RASTIYA KONFERANSA NETEWEYÎ -II-
ALÎ MUHAMMED
Ji bo aliyê Tirkiyeyê 3 pêşniyarên berbiçav:
Aşkera divê bê gotin ku hewce ye mantiqê heyî bê guhertin. Ango nêzîkahiyên
xeternak ên wekî tasfiyekirina PKK’ê divê bên terikandin û di çarçoveya
Konferanseke Kurd a rastîn de pirsgirêk bi awayekî samîmî bê nîqaşkirin. Heke
helwesteke bi vî rengî ya rast bê nîşandan, wê demê çareserî nêzîk e. Di
çarçoveya 3 pêşniyarên Ocalan de dikarin ev gav bên avêtin;
1- Îlankirina agirbesteke dualî: PKK’ê heta niha her tim agirbestên dualî îlan
kirin. Lewre êdî bi agirbestên yekalî encam nayê wergirtin. Ji ber vê yekê jî
divê Tirkiye êdî li ser agirbesteke dualî bisekine û wê nîqaş bike. Heke na dê
windahiyên her du aliyan jî girantir bin. Heke şertên Tirkiyeyê rê nedin vê
yekê jî dikare bi awayekî fiîlî bersivê bide biryara PKK’ê ya ‘bêçalaktiyê’ û
vê rewşê vegerîne agirbesteke dualî. Heke PKK niyetên baş ên Tirkiyeyê bibînin,
ew jî dikare rewşa fîîlî bidomîne.
2- Komîsyona Lêkolîna Heqîqetan û Edaletê: Ji bo ku li Tirkiyeyê çareserî pêk
bê avakirina vê komîsyonê girîng e. Ev komîsyon li ser sûcên ku çêbûne dê
lêkolînê bike. Hemû alî dê bên ji vê komîsyonê re biaxivin. Efû jî di nav de
hemû biryarên ji bo aştiya civakî dê ev komisyon bide. Heke na bi sûcdarkirina
PKK’ê û efûkirina sûcdaran ev nabe. PKK xwe nêzî rûmetşikandineke wisa nake.
3- Amadekirina Makeqanûneke Sivîl: Di riya çareseriyê de xaleke ku pirsgirêkê
bi dawî bike jî ev e. Heke ev pêk neyê xalên din jî dê bikevin xetereyê. Di
Makeqanûna 12’ê Îlonê de înkar û nijadperestî heye û divê ev bi dawî bibe.
Ji bo Konferansa Neteweyî ya Kurd 5 pîvan
Piştî ku Tirkiyeyê 3 pêngavên ji bo çareseriyê avêtin, kurd jî divê ji aliyê
xwe ve hin xalan diyar bikin. Ev pîvanên ku di Konferansa Neteweyî ya Kurd de
hatin zelalkirin dê pêvajoyê temam bikin:
1- Pîvana Şer û Aştiyê: Ev pîvan nêzîkahiya kurdan a şer û aştiyê diyar dike.
Ji bo yekitiya neteweyî divê kurd di navbera xwe de vê yekê zelal bikin ka kurd
dê ji bo çi şer bikin û ji bo çi şer rawestînin. Mijareke hesas e lê
nêzîkahiyên cuda di vê mijarê de hene û ev jî alozî û tevliheviyê çêdikin. Şer
divê ji bo kurdan bibe amûrekê ‘xweparastinê’. Her milet vê yekê dike û ev
mafek e. Nabe ku yekalî miletek ji yên din bixwaze ku dev ji parastina xwe
berde. Ev nabe aştî dibe xwe-teslîmkirin. Ango ev pîvan dê bi nêrîneke hevbeş
şertên şer û yên aştiyê diyar bike.
2- Pîvana Yekitiyê: Ev mijar hem kurdên li çar parçeyan eleqedar dike û hem jî
gelên ku bi kurdan re dijîn eleqedar dike. Kurd bi vê xalê dê şert û pîvanên
yekitiya xwe ya neteweyî diyar bikin. Berjewendiyên xwe yên neteweyî zelal
bikin. Dîsa dê têkiliya xwe bi neteweyên wekî; tirk, ereb, fars, asûrî û
tirkmenan re jî zelal û diyar bikin. Divê neyê qebûlkirin ku serdestiya yekê li
ya din bê kirin. Dîsa ji bo yekitiya neteweyî ya kurdan dê rêxistinek çawa bê
avakirin. Berpirsyariyên aliyên kurd dê çawa bên diyarkirin? Bersiva van pirsan
dê bê dayîn.
3- Pîvana Demokratîkbûnê: Yekitiya Neteweyî encak li ser esasê demokrasiyê pêş
bikeve. Esasê vê jî nasnameya demokratîk û lihevkirina demokratîk e. Ango
redkirina nijadperestiya kurd şertekî esasî û hemdem e. Wekî tê zanîn van rojan
hêzên derve û hin hêzên kurd bi israr ferz dikin ku kurd li gorî biryarên wan
tevbigerin. Tu eleqeya vê yekê bi demokrasiyê re tune ye. Nêzîkahiya ji bo gelê
kurd û têkiliyên hêzên siyasî yên kurd dê li gorî vê xalê bên diyarkirin.
4- Pîvana Mafên Çandî: Ev pîvan; nasnameya kurd, zimanê kurdî û mafên neteweyî
di nava xwe de dihewîne. Kurdên ku heta niha rastî asîmîlasyoneke mezin hatine
divê bi vê pîvanê şert û mercên xweîfadekirina nasnameya xwe aşkera bikin. Li
gorî nîqaşên ku li ser vî esasî bên kirin, divê naveroka vê pîvanê li gorî her
parçeyê Kurdistanê bê dagirtin. Bêguman têkiliyên kurdan ên bi gelên cînar re
jî li ser vê pîvanê dikarin pêk bên. Ango mafên ermen, asûrî û tirkmenan jî bên
dayîn.
5- Pîvana Siyaset - Civak - Ekonomiya Demokratîk: Di vir de mijara ku behsa wê
tê kirinê ew e ku di têkiliyên kurdan de ne hêz û ferzkirin, hişmendî û
tercîhkirina demokrasiyê esas bê girtin. Şûna gengeşî, keşmekeşî û têkiliya
hiyerarşîk, divê rêveberiyeke demokratîk û hişmendiyeke tehamulkar bê
afirandin. Her wiha divê dewletên serdest jî ji vê karektera xwe paşve gavê
bavêjin û destûr bidin ku hemû gel nasnameya xwe ya siyasî û hebûna xwe bi
rehetî îfade bikin. Aliyê ekonomîk jî divê bê nîqaşkirin û hevkariya navxweyî
ya kurdan di warê aborî û civakî de bê kifşkirin.
Wekî encam;
Xalên kurdan di Konferansa Neteweyî ya Kurd de bi îradeya xwe diyar kirin, dê
ji bo dewletên serdest jî bibin nexweriyeke çareseriyê. Bi taybetî jî dê ji bo
pêvajoya diyalogê ya li Tirkiyeyê pêk bê bibe gaveke girîng û zemîneke meşrû.
Encax wê demê behsa bêçekbûn û parastina mafên neteweyî yên gelê kurd bê kirin.
Ji herdu aliyan ve encamên ku li jor hatine gotin, pêk bên dê di demekî kin de
pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê li parçeyên din ber bi çareseriyê ve biçe. Di
rewşeke wiha de dê hêzên siyasî yên li Başûr ji bo çareseriya pirsgirêkê bi
riya diyalog û aştiyê roleke pozîf û erênî bilîzin. Li şûna Plana Tasfiyeyê dê
riya çareserî û nexşeriya çareseriyê derkeve holê. -Dawî-
http://www.welat.com/nuce.aspx?n_id=9511&cure=forum
_________________________________________________________________
Quick access to your favorite MSN content and Windows Live with Internet
Explorer 8.
http://ie8.msn.com/microsoft/internet-explorer-8/en-us/ie8.aspx?ocid=B037MSN55C0701A
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---