RASTIYA KONFERANSA NETEWEYÎ YA KURD - I - 

 
NÊRÎNEK LI SER KONFERANSA KURD -1-

 

ALÎ  MUHAMMED 

 Li Hewlêrê bi navê Konferansa Kurd a Navneteweyî civînek çêdibe. Li gorî 
daxuyaniyên ji devê Serokomarê Iraqê, rayedarên dewletê û çavdêrên siyasî tên 
dayîn û şîroveyên tên kirin aşkera bûye ku bêbandorkirin, tasfiyekirina PKK’ê 
wekî armanc derdikeve pêş. “Talabanî... Zor jî be bawer dike ku dê PKK ji 
dewreyê bê derxistin. Dibêje ‘heke biryara çekdanînê ya ku dê ji vê konferansê 
derbikeve qebûl nekin, wê demê dê zextên me li ser hê jî zêdetir bibin.” 
(Posta)  “Wezîrê Karên Derve Alî Babacan... dibêje divê mijara terorê ji rojeva 
Tirkiye û Iraqê derbikeve û tîne ziman dem hatiye ku rêveberiya li bakurê Iraqê 
hin biryaran bigire.’ Babacan tîne ziman ku Enqere ji Rêveberiya Herêmî ya Kurd 
dixwaze ku PKK’ê wekî rêxistineke ‘terorîst’ îlan bike û helwesteke leşkerî 
nîşan bide...” (Referans)   
 Dibe ku niha bê gotin ku ‘ev konferans ji bo ku xwîna diherike bê rawestandin 
bibe gavek û çareseriyekê ji bo pirsgirêka kurd peyde bike pêk tê’. Jixwe tu 
kes vê yekê nade aliyekî. Heke tişteke baş dê çêbibe, PKK jî dê bi erênî nêzî 
bibe û dibêje heke dê li gorî prosedûrê pêk bê ez jî heme. Jixwe PKK bi salan e 
hewlkara pêkhatina yekitiya neteweyî ye. Herî dawî Ocalan bi xwe got: “Ez 
dijberî Talabanî nîn im. Dijberî Amerîkayê jî nîn im, lê em teslîmiyetê qebûl 
nakin. Talabanî dibe ku ji bo aştiyê peywîra xwe bi cih bîne.” 
 Siyasetmedarê kurd Mehmûd Osman di Newroz TV’ê de anî ziman ku Talabanî kurdan 
tîne berî hev û wiha got: “Pirsgirêk dê li Enqereyê çareser bibe, ne li Bexda û 
Hewlêrê.’ Tişta ku bê gotin ev e. 
 Pirsgirêka kurd herî baş, di çarçoveya navxweyîtiya Tirkiyeyê de dê bê 
çareserkirin. Bi salan e dewleta tirk ev yek fêm nekiriye. Yan jî naxwaze fêm 
bike. Heta hêzên biyanî dest nedinê nîqaşa ji bo çareseriyê nayê kirin. Ev jî 
bi xwe re hin pirsgirêkên din jî tîne. 
 Li Tirkiyeyê hin dengên qels ên dînamîkên navxweyî yên ji bo çareseriyê hene. 
Û ya rast ew e ku ev hêzê bidin van hewldanan. Ligel ku gelek kêmasî tê de hene 
‘Rapora Kurd’ a ji aliyê Koma Lêkolînên Parastin û Polîtîkayên Derve’ ku 
serokatiya wê Îlter Turkmen dike, li gorî xwe hin nêzîkbûnên ji bo ‘çareseriya 
navxweyî’ vedibêje: “Tirkiye mecbûr e ku pirsgirêka kurd ‘di nava Tiriyeyê’ 
çareser bike...” 
 
