Te hay ji min heye ku ez her kêliyê te ligel rihê xwe yê şêrîn, bi xwe re 
digerînim. Bi xwe re hiltînim, bi xwe re datînim. Bêyî te hîç im Xanim, bêyî te 
pûç im.
Lê ev çendek e te dîsa xemla xwe girê daye, li ser bejna te şerê rengan e; te 
em dane ber pêlên kesk û sor û zer û ber bi oqyanûsa xweşiyê ve diterpilînî. Li 
Newroz û civîn û govend û dîlanan tu biskên şê li ser rûyê bedew berbelav dikî, 
dihejî, direqisî û tîrên hesûdî û berberiyê di dilê me feqîrhalan de diçikînî! 
Û pê re jî tu didî tilîliyan û wiha diqîrî: “Em ne namûsa tu kesekî ne”! Û di 
ber re jî tu qorziyên çav mê mê, spehî spehî li me nefshênikan dişkînî, tu sêva 
dil tarûmar dikî Xanim, tu lerzên hesûdiyê bi canê me dixî ez bi heyran, tu vî 
belengazî bende û stûxwar dihêlî…
Ji mêj ve ye, tu dizanî, her tim methê te dikim, pesnên bê ser û ber dispêrim 
egoya te, klam û helbest û çîrokên nebînayî li delaliya te difesilînim. 
Ji bo te min serê xwe da, pez û rezê xwe min da, çiya min neqeb kir, di binê 
zindanan de min por spî kir, diran min rizandin, pêrût û pêxwas ez bi çolan 
ketim, min kuşt û xwe da kuştin, ji bo te Xanim, ji bo te. Xwedê şahid e, ev 
nexş û nemûşên ku tev de min ji bo te dikirin ligel te dibû payebilindî û tu pê 
difiriya, agirê sor li egoya te radikir û dibû cîhê kêfxweşiya te. “Ez bimrim 
ji axa sar re me, ez bimînim ya te me, lawiko” ! Gava ku te ev halan li dilê 
min hildida, min dikir ku ez ji Xwedê canekî dîtir deyn bikim û dubare di riya 
te de bidim kuştin. 
Sedem tu yî xanim! Yê min jî yê xwe jî! Loma jî dev ji vê ramana dereke, vê 
ramana ku xerîbî serpêhatiyên  min û te ye berde!
Ma sedem ne tu yî, xwişka dilbijok, ku Qabîl ew qasî hesûdê te bû Habîlê bira 
daxist erdê. Ma sedem ne tu yî, Xweydoka dilrevîn, ku di riya te de xwîna sê 
sed mêrî çû! Ma ne bela te bû, Helenoka çavkesper, ku mêrxasên Troya li erasa 
meydanê bi şûr û rimên xwedayî canê hevdu teraştin! 
Li ser bextê te be, ma hê jî, ne tu bi xwe yî ku xurtiya mêr diwezinînî, 
çelengî û mêrxasiya wan beranberî hev du dikî û yê kêrhatiyê xwe dineqînî. Û 
gava ku tu dikevî tengiyekê xwe dispêrî ber sîngê parêzvanê xwe yê neqandî, tu 
doza dilovanî û xwedîderketina wî ya li xwe dikî. Wê çaxê rewşa te û wî tê li 
du têgihên kevnare diqeside: milk û parêzvanê milk, ango namûs û xwediyê 
namûsê. Di nabeyna te û wî de, ji serê serî heta îro, peymaneke xurt û ew çend 
jî bi êş û karesat hatiye qewl kirin. Vê peymanê ne tu dikarî bişkênî û ne jî 
ez.

“Ez ne namûsa tu kesekî me”!
Kerem ke Xanim, peyveke bêhtirî ya te bêxwedî û bêxwedan: “Ez jî ne mêrê tu 
kesekê me”! Çi îroniyeke ecêb û şeqlovîskî!
Li min negre Xanim, ezê tu car nikaribim vê qêrîna te di guhê xwe kim û bêjim 
tu mafdar î. Her ku tu bi awirên xwe yên mişt xweşî û mêtî û dilbijokî li rû 
min bisekinî û bêjî “ez ne namûsa tu kesekî me” ezê her û her vê bersiva ku te 
jê pêve bersivek dîtir navê li te vegerînim: Hi, te çi got? Erê, lê, çawa, tu 
namûsa min î Xanim!

[email protected]

 

 

www.diyarname.com

 Rıfat Arya


 


--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap