Piştgirî û Protesto
Em Dewleta Tirk û Hukûmeta AKPê ji ber êrîşên hovane û operasyonên li dijî DTPê, li dijî zarokên kurd û vîna sîyasî ya azad a gelê kurd şermezar dikin û piştgiriya DTPê dikin. Her wiha bang li her kesekî mirovhez, demokrat, şoreşger, welatparêz û yê ku dilê wî/ê ji bo aştî, mirovahî, wekhevî û jiyaneke azad lê dide dikin ku dengê xwe li ser dengê me zêde bikin û em bi hev re dengêk li ser qêrîna ji bo azadiyê ya zarokên kurd zêde bikin. Weke tê zanîn piştî hilbijartinên şaredariyan û rêveberiyên herêmî, li gel hemû lîstik, pêkutî û zordariyên hukûmeta AKPê û dewleta tirk jî, vîna azad a gelê kurd û xebata bêhempa ya DTPê bi ser ket û li Bakurê Kurdistanê DTPê 99 şaredarî û pê re jî serkeftineke mezin bi dest xist. Bi vê serkeftinê re, rê li ber xiyala her kesekî mirovhez a çareseriya demokratîk û aştiyane vebû, şenseke mezin ji bo vê yekê derkete holê. Bi vê re, Tevgera Azadiya Gelê Kurd jî ji bo lez bide vê pêvajoyê, destek bike, rê li ber veke, bi fîdakariyeke mezin, car din heya 1ê Hezîranê yekalî şer da rawestandin. Bi kurtî, aliyê kurd, ji bo aştî û çareseriya demokratîk çi ji destê wî hat kir û hîn jî vê helwesta xwe bi aramiyeke mezin didomîne. Dewleta tirk û hukûmeta AKPê mîna ku dihat payîn, bersivek li gor xwe, ango hovane dane vê hewldana aştîxwaz û çareseriya demokratîk û bi çavsoriyeke mezin li ber çavên cîhanê li dijî berpirsên Partiya Civaka Demokratîk (DTP) û rêveberên sazî û dezgehên gelê kurd operasyoneke berfireh dane destpêkirin û gelek kesî girtin, bi hinceta endametiya Tevgera Azadiyê ceza kirin. Dîsa di Meşa Amara de du ciwanên kurd bi rengekî hovane kuştin û bi dehan kesî birîndar kirin. Her wiha di xwepêşandanên ji bo protestokirina van êrîş û operasyonan de, bi dehan jin, zarok, kal, pîr û ciwanên kurd birîndar kirin. Hîn doh li Colemêrgê çi bi serê zarokê 14 Salî S.T ve anîn hemû cîhana kerr û kor dît û dîsa zarokek di heman temenî de li heman ciyî kuştin. Bê guman ku ev êrîş û operasyon, îlana nepejirandina şerrawestandina Tevgera Azadiyê ye û pê re jî nepejirandina çareseriya demokratîk û aştîxwaziyê ye. Ya tê kirin, hewldana rêlibergirtina pêşketina Tevgera Azadiyê ye; hewldana rêlibergirtina lêgalîzebûn û sîyasîbûyîna Tevgera Azadiyê û gelê kurd e. Lewra her çiqas nexwazin bawer bikin û nepejirînin jî, dînamîzma mezin a gelê kurd dibînin. Her wiha dibînin ku ev dînamîzma mezin dema xwe di qada legal de birêxistin bike û siyaseta xwe bi rê ve bibe, dê çi bibe. Ew hînê vê mezinahiya gelê kurd nebûne. Ew her dixwazin 'kurd memet' nobedarê pîsiyên wan be, xizmetkar û dîlê ber destê wan be. Ji ber ku hebûna xwe jî li ser vê yekê ava kirine û wendakirina van 'dîl'an dikare bibe tunebûna wan. Ji lewre jî em car din dibêjin, divê her kurdek dilsoz, li ku devera cîhanê dibe bila bibe, divê deng û rengên xwe bilind bike, her kurdek bibe kelemek di nav çavên hêzên ku di nav hewldana tunekirina wan de ne. Ji ber vê yekê, Redaksiyona Malpera Amîda Kurd jî biryar da ku ji berêvekê ve, ew jî tiştek bikin û piştgirî bidine vê pêvajoyê, van êrîşên hovane yên li dijî îradeya gelê kurd protesto û şermezar bikin. Ji bo vê jî, me biryar da ku ji bo protestokirina hukûmeta AKP û dewleta tirk û piştgiriya DTPê em kampanyayeke îmzeyan bidine destpêkirin û wan îmzeyan bişînine di destpêkê de ji parlamentoya Ewropayê û Meclîsa Tirk re, her wiha ji hemû sazî û dezgehên sivîl ên navneteweyî re. Ji ber vê jî grîng e ku kampanya berfireh bê girtin û li gel kurdan, hewl bêne dayîn ku ji çar aliyên cîhanê, dostên gelê kurd jî piştgirî bidine vê kampanyayê. *Ji bo îmzeyan: [email protected]* Rêveberiya Malpera Amîda Kurd --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