 Dixwazin hêzên Başûr wekî maşikê bi kar bînin… 
 Nêzîkatiyên wiha bi talûke qasî zirarê dide PKK’ê, zirarê dide berjewendiyên 
hêzên Başûr û DYA’yê jî. Heta pirsgirêkên nû ku Iraqê jî bixe nava xwe derkevin 
holê. PKK ne rêxistineke ku mirov ji rêzê nêzîk bibe. Tevgera azadiya gelekî 
ye. Hêzeke ku bi deh hezaran şehîdên wê, deh hezaran gerîla û mîlîtanên wê, bi 
milyonan sempatîzanên wê, li qada navneteweyî cidiyeteke wê heye. Tasfiyekerina 
PKK’ê ne hêsan e. Di Newroza 2009’an de hemû cîhanê dît ku bi milyonan kes bi 
coş û biryardarî ji bo azadiya birêz Ocalan rabûne ser piyan û li dora PKK’ê 
bûne xelek. 
 PKK, êdî bûye hereketeke dîrokî. Heke PKK derbeyê jî bixwe, li ser zemîna 
PKK’ê gelek hêzên nû û hêzên berxwedêr dê derkevin ku kes bi wan nikarin. Heke 
Tirkiye û DYA dixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê li gorî vê gavan biavêjin. 
Lê Tirkiye her tiştê xwe li gorî ku hêzên başûrê Kurdistanê êrîşî PKK’ê bike, 
eyar kiriye. Mînak Gul berê gotibû “Der barê pirsgirêka kurd de dê tiştên baş 
bibin”, di gera xwe ya Bexdayê de ev wiha îzah kir: “PKK di nava Tirkiye û 
Iraqê de bela ye. Heke PKK ji dewreyê bê derxistin, PKK bê bêtesîrkirin 
têkiliyên me yên bi rêveberiya Herêma Kurd re dê normal bibe û tu pirsgirêk ji 
bo pêşketinan namîne.” Dîsa Babacan bi gotinên xwe “Hatina Barzanî ya Tirkiyeyê 
nehatiye plankirin, lê li pêşiya hatina wî tu asteng tune” li pey bazarekê ye. 
Yanî Tirkiye bi riya tehdît, şantaj û bazarê dixwaze hêzên başûrê Kurdistanê 
êrîşî PKK’ê bike. 
 Tirkiye ligel van hewldanên xwe hêzên Başûr weke îradeyekê nabîne. Tenê weke 
maşikekê digire dest. Lewra dema Nêçîrvan Barzanî ji bo PKK-bakurê Kurdistanê 
çareseriya pirsgirêka kurd efûya giştî anî rojevê Gul got “Ew pirsgirêka me ya 
hundirîne, we eleqedar nake”. Wê demê kesek dikare jê re bêje “Madem ew 
pirsgirêka te ya hundirîne çi karê te li ber deriyê Nêçîrvan Barzanî heye”. 
 Ji daxuyaniyan mirov fêm dike ku di rojevê de efû tune ye … 
 Li gorî daxuyaniyên rayedaran di rojeva Tirkiyeyê de efûyeke giştî tune ye. 
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyeyê Cemîl Çîçek bi awayekî aşkera got di rojeva 
hikûmeta wan de efûyek tune ye. 
 Dîsa Alî Babacan der barê mijara efûyê de wiha dibêje: “Qanûnên me yên heyî 
piştî ku niyet hebe xalên ku deriyê xwe vedike hene.” (Rojnameya Sabahê)  
 Dîplomat Babacan nêzîkatiyeke şêlû nîşan dide. Belkî serokê Saziya Lêgerînên 
Stratejîk ya Navneteweyî (USAK) Sedat Laçîner jê re wiha tercûmantiyê dike: “Di 
nava qanûnên heyî de kesên tevli çalakiyên çekdarî nebûne qanûneke poşmaniyê 
heye. Ev mekanîzma hêj dikarin bêne xurtkirin. Piştî îtîrafan ji bo ew kes 
zirarê nebîne bê parastin, piştgiriya madî bê kirin. Lê komek ku tevli pevçûnên 
bi bandor bûne heye. Efûkirina wan zehmet e. Helwesteke ku çekên xwe teslîmî 
DYA’yê bikin heye. Ev yek raya giştî memnûn nake. Divê çekên xwe teslîmî 
Tirkiyeyê bikin. Divê Tirkiye vê pêvajoyê bi temamî di bin kontrola xwe de 
bigire. Kî li çiyê ne, agahiyên weke navên wan û malbatên wan di destê me de 
hene. Divê hemû teslîm bibin.” (Rojnameya Yeni Şafakê) 
 Heke niyetek baş a Babacan hebe divê bi awayekî aşkera bibêje. 
 Di rojnameyan de hin kes behsa “Efûya ser nixumandî”dikin, tiştekî balkêş e ku 
mirov hewce nake li ser bisekine.  Piştî van tiştina mirov tu hêviyê ji 
hewldanên vê dawiyê nabîne. Berovajî vê li gorî daxuyaniyên alîgiran û gavên 
diavêjin bi yekitiyekê plana bêtesîrkirina PKK’ê derdikeve holê. 
 Wê demê divê çi bê kirin? 
  Çavkanî rapora Barkey e... 
 Bingeha Plana Tasfiyekirina PKK’ê rapora Henry Barkey e… 
 Weke tê zanîn naveroka raporê nêzîkatiyeke bi talûke dihewîne “Mekanîzmaya 
sêalî ku ji DYA, Tirkiye û Rêveberiya Herêmî ya Kurd pêk tê, ji bo tasfiyeya 
PKK’ê dê bixebite; jiçekkirina PKK’ê û teslîmgirtina wê, reva kesan a ji nava 
partiyê bê zêdekirin; kesên teslîm nabin jî rêxistinên Başûr hêj zêdetir bi ser 
de biçin û piştre hêzên çekdar ên DYA’yê bikevin dewreyê”. 
 Lê beriya ku Tirkiye der barê vê raporê de li gorî xala 4’emîn “Piştî ev gav 
hatin avêtin êdî destûr ji PKK’iyên çekdar re ku di bin Rêveberiya Herêma Kurd 
de ne neyê dayin…” gavan biavêje, bi awayekî zû serokomarê Iraqê daxuyaniyeke 
wiha da “PKK an dev ji çekan berde an jî dê ji vê derê biçe”. Rêveberiya PKK’ê 
jî bersiva “Tu hêz nikare me ji welatê me derxe” da. Ev yek jî nîşan dide ku 
heke bi awayekî hestyarî nêzî mijarê nebin, dê tenê hawirdorê bizêrîne. 
 
 Gotinên Abdullah Gul… 
 Abdullah Gul dibêje; “Divê em pirsgirêka kurd bi dînamîkên vî welatê re 
çareser bikin.” Ev gotina wî şoliye, bawerî pê nayê. Madem tu dê bi dînamîkên 
navxweyî çareser bikî çi karê te li Bexdayê heye? 
 Li aliyê din çareseriya derveyî jî bi temamî nayê redkirin. Û PKK’ê gelek 
caran aniye ziman ku ev yek bi pêşengiya Amerîkayê jî pêk bê, rê li ber girtî 
nîn e. Lê divê li ser bingehekî rasteqîn be. Ango, wekî xwediyekî esasî yê 
pirsgirêkê divê PKK muxatab bê girtin, planên ku navê çareseriyê lê tê kirin 
heke li ser esasî tasfiyekirina PKK’ê pêk bên, ev hem encam nade û hem jî dê 
pirsgirêkê hê jî asêtir bike. Pirtir xwîn dê bê rijandin. Û dê berpirsiyarên vê 
yekê jî di serî de Amerîka û şirîkên wê bin. 
 Divê baş bê zanîn gotina; ‘hemû hezên kurd dê bicivin û biryara çekdanînê 
bigirin û PKK jî dê vê yekê qebûl bike, qebûl neke em ê bi ser de biçin’ ji 
tahrîkkirinê wêdetir tiştek nîn e. 
 “Di dema axaftina me de, Serokomarê Iraqê bal kişand ser pêvajoya pêş... 
Rêveberiya bakurê Iraqê dê gaveke ku heta niha nedîtî bavêje... Dê konferanseke 
mezin a ku hemû hêzên kurd tevlî bibin pêk bîne.... Partiyên kurd ên dê li hev 
bicivin dê bangî PKK’ê bikin, bêjin çekê dayne.” (Mehmet Alî Bîrand-Posta) û 
“... ji rojnamegeran Îlknur Çevîk... Talabanî gotiye, heke PKK çekdanînê qebûl 
neke dê bê tecrîdkirin...” (Sabah) 
 
- Didome -  

 

Li ser vê lînkê nivîsê bixwîne...

http://www.welat.com/nuce.aspx?n_id=9477&cure=forum

_________________________________________________________________
Rediscover Hotmail®: Now available on your iPhone or BlackBerry
http://windowslive.com/RediscoverHotmail?ocid=TXT_TAGLM_WL_HM_Rediscover_Mobile1_042009
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap