Du bûyerên biçûk û serkeftina DTP’ê
Ez du bûyerên biçûk ên li nêzî min qewimîne pêşkêşî we dikim û bala we
dikişînim ser bextê Tirkan; de ka lê binêrin em bi gelekî çawa re bi hev re
dijîn...
Bûyera yekemîn tê serê birayê min ê li navçeyek li herêma Ege ya Tirkiyeyê
memûrtî dike. Ew di lijneya sandoqa gundekî 9-10 km. dûrî navçeyê de cih
distîne. Serê sibê qirawata xwe dike stûyê xwe û diçe gund.
Şêniyên vî gundî bi tevahî tirk in. Kurdên ku ev gundî heta niha nas kirine tev
pale û xebatkarên xizan ên ev çend salên dawîn jiber xizanî û pest û
prkûtiyên dewleta wan welatê xwe di cih de hîştine û jibo kerîkî nan hatine
herêma wan bicîh bûne ne. Jiber qirawatê têdernaxin ku birayê min kurd e.
Hilbijartin bi aşitî diqede û dor tê hilbijartina dengan... Lê çendikî şûn ve
dengekî jibo DTP’ê dernakeve! Rûyê hemiyan tiş û tal dibe, mahdeyên xwe dikin.
Di dawiyê de dibêjin ev deng bi şaşitî hatiye bikaranîn. Beriya ku hemî kar û
barên hilbijartinê biqedin û kaxiz bên morkirin; ji gundiyan çend kes bi
aşkeretî, bê tirs û xof tê ji serokê sandoqê re dibêje; “- Başkanim werên em wî
dengî betal bikin” Serokê sandoqê dibêje erê; lê dîsajî li lijneya sandoqê
çavênxwe digerîne ka kes bertek nîşan dide an na.
Birayê min çend xulekan sebir dike; dibîne ku wê dengê wî berhewabe, dibêje : “
Hûn çawa bi gundiyan bawer dibin û bi ya wan dikin? Ew ên paşîn herin navçeyê
giliyê we bikin û bibêjin di gundê me de nelirêtî çêbûye. Hişê xwe bînin serê
xwe, baqil bin...”
Li ser van gotinan bi ya wî dikin û vî dengî jî dikin nav ên din...
Bûyera duyemîn li ser sandoqek li Zeytînbûrnû ya Stenbolê diqewime.
Seroka sandoqa navborî mamosteyeke hevpîşeya hevala min e... Di odeya
mamosteyan de weha dibêje:
“- roja hilbijartinê karên min ên li ser sandoqê di saet çarê sibehê de bidawî
bû. Dema jimartina dengan, me dikir nedikir hesabê me sererast nedibû. Du deng
zêde derdiketin. Me di nava xwe de got em du dengên DTP’ê jêbibîn; hesab rast
dibe. Endamên lijneya sandoqa me bi gelemperî pejirandin. Tu nabêjî di nav me
de çavdêrekî DTP yî yê Mêrdînî jî heye ! Ew bi tundî liber me rabû, hêrs bû
got ev yek nabe, ez gilîyê we dikim; lewma me dengan cara duyemîn jimartin û
em bi derengî ketin...
Şahedên van bûyeran yek birayê min; yek jî hevala min e... De ka pênûs bidin
destan û hesab kin. Hilbijartinên li vî welatî çiqas demokratîk, çiqas
dadmendî, çiqas mirovahî ne...
Bimînin di xweşiyê de
Mamoste Marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---