Li ser Kongireya Neteweyî ya Kurdistanî   

Hemî xûshk û birayên, ku xwe bi va mijara giring gêro dikin:

Di sala 1989 de li Londonê yekemîn car bizavek hate kirin ji aliyê gelek 
mirovan ve, ku encûmeneke neteweyî ya kurdistanî bite avakirin. Hîngê ez di 
komîtiya birêvebirina Yekîtiya Rewshenbîrên Welatparêzên Kurdistan (YRWK) de 
bûm, hem di avakirina wê de û hem jî di derxistina 4 hejmarên pêshîn ên kovara 
Rewshenê de keda min jî hebû (Bavê Barzan li Swêd vê yekê dizane)...Ez li ser 
navê xwe çûm kongira Londonê, û li wir min û hêja shêxê me yê Kurdên Ezdî 
(Derwêsh Hesso) ji kongirê xwestin, ku PKK jî bite pejirandin û divê nûnerekî 
wê di komîtiyê de wekî nûnerên hemî partiyan hebe...Li dawiyê pash gelek 
gengeshiyan biryar hate standin, ku komîtiya hilbijartî têkiliyan bi PKK re 
çêbike...Ez û hêja Derwêsh Hesso bo komîtiya birêvebir, li gel hinek 
nishtperwerên din, hatin hilbijartin, ji her 4 parçeyên Kurdistanê hinek zana û 
Doktor û Profêsor jî hebûn, û bi ser de jî rehmetî general Ezîz Ekrawî...
Pash ku ez vegeriyam Almaniya, hêja (Mashallah Özturk), ku hevalê min bû di 
komîtiya YRWK de, li ber hevalên komîtiyê xwest, ku ez ji komîtiya kongira 
neteweyî derkevim, ji ber ku "ewana!" çi caran napejirînin, ku dostekî wan bê 
razîbûna wan di derekê keve, û "ewana!" kongireyeke neteweyî napejirînin, ku 
hêja Öcalan ji xwe re wekî serokê teviya neteweya Kurd nenase...
Min pash wê yekê dev ji komîtiyê berda, lê ne ji ya kongireya neteweyî...min 
dev ji YRWK berda, û ji wê rojê ve navbera me wêran bû...

Mixabin, roj derbas bûn, hem YRWK bi tevayî kete bin basikên PKK (me dixwest ew 
wekî pireyeke roshenbîriyê be di navbera herçar parçeyên Kurdistanê de), û hem 
jî hêja Cewad Melle, ku wekî sekretêrekî kongireya neteweyî bû, bi biryareke 
çewt kongire xiste bin basikên PKK û çû Moskow, da li wir pesindariya PKK û 
serokê wê bike...Kongira neteweyî bû ya PKK...Pash demeke kurt belavokek 
derxist û têda bi hishkî û bê perde dev avêt PKK û serokê wê û anî zimên, ku ew 
hate xapandin...!

Sal derbas bûn û navê kongireya neteweyî bi navê PKK ve hate girêdan...Carekê 
li Brüsselê (Belçîka) ez jî hatibûm vexwendin civîneke amadekirinê...Hîngê di 
navbera PKK û PDK de têkilî gelek wêranbû bûn, û kesek ji wê nehatibû, hema 
PDK-S (Elpartî) hatibû. Di navbera PKK û YNK de têkilî bash bûn û rehmetî 
Ibrahîm Ehmed jî hatibû civînê, ku hemî mezinên YNK ew mirov ji xwe re wekî 
mamhoste dizanîn. Bi rast hinekan dixwestin, ku kongireyeke bê KDP pêda 
bikin...Min li wir got ku hatina PDK-S (Elpartî) bê aghadarkirina KDP çênedibû, 
lew re divê kongire vê rastiyê berbiçav bike...û têkiliyê li gel PDK 
avabike...PDK ne dijî kongireyeke neteweyî ye, lê ew nakeve bin basikên 
kesekî...

Ya rast eve:

Gelek kongireyên neteweyî kurdistanî di saya PKK û serokê wê de hatin li 
darxistin, hema di cîhana azad û demokrat de, navê PKK ji lîsteya saziyên 
"Têrrorîst" nehate derxistin, tevî ku PKK, ne tenê navê xwe, belku hemî 
bernameya xwe jî guhart...Hêja Obama (Bavê Husên) jî wekî Bavê Azad ê berî wî 
deselat li Amerîka xistibû destê xwe, bi ashkereyî PKK wekî saziyeke nehezkirî 
li ber Turk û Kurdan anî zimên.

Ez dibînim ku berî rakirina navê PKK ji lîsteya resh çi kongireyên neteweyî yên 
kurdistanî rast bê PKK û zarokên wê (PYD, PJAK, DTP û PCDK) bi sernakeve, hema 
di bin saya wê de jî tishtek bash naye pejirandin û ew kongire nabe kongireyeke 
kurdistanî...

Bo ku ev mijar bash pêsh ve biçe çavpêketina hêja Ahmed Turk bi Bavê Husên 
(OBAMA) re gaveke giring bû, lê wê hîn çêtir be, gava serokatiya PKK ya li 
Qendîl ji serokê xwe Öcalan bixwaze, ku ew bi xwe nameyekê bo Obama bishîne, an 
jî ewana li ser navê PKK nameyeke wilo binivîsin û têde bidin xuyakirin, ku wan 
teviya siyaseta xwe guhartine, nema wekî hêzeke Dij-Amerîka û Dij-Israîl 
kardikirin, têkiliya wan bi Iranê re nîne û ewana piçekî ji ramanê Stêrka xwe 
ya sor bidûrdikevin. Di Kurdistan û derveyê Kurdistanê kesekî nadin ber gef û 
gurrên xwe....

Kongireya neteweyî ya kurdistanî giring e, lê berî wê giringtire ku kesek xwe 
di ser kesekî re nebîne û bizava xwe neke, ku serokê partiya xwe (an partiyên 
xwe) bi darê zorê wekî serokê teviya Kurdan bide nasîn...Ya dî ku tev giringe, 
ewe ku pêwîste li Kurdistanê û li derve, gava Kurd hatin ba hev, êdî ji hev 
netirsin û nekevin wê gumanê ku ji nishka ve, yekê niha rabe û bi kulm (boks) û 
dar û qayîshan li ser çavên roshenbîrekî nede....

Kongire li gor serpêka "tecrubeya" min, ku ji sala 1989ê ve ez alîgê wê me, 
gava pashîne di dan û standina navxweyî de, di her parçeyekî Kurdistanê de û 
pisht re di teviya wê de...Bila di serî de partî bên ba hev, navbera xwe zelal 
û rohnî bikin, hevdu bipejirînin û wekî xûshk û birayan bi hev re bidin û 
bistînin, wê kongire bi xwe ber bi wan ve bibeze...

Bimînin di xêra Xwedê de...


  Li gel silavan, Azadbit Kurdistan 
         Cankurd             
                www.kurdax.net   www.peyam.eu

 http://cankurd.blogspot.com

http://en.netlog.com/cankurd1948



Têldest:  (0049) 163 8 69 81 59





From: [email protected]
To: [email protected]
Subject: {Diwanxane} Re: Konferansa kurd....
Date: Wed, 15 Apr 2009 08:25:47 +0300








 

Ez piştî ev analîzên xwe, nûha dikarim bipirsim ku “gelo kîjan konferansa kurd 
dê bê lidarxistin?” Dîsa ez dikarim bipirsim ku “gelo ev konferansa di vê 
perspektîfanan de dê li dar bikeve?”
Bersîva min erênî nîne.
             îbrahîm gûçlû

 

nivisa li jor beşek ji nivisa birêz îbrahîm gûçlû a ku di çendek berê ji komê 
re hatîye şandin e,li di vê nivêsê da ji xweya dike ku hişê wî di vî mijarê da  
tevli heve ,ne analîzê wî berbiçev  ne jî objektîv nivisandîye.

 çend pirs ji gûçlû re 

1- pêşnîyara konferasa ku dtp  ê ,pkk ê dikin xetere wî çîye ?

2-hizêke sereke a kurdîstanî mafê wê tine ku daxwaza di nava  lîjneya  
amadekarina konferasêda bin?

3-birêz öcalan tenê ji bû pdk û ynk ê divê je nikarin bi tenê kurda temsîl 
bikin an na?

4- weka rewşenbîrek ka prespektîfê we?

5-win heta kuder ê karin bi pejirînin ku pkk ji alîyê hêzên başur û deshilatdar 
ê  dinya  yê ve rewa were dîtîn?

6-ger konferans li ser navê bi çekirin a  pkk ê çixa wê sinc  (ehlaqî be?

 silav û rêz

 berfobarî

 


Date: Mon, 13 Apr 2009 10:00:00 +0300
Subject: {Diwanxane} Konferansa kurd....
From: [email protected]


Hevalên Hêja,
 
Ez di derheqê konferansa kurd a navnetewey de nivîsareke xwe ji we re bi rê 
dikim.
 
Bimînin di xêr û xweşiyê de.
 
Îbrah3ım GUÇLU
 
 
</html




_________________________________________________________________
Show them the way! Add maps and directions to your party invites. 
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/products/events.aspx
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap