Mamoste Maruf ê hêja

Wekî ji van gotinan dixuye, heger tishtek bi serê hêja Ocalan bê, êdî nema 
dayikek Kurd dikane kesekî wekî wî pêda bike...Ma li Qendîlê j qey kes nemaye, 
ku ciyê vî camêrî dagire...?!
Ma Shêx Saîd Pîranî, Mustefa Barzanî, Shêx Mahmûd Hefîd Berzencî û Qazî Mohamed 
ne kurên dayikên Kurd bûn?... 
Filan çend kîlo ye an çend gram e, wekî gotinên wan kesan in, ku berê gelê me 
kirine du par "ên bi sheref" û "ên bê sheref"....û çi kesê rojekê rexneyekê li 
hêja Ocalan bike, an li partiyekê ji partiyên wî, êdî bê kilo û bê gram e....
Birano, bese nizimkirina Kurdan...Bese hevdu piçûkkirin....Ne hêja Ocalan kurê 
Xwedê ye, û ne PKK partiya Xwedê ye....Di her neteweyekê serok hene, ku di 
qadên cengê de, di rêza pêshîn de xûna xwe didin....Lê dîsa jî mirov diwêrin 
rexneya wan bikin....Rexnekirin li welatekî wekî Koreya bakur an li Kuba an jî 
li Romaniya komonîst bi kushtinê dihate cezakirin, lê dîsa jî bendexaneyên wan 
bi rexnevanan hatibûn tijîkirin....
Mirovê Kurd dikane her roj bavêje ser mala Barzanî û ser Mam Celal Talbanî, wan 
bike ajan, neyar û her tishtekî nebash...Lê min rojekî nebihîstiye, ku 
bo vê yekê kîloyê kesekî hatiye kêmkirin...
Li min biborînin min dirêj kir....

  Li gel silavan, Azadbit Kurdistan 
         Cankurd             

                www.kurdax.net   www.peyam.eu

 http://cankurd.blogspot.com

http://en.netlog.com/cankurd1948



Têldest:  (0049) 163 8 69 81 59





From: [email protected]
To: [email protected]
Subject: RE: Re : {Diwanxane} Ahmet Altan, Öcalan'ı doğru tanıma ve demokrasi...
Date: Wed, 8 Apr 2009 23:25:44 +0300








Mamoste Maruf ez te bi sexsi u bi naviji nasnakim le bele te rastiya aniye 
ziman u te analizeke bas li naveku te lekiriye Xale Brahimra daye. idi hevca 
gotina ne nemaye. Spas


Muhsin 


Date: Tue, 7 Apr 2009 20:58:01 +0000
From: [email protected]
Subject: Re : {Diwanxane} Ahmet Altan, Öcalan'ı doğru tanıma ve demokrasi...
To: [email protected]






Camêro, de ka em lahzekî bi gotina Şeytan bikin û  heq bidin te û navê Ocalan 
ji guhê defterê paxiş bikin û ji civata Kurd bipirsin  “ cimet, ew çû hûn 
dixwazin  kî were şûna wî?” 

Kekê Brahim tu ji me çêtir dizanî tu çend kîlo, çend gram î; tu dikarî vî karî 
bikî? Çend Kurdistanî dengên xwe didine te?

 

Em bêjin tu bi xwe dizanî; tu kî û kê pêşniyar dikî?

Li çar parçeyên Kurdistanê û li Ewropaya kambax kes û kesayetiyekî/e maye ku te 
qîra xwe tê nedabe; te rezîl û risuwa nekiribe? 

 

Tu partî û sazî û dezgeh û rêxistinek Kurdan maye ku  te reş nekiribe; bi raya 
giştî wek dijmin wek bêkêr û bêxêr  nedabe nasîn?

 

Çend meh berê min ji ber nivîsa te derxistibû dabû ber te;  heta niha te çend 
partî û rêxistin û sazî û rêhevalan  di çend mehan de di nîvê rê de hiştine? 
Gelo qedr û  rûmeta te li cem Kurda maye?  

 

De bese Xalê Brahim; ji xwe re teqawid be; dest şûştî ling şûştî li ser postê 
xwe rûnê û li benda Ezraîl bisekine  û bîranînên xwe binivîse; ev bîranîn wê 
bibin dîroka bêbextîyê ya Kurd û Kurdistanê...  xizmeta mezin a ku tu bikî êdî 
ev e.

 

 


--- En date de : Lun 6.4.09, dicle fırat <[email protected]> a écrit :


De: dicle fırat <[email protected]>
Objet: {Diwanxane} Ahmet Altan, Öcalan'ı doğru tanıma ve demokrasi...
À: 
Date: Lundi 6 Avril 2009, 22h16



Değerli Arkadaşlar,
 
Ahmet Altan'ın "Apo ve Mandela" yazısı hakkında yazdığım bir yazıyı size 
gönderiyorum.
 
Selam ve başarılar.
 
İbrahim GUÇLU

Windows Live™ ile e-posta kutunuzdaki işlevlerin çok ötesine geçin.
 Diğer Windows Live™ özelliklerine göz atın.





_________________________________________________________________
Show them the way! Add maps and directions to your party invites. 
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/products/events.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap