Seferê me yê Hekarî û...
Ew ji heftê bavan vir de bi girsehî, bi gelemperî  har û hov û barbar in... 
 
Ew ji pişta kûçikan in; lewma ji mezinan re boçik dihecinin; lê dev dikin qirik 
û gewriya  lawaz û hejaran û wana  dixeniqînin...
***
 Ev heştê sal e; qûna xwe kutane deriyê dewletê û jê pişt digirin û xwe 
digijgijînin kurdan... 
Hal û mesele û rastî ev e ku heta roja bêyom a cumhûriyetê  ew newêrîbûn di bin 
siya me re  derbas bibin...    
 
***
Ji wan çend kes hene ku hûn wan baş nas dikin û  didin ser serê xwe; ew  
dilşewat in û bihna mirovatiyê ji wan tê; 
Ew, an bi esilkî û nijadkî ne ji wan in... 
Ew, an bi qasî ku lanet li wana bînin, bi qasî ku ji wan  ikreh bikin  “bi 
pûşên wan hesiyan e”...
Ew, an jî ew kes in ku bi xwendin û bi çavên seran dîtina mirovatî û caniktî û 
camêrtiya gelên din hişê xwe tovî serê xwe kirin e, li xwe werqilî ne...
***
Ev nêrînên min ji bela hêrsê ji ber klavyeya min nepekiyan e...
Ez baş pê dizanim ku wehşeta wan di bin şert û merc û psîkolojiya  şer de jî  
derneketiye holê... 
***
Beriya ku ez bîranîneke xwe pêşkêşî we bikim; dixwazim hin problemên sosyolojîk 
deynim ber we û bersîvên wan  jî pê ve:
 
Virek fermî û kîtabî:Ew polêsê ku bi qûntaxa çeka xwe  tasa serê  “Sefer ê 
destekî goşt” dişkênand û   dikir mejiyê wî derîne bixwe û pê dilê xwe rehet 
ke,  yek mirovekî delodîn (anormal) ê bi tena serê xwe bû û tu car 
nûnertiya(temsîliyeta)netewa tirk û   polêsên din ên dewleta tirk  nake. Îsbata 
vê yekê jî bi awakî fermî şermezarkirina rayedaran û serdana generalekî tirk e. 
 
Problem: Gelo Şermezarkirina fermî ya tirkan û  wîjdan û kesayetî û derûniya  
tirkan wekhev in?
 
Wek mînak;Rayedarekî  tirk gava bi fermî, bi devkî  dibêje “ermen jî 
hemwelatiyên me ne û em wana tu car ji tirkan cuda nahesibînin û ew û em xwedî 
heman mafan in”  bi dilkî çi difikire? 
Bersîv: Ermeniyên  k... di  q... de( a... godûmûn ermenilerî)
 
Gava yek ji wan dibêje: Em û yewnanan du gelên bira yên  Behra Egeyê ne; di 
rastiyê de çi difikire ? 
Bersîv: Yewnanê qehpik! ( kahpe yûnanli)
 
 
Gava yek ji wan dibêje: Em û kurd hezar sal e bi hev re dijîn; wek goşt û 
neynûk bi hev ve zeliqîne; em birayên hevûdu ne;  di rastiyê de  derheqê  
kurdekî di civatê de aşkere dibêje ez kurd im çi difikire?
 Bersîv: Cudahîxwazê bê şeref ê ji dola ermeniyan! (Ermenî dölû, şerefsîz 
bolûcû) Sih çil sal berê digotin; kurdên bi boçik, kiroyên Xwdê , kurdên 
heram...( Kûyrûklû kûrtler, Allahin kiroları, pîs kûrtler)
 
Pirsên  girîng: 1- Ev dijûn ên dermîrovahî û derasaletî û derolî û derzagonî  
di  jiyana rojane ya  civata tirk de her roj bi hezaran caran bi dengêkî  
bilind, bi barebar, tên bikaranîn an na? Bersîv: Elhaq, amenna û  seddeqna erê 
û  belê...
 
Pirsên  girîng: 2- Heta niha li tu  derekî( kolan, çayxane, otobês...) tu  kes 
û kesayetiyek tirk,  tu car li ber van çêr û dijûnan rabûye û  bertek nîşan 
daye?
Bersîv: Naxêr û na! 
 
 
Pirsên  girîng: 2- Çi telewîzyon, çi rojname, çi sazî û rêxistin û kes û 
kesayetiyên fermî û  ne fermî yên tirkan heta niha ( bi qasî nîvê rexneyên  ku 
em li şêx û axayên xwe dikin) tu rexneyek li çanda tirk a şoven û nijadperest û 
dermirovahî û derexlaqî û êrişkar kirne? Dilê wan û paxişkirina qirêjiya li ser 
dilê gelê tirk heye an na?
Bersîv: Na, hezar car na. 80 sal berê Netewa Tirk qehreman bû; îro hê  jî 
qehreman e...
 
Sond: wê rojê, li Hekariyê, gunehê tu “polêseke/kî tirk”  bi Sefer Turanê kurd 
ê 14 salî nehatiye. Tu polêsk ranebûye  wî polêsê êrişkar şermezar nekiriye...
Sonda mezin a bê fitwa: Li Tirkiyeyê tu polêsekî, di nav civata polêsan de bi 
dengê bilind  nikare rexne li wî polêsî bike;
İdiaya min : Çend metropolên tevlihev û kozmopolît  ne tê de li tu gund û 
bajarên tirkan , kes newêre wî polêsî di nav civatê de şermezar bike; jiber ku 
ji tirkan, ên li dijî whşetê, ên xwedî wijdan pir û pir kêm in....  ( çawa ku 
kes bi tena serê xwe   nikaribe komkujiya Ermenan, an kuştina Hirant  şermezar 
bike, şermezariya  lêdana Sefer jî ne pêkan e )   
  
 
Yek ji hezar bîranînan -ên ku bûyera Sefer Turanê me yê Hekarî tîne bîra min- 
ev e : 
 
Sal 1968. Gundekî Qereyaziya Erziromê Navê gund: A.R. (Ez bi zanetî aşkere 
nanivîsim; jiber ku dibe zarokên wan pê aciz bibin) 
 
Meteke min li wir li mêr e...  Rojekî ji rojan, bi qewlê Serhediyan, mufreze 
davêje ser gund. Gundiyan bi tevahî  bi maneya gera li çekan, bi zar û zênç, bi 
kofî û kulfet, bi pîr û kalan- nabêjin ev nexweş e, ev dergûş e-  li rasta 
gund  kom dikin. Cendirmeyên goçmenên Balkanan û kafkasan, niştecihên kirşehîr 
û Trebzon û yozgat û Îzmîr û Antalyayê wekî gurên har bi qûtaxên çekan dikevin 
nav gundiyan û gişkan di nava xwînê de dihêlin û jin û zarokan wek xesîl li 
erdê radixin... 
 
Hin mêr ji şerman bi zorî be jî li ser xwe disekinin. Ji wan yek jî E...ê mêrê 
meta min e. Ew bi rastî jî pir babaegît û ji xwe xweş bû. ser û guhê wî, kinc û 
solên wî tim û tim paxiş bûn. Gava te wî di dawetan de, di govendê de didît 
qêmîş nedikir lê mêzekî! Ew bi baqa simbêlên xwe yên badayî, bi bejna xwe ya du 
mêtroyî, bi bedena xwe ya wek Çiyaygewrkê tim û tim serê govendê dikişand. Wê 
rojê jî pirî lêdidin ser û guhê wî  di xwîna sor de digevizînin, canê wî mîna 
sêlê reş dikin; lê ew dîsa li ser xwe disekine... Dibînin ku nakeve; tînin 
kincên wî- kiras û derpê jî tê de - tev jê derdixin. Li ber çavên zarok û jin û 
kal û pîran rût û repal tazî dikin... Werîsek dirêj tînin bi canê wî yê heram 
ve( penîs) girêdidin û serê werîsê   xelekoyî dikin stûyê kurapê wî û bi ço û 
qûntaxan       heta ji wan tê bi zeft lêdixin. Ew ji êşa canê xwe qil
 dibe xwe wir de wê de davêje, bi vî hawî îşkenceyek kesnedîtî li E...yê kurapê 
xwe dike. Bi sedan şahedên vê bûyerê hê jî sax in, li ser xwe ne...
 
Wê roja reş, ji wan sed cendirmeyan  yek be jî  ranebûye negotiye “ eyb e, şerm 
e, wiha nekin!”
 
Bala xwe bidinê; ji ser bûyera Xalê E...yê 41 sal derbas bûn. Ew çiqas guherîn 
e?  Em? 
 
Kurdino, baweriya we bi Xwedê be  îro em, li tevahiya Cihanê bi mirovatî û bi 
dilşewatî  bi aşitîxwazî û bi demokratbûna xwe gelekî bijarte ne...
Divê em bi vî taybetmendiya xwe serbilind bin...
                                                                  Mamoste Marûf 
                                     
 
 
   
 
 
 
        
 
 
 
      
 


      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap