ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ Û PIRTÛKA MATEMATÎKÊXwendevanên hêja;
Wek
Enstîtuya Kurdî ya Amedê heta niha em bi piranî bi berhemên wêjeyî û
çandî derketin pêşberî we. Lê em dizanin saziyeke ku navê wê Enstîtuya
Kurdî be her çiqas giraniyê bide berhemên wêjeyî û çandî jî karê wê
tenê ne ev e. Divê di gelek qadan de bixebite û ji bo afirandina
lîteratura kurdî ya di her qada zanistî û ramyarî de hewl bide.
Rêzdar
Hesen GUNEYLÎ di encama xebateke demdirêj de ev berhem afirandiye. Di
vê berhemê de hinek xalên sereke yên Matematîkê bi kurdî hatine
ravekirin. Ev destpêkeke hînbûna matematîkê ya bi kurdî ye. Hinek
mijarên sereke û têgihên matematîkî di berhemê de cih digirin. Ji ber
ku destpêk e mijar bi berfirehî û kitekit negirtiye dest. Lê em bawer
in ji bo pêşketina lîteratura matematîkê di kurdî de dê roleke girîng
bilîze. Hinek mijarên sereke yên ku di vê berhemê de cih negirtine jî
dê di çapa duyem an jî cîlda duyem de cih bigirin. Em hêvîdar in em ê
wan jî bigihînin ber destên we. Jixwe nivîskar xebatên xwe bênavber
didomîne û hewl dide ku ji tevahiya berhemên matematîkê yên ku heta
niha hatine amadekirin jî sûdê werbigire. Her çiqas zêde dixwest jî
berhemên ku li Başûr hatine amadekirin negihîştin ber destên wî.
Di
dawiya pirtûkê de ferhenga kurdî–tirkî–îngilîzî ya têgihên ku hatine
bikaranîn cih digire. Di navlêkirinan de bi piranî ji ferheng û
berhemên heyî sûd hatiye wergirtin. Kesên ku ji bo van navlêkirinan
xwediyê ramanên cuda bin ku nêrînên xwe bi me û nivîskar re par ve
bikin em ê kêfxweş bibin. Hûn dikarin ji malpera bi navê 
http://www.matematikakurdi.com/
û Enstîtuya Kurdî ya Amedê re van dîtinên xwe ragihînin. Ev berhem ji
bo me di heman demê de destpêka pêvajoya nîqaşa têgihên matematîkî ye
jî.
Xwendevan û xebatkarên zimanê kurdî yên hêja;
Wek ku me
li jorê jî got heta niha me giraniya xwe da xebatên çand û wêjeyî. Lê
ziman bi tenê di qada çand û wêjeyê de nayê bikaranîn di her qada
jiyanê de tê bikaranîn. Ji ber vê yekê pêşketina ziman tenê bi qada
çand û wêjeyî ve ne girêdayî ye. Di heman demê de bi qada zanistî ve jî
girêdayî ye. Ji ber vê yekê digel xebatên çandî û wêjeyî bi qasî hêza
xwe em ê giraniya xwe bidin xebatên zanistî yên wek matematîk, fîzîk,
kîmya, biyolojî û hwd. Kesên ku dixwazin di van qadan de bixebitin an
jî dixebitin û berhemên amadebûyî li ber destên wan hene û dixwazin
xebatên xwe bigihînin xwendevan û xebatkarên zimanê kurdî dikarin van
xebatên xwe bi me re par ve bikin. Çi ji destê me bê em ê ji bo van
xebatan bikin.
Bi hêviya amadekirin û ragihandina gelek berhemên bi vî rengî, bimînin di 
xweşiyê de. 
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
B- KUNYEYA PIRTÛKA MATEMATÎKÊ
Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê: 16 
Zanist: 1
Navê pirtûkê: Matematîk 
Nivîskar: Hesen GUNEYLÎ
Redaksiyon: Serwet DENÎZ - Semra OZBEY
Berg û Rûpelsazî: Azad ZAL
Çapa Yekemîn: Avrêl 2009
Çapxane: Berdan Matbaası 
ISBN: 978-975-01719-5-6
Ebat: 160 x 230 mm
Rûpel: 80 rûpel
Tîraj: 1000
Buha: 8.00 TL
TÊKILÎ
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
EDUBBA
Sosyal Bilim Bilgi İletişim Merkezi Basın Yayın Reklamcılık Eğitim
Sanayi Ve Ticaret Limited Şirketi  Navnîşan: Huzurevleri Kalem Sokak
No: 32 Kayapınar / DİYARBAKIR Tlf/Faks: (0 412) 237 43 16 
 e-mail: 
 [email protected]





_________________________________________________________________
Sadece e-posta iletilerinden daha fazlası: Diğer Windows Live™ özelliklerine 
göz atın.
http://www.microsoft.com/windows/windowslive/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

<<inline: MatematikKurdi.jpg>>

Cevap