Li Gundê Sîsîfosê Rojekê Nîsanê

Cerdevanên gund çekên xwe dîsa

Zivirandin ser gundîyan.



Li hember gur û çeqalan berxên me

Li hember xenzîrên how zevîyên me

Ji bo kû biparêzin

Me ji qirika bebik û sêwîyên xwe birrîye

Ewên ku me çek avêtî ser milên wan

Ewên ku me cil û çek li wan pêçaye

Ewên ku me xwarin û vexwarin daye wan

Carek di jî berî çekên xwe dan

Ser gundîyên bêdev û bêziman.

Berî çekên xwe dan

Ser gundîyên di kar û xebatên xwe de

Ewên di 'erd û baxçeyên xwe de dişixulin

Ewên dajon axê bi niçikên hestîyen xwe

Ewên aşêf dikin zevîyan.

Û ji me re ferman kirin kû

Em dîsa bikevin ser çokan

Û tozê postalên wan bigrin;



Pispis û parazîtên gund

Ebeboz û peyagirên gund jî

Li çepikan xistin ji wan re, dev bişirîn,

Li teneke xistin

Û dest bi leyîstinê kirin.



Bi wî awayî, carek di jî,

Li ber zarokên me heqaret li me kirin;

Li ber jinên me, me bi girî kirin,

Li ber êl alem, li ber gundê cîranan

Me li 'erdê dan mêze kirin.



Bi wî awayî, carek di jî,

Herî azad, herî ava,

Li hember gur û çeqalan biamînî

Dest bi dest, mil bi mil

Hewesa xebitandin û lebitîn

Hilberandin û parî kirin

Û hevdu hezkirina me

Ber gewrîya me de hiştin.



Lê dema evana dibûn,

Ji her tiştî bêxeber dînê gund,

Hewayê de bi hejikandina çoyê xwe,

Ji serê meydanê bi bazdanê hat

Û bi îşaretên ji bêzimana re xas,

Ji me re wî dara

Di nav şafirê bidirişk de hişk bûye

Mizgîna hêşîn bûna wî

Salan duv salan mizgîna

Çîçek dayîna wî anî.



Û pê ve kir:

Li bin dara hêjîrê da jî

Meryema bakîre vî carî,

Gedeyek mîna stêrk ne tenê,

Gedeyên mîna stêrkan,

Qîzên mîna hîvan,

Wek mûcîze, cewîyan,

Pêncberan, nehan

Anîye dinê...



Û dest pê kirina axaftina bebikan

Çer hatine dinê...



                                               Cahit KOYTAK

                                                Ji Tirkî: Baran ÇAÇAN

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap