Mamhosteyê hêja Maruf

Silavek ji dil

Ez Muhsîn Yazicioglu nanasim, hema ez Shêx Osman (Xwedê dilovaniya xwe lê bike) 
bash dinasim, hem li derveyî welêt, dema hatiye London,  hem jî dema ez û hinde 
birayên bakurê Kurdistanê çûne serlêdana wî, ku li xêza pêshîn bû, li hemberê 
leshkerê Seddam Husên. Ew mirovekî zana (shirovekarê Quranî kerî bû), hem jî 
Kurdperwerek bû, ku bi mafê neteweya Kurdistanê di azadiyê de bawer dikir, û 
xwe di ber de wekî mucahîdekî dinasî, ji serok û rêberên vê neteweyê ew bi hêja 
Masûd Barzanî bawer bû. Di odeyekê dijiya, her bawer bike, ku hejartirîn Kurdên 
penahber bûne Anqere an Istanbolê di rewsheke wilo de najîn...Li ser hesîrekê, 
di xaniyekî nizim û kevin de, teviya tishtê di odeya wî de bi (50) Dollaran te 
nedikanî bifirota...Tashtiya ku hatiye ber me, û ew jî bi me re bû, nan, mast, 
hêg û çayê bû...Min hevpeyvînek li gel wî bo kovara (Kurdistan Almucahîde) kir, 
ku hîngê Shêx Omer Gharîb ji partiya Islamiya Kurdistanî (PIK) re, bi Erebî 
derdixist, û min di wê hevpeyvînê naskir, ku ew ji aliyê olî, neteweyî û mirovî 
ve, rast kesayetiyeke mezin e di nav gelê Kurd de...Mam Celal îro li pey wî 
nimêj kir û roja dî bi leshkerî avêt ser wî, hema kak Masûd Barzanî herdem 
rêzgirtina Shêx Osman dikir, ta roja mirina wî ew ji xwe re wekî mezinekî 
neteweya Kurd dinasî...Lew re ez bawer nakim, ku pereyên shêx hebûn, ku kanî bû 
pê bazarî bikira...Hema bo bira û kurên wî ez nizanim...

  Li gel silavan, Azadbit Kurdistan 
         Cankurd             
                      www.kurdax.net

 http://cankurd.blogspot.com

http://en.netlog.com/cankurd1948



Têldest:  (0049) 163 8 69 81 59





Date: Mon, 30 Mar 2009 22:41:16 +0000
From: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de
To: [email protected]

Pirsek girîng derbarê Muhsîn Yazicicioğu de
 
Hevalno, ji vir deh- panzdeh sal berê, li Stenbolê Karsazekî pir dewlemend ê  
bi eslê xwe kurd, lê umetparêz, ji min re gotibû “ şirîkatiya Muhsin Yazicioğlu 
û Şêx Osman ê serokê  tevgera Îslamî ya Kurdistanê” heye. Wî camêrî bi sond 
angaşt dikir ku Yazicioğlu ji vê bazirganiyê bi mîlyonan dolar berhev kirine.
 
Gelo ev rast e? Tiştek ecêb, li ser înternetê min malperekî alîgirê Yzicioğlû 
dît pir pesnê Şêx Osman dide. 
 
Di kîjan newalî de gur miriye ku Neyarên sondxwarî yên Kurdan  Şêxekî Kurdasn   
evqas şirîn dike; min jê tu tişt dernexist...
 
 Ji we kesên  di vî warî de xwedî agahî -ji kerema xwe re-  me jî agahdar 
bikin.    
 
http://anadoluhaber.blogspot.com/2008/01/islamn-kllar-krtler.html
                                                                     Mamoste 
Marûf




     




_________________________________________________________________
Invite your mail contacts to join your friends list with Windows Live Spaces. 
It's easy!
http://spaces.live.com/spacesapi.aspx?wx_action=create&wx_url=/friends.aspx&mkt=en-us
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap