e û weke xeza qebûl dikin, soza min ne ew bû ez herim û we di destê
van dujminên dilreş de bihêlim, min pir caran jî raborî û zilamên me yên
mezin dihizirand, ên ku eceman bi xapandin û sond û direw û hîle ew girtine
û kuştine, neçar bi direw û hîle ew xapandin e, kuştin e.

Ew tev li bîra min bûn û ti carî jî min ji eceman bawer nekiriye, lêbelê
beriya ku vegerin vir, çendîn caran gotin û rasparin bi name û bi şandina
kesên navdêrên Kurd û Fars, bi dayîna soz û ehdên yekcar pir û mezin ku
niyaza xêrê ya dewleta ecem û Şah bi xwe jî heye û ne amade ne ku bi tenê
dilopeke xwînê jî li Kurdistanê birije, niha hun bi çavê serê xwe encama
sozên wan dibînin, ger mezinên hoz û eşîrên me îxanet nekira û xwe
nefirotina hukûmeta ecem, weha nedihate serê me û we û Komara me jî.

Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê
gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hun ji karwanê
gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dujminan e.

Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hunê pir
baş bi ser dujminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina
bira û pismamên min çavê we bitirse, tanî hin digîjin hêvî û meremên xwe;
divê hê jî pir kesên din yên mîna me di vê rê de gorî bikin.

Piştrast im piştî me pir kesên din jî her wê bi xapandin û durûtiyê ji holê
werin rakirin.

Piştrast im pir kesên ku wê piştî me jî bikevin xapandina eceman de; wê ji
me zanatir û hêjatir jî bin, lêbelê hêvîdar im kuştina me ji dilsozên gelê
Kurd re bibe pend û îbret.

Wesiyeteke din min ji were ew e daxwaz bikin her çiyê we ji bona serfiraziya
gel kir, alîkarê we gel be, piştrast im Xwedê yê mezin wê we serbixe û wê
alîkariya we bike, heye ku hun bêjin; lê çima ez serneketim?! di bersivê de
dibêjim, bi Xwedê kim ez serketime, çi nîmetek, çi serketinek ji wê yekê
mezintir e ku va me ez niha di riya gel û welatê xwe de, ser û mal û canê
xwe didim, bawer bin min pir ji dil dixwest ger ez mirim bi mergekî bimirim
ku di hizûra Xwedê û resûlê Xwedê û gel û welatê xwe de rûsor bim, ji min re
ev serketin e.

Xweştiviyên min, Kurdistan mala her Kurdekî ye, her wek di malê de; endamên
malê her kesê ji her karekî dizane, wî dispêrin wî, îdî mafê ti kesî ti ne
ku hesûdiyê pê bibe, Kurdistan jî her ew mal e, ger we zanî kesek li vê malê
dikare karekî bike, dev jê berdin bila bike.

Êdî çênabe hun kevira danin ser riya wî û çênabe dilê we ji wê yekê bêşe ku
berpirsyariyên mezin di destê yekî ji we de hene, ger karên mezin ketin ser
milê yekî û ew kar bi rêve bir, welê diyare jê dizane û berpirsiyariyên wî
yên mezin jî li hember wî erkî hene. Piştrast be birayê te yê Kurd her ji
dujminê dil bi kîn baştir e û ger berpirsiyariyên mazin li ser milê min
nebûna, niha ez di bin darê sêdarê de neradiwestiyam, lewra çênabe hun bi
hev re temahkar bin, ên ku fermanên me pêk ne anîn, ne her bi tenê pêk ne
anîna fermanan, lêbelê tam dujminatiya me dikir, ji ber me xwe wek
xizmetkarê gelê xwe qebûl dikir, niha ew di nava mal û zarokên xwe de, di
nava xwea şirîn de ne, lêbelê vaye li ser navê xizmeta gel di bin darê
sêdarê de me û wa ezê demên dawî yên jiyana xwe bi vê wesyetnamê derbaz
dikim. Ca ger berpirsyariyên mezin di sitoyê min de nebûna, ez jî wê niha di
nava zarok û zêçiyên xwe de di xewa şirîn de bûma, ku ez niha ji bo piştî
çûyîna xwe jî we şîret dikim, ew jî yek ji berpirsyariyên di sitoyê min de
ye, piştrast im ger yekî din ji we berpirsiyariyên min bigirtana sitoyê xwe,
niha ewê li şûna min di bin darê sêdarê de bûya, ji bo razîbûna Xwedê û li
gor berpirsyariya di sitoyê xwe de mîna Kurdekî xizmetkarê gel û di riya
çakiyê de, min ev şîret li we kirin ku hêvîdarim ji niha pê ve pendan jê
wergirin û dirust guhdariya şîretên min bikin, bi hêviya Xwedê yê mezin we
bi ser dujminên we de serbixe.

1- Baweriya we bi Xwedê û tiştê li cem Xwedê tê û peristina Xwedê û pêxember
(silavên Xwedê lê bin) hebe, di pêk anîna erkên Olî de xurt bin.

2- Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev
mekin û temah mebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

3- Xwendin û zanist û pileya zaniyariya xwe pêşve bibin ji bo dujmin kêmtir
we bixapîne.

4- Ji dujminan bawer mekin, bi taybetî jî dujminên ecem, ji ber bi çend awa
û riyan ecem dujminên we ne, dujminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê
selmandiye ku berdewam ji Kurdan bi behane ne, bi kêmtirîn tawanê we dikujin
û ji ti tawanan di derheq Kurdan de destê xwe nagirin.

5- Ji bo hin rojên jiyana bê qîmeta vê dinê, xwe mefiroşin dujminan, ji ber
dujmin dujmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

6- Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî û ne giyanî û malî û ne jî ya
namûsî, ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar e, îxanet
li îxanetkar vedigere.

7- Ger yekî ji ve dikaribû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî
bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li
ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

8- Cihên ku min di wesiyetnameyê de ji mizgeft û nexoşxane û dibistanan re
nivîsandiye, hun tev daxwaz bikin ji bo pêk werin û mifa jê bigirin.

9- Hun ji xebat û hewl û tekoşînê ramewestin ji bo mîna tev gelên din ji bin
destê dujminan rizgar bibin, malê dinê ne tiştek e, ger welatê we hebe,
serbestiya we hebe, wî çaxî her tiştê we heye, hem mal, hem serwet, hem
dewlet, hem rûmet û hem wê nîştimanê we jî hebe.

10- Ez nebawer im, heqê Xwedê nebe, ti heqên din li ser min hebin, lêbelê
ger kesekî welê dît ku kêm yan jî pir tiştikî wî li cem min e, min malekî
pir hiştiye, bila biçe ji warisên min bixwaze û wergire.

Tanî ku hun hev negirin, hunê sernekevin, zilm û zorê li hev mekin, ji ber
Xwedê pir zû zalim ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û
zêde ye, zalim dirûxiyê û nabûd dibe, Xwedê toleya zilmê jî hil tîne.

Hêvîxwaz im wan gotinan têxin guhê xwe û Xwedê we bi ser dujminên we de bi
ser bixe, weke Sedî Kerem kiriye:

Muradê ma nesîhet bûd û gufîtm

Hewalet ba Xuda kerdîm û reftîm

Ango: Mirama me şîret bûn û me kir, me hun rasparin Xwedê û em çûn.

Xizmetkarê gel û welat


*Qazi Mihemmed*

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap