Eger hûn bixwazin bi çavê serê xwe bibînin ka rayedarên dewletê
yên wê demê di zemanê nêzîkbûna wefata Seydayê mezin ûstad Bedîûzzeman Mele
Seîdê Kurdî de çi anine serê wî vê parçeyê bixwînin. Ji xwe piştî wefata wî
malûmê we ye çi anîne serê laşê wî yê pîroz ...
A.Kadîr Bîngol
Bayram Yûksel Vedibêje:
Şeva 19'yê Adar'a 1960'ê, saet dudo yan jî dudo û nîv bû. Min û kak Zûbeyrî
bihevra li ber serê Seyda nobet digirt. Kak Zûbeyrî milên wî diferikand, min
jî lingê wî... Seydayê me li min nihêrî û got: "Em ê herin..." Gava ku min gotê:
"Seyda em ê herin kûderê?" got: "Riha, Amed..."
Cardî got: "Em ê herin..." min gotê: "Bi kû ve Seyda?", got: "Em ê herin
Rihayê." Li ser vê çendê kak Zûbeyrî got: "Ji ber ku agirê wî gelik zêde ye,
lew holê dibêje."
Seyda gotina "em ê herin" li ser hev dubare dikir. Gotina Amedê carekê ji
devê wî derket, her tim digtot: "Riha..."
Kak Tahirî û birayê me Hûsnî (Hûsnî Bayrêmê Safranboluyî yê telebe û ajokerê
Bedîûzzeman) hatin nobetê. Ez û kak Zûbeyr em çûn bo xwarina paşîvê. Seyda
cardîn bo birayê me Hûsnî holê got: "Xwe amade bikin, emê herin Rihayê."
Hûsnî jî holê gotê "arizeya lastîkan (lastîkên erebeyê) heye.) Seyda holê
bersiva wî dabû: "Em ê herin Rihayê, tirimbêleke din jî dibe. Dused banknot
jî be ez ê bidim. Hetta ez dikarim cubeyê xwe jî bifiroşim.
Birayê me Hûsnî hat, rewş ji me re ragihand. Tavilê me dest bi amadekirina
tirimbêlê kir.
Me tirimbêl amade kir, Seyda jî xwe amade kir. Kak Zûbeyrî jî hêj di şev da
holê digot: "Xwezika Bayram jî bihatiba... Dê gelik arîkariya wî bigihîje me,
em tena serê xwe wê gelik zor be." Ji ber ku Seyda dema diçû Enqere û
Stenbolê tu kes bi xwe re nedibir, bes Kak Zûbeyrî û birayê me Hûsnî diçûn.
Kak Zûbeyrî jî holê digot: "Seyda da ku bala xelkê nekişêne gelik kesan bi
xwe re nedibir."
Seyda xwe amade kir, dema ji derî derbikeve Kak Zûbeyr bi wasiteya Kak
Tahîrî ji Seyda da pirsiyar kirin: "Ezbenî, ma Bayram jî dê were?" Kak
Tahîrî bi temenê xwe ve mezin bû. Kak Zûbeyrî ji ber edeba xwe di rewşên
holê dijwar de tiştên bi vî rengî bi Kak Tahirî dida pirsiyarkirin. Seyda jî
got: "Dê were". Ji xwe min jî xwe amade kiribû.
Me cihê Seyda danî pişta tirimbêlê û ew di ser de dirêj kir. Ez û Kak
Zûbeyrî di cihê ajokerî rûniştin.
20'ê Adar'a 1960'î, saet tam neh bû. Li ser cadeyê, li ber deriyê Seyda polês
sekinîbûn. Înonû êrîşî Menderesî kiribû. Wê demê di radyoyê de weke danezana
hukûmetê: "Tê tewsiye kirin ku Seîd Nûrsî li Emîrdag yan jî li Ispartayê
rûne" xwendibûn. Polêsan bêhtir ditirsiyan ko ew ê here Enqere yan jî
Stenbolê.
Dema ko em ji garajê derketibûn baranê lêdikir. Herî zêde em ji parêzgerê
(waliyê) Konyayê (Cemîl Keleşoglu) ditirsiyan. Lewre wê demê her roj di
manşêtên rojnameyan de gotinên wî yên "ez ê koka nûrciyan ji erdê rakim"
derdiketin. Dema em gihîştin Egrîdîrê baranê gelik xweş kir. Dema em di ber
karakola polêsan de derbas bûn, polêsan ji ber baranê xwe xistibûn hundir
de, em nedîtin.
Hêjan em negihîştin Şarkîkaraagacê me plakeya tirimbêla xwe herî kir. Li wê
derê jî kesî nedît. Gava em gihîştin baxê Merama Konyayê, Seyda dîsa nexweş
ket. Qet nedikariya biaxafta. Dema em ketin Konyayê de me ji dikanekê hin
zeytîn û pênîr stand. Me dê di fitara êvarê de bixaraba. Pereyê wê jî Seyda
da. Seyda got: "Lawên min, ez gelik nexweş im, ji dêl min ve hûn bixwin. Em
ketibû xema ko parêzgerê Konyayê me ji wê derê bi şûn de birêke, lewre em ji
xirabiya wî ditirsiyan.
Bi arîkariyê Xwedê bêyî ko kes me bibîne di kêleka Mizgehfa Mewlana de em
ketin ser rêya Edeneyê û me ajot. Em di Karapinarê de derbas bûn. Hêj em ne
gihîştîn Eregliyê, Seyda devê xwe anî ber guhê min û Kak Zûbeyrî û holê got:
"Lawên min, qet meraq nekin, Rîsaleê Nûr pişta bêdînan û masonan
şikênandiye. Rîsaleê Nûr dê her tim bi ser keve. Hûn meraq nekin. Vana ez
nasnekirim (qedrê min nezanîn)... Vana ez nasnekirm (qedrê min nezanîn)... Vana
xwestin ku min tevlî siyasetê bikin.
Wexta nimêja evarê (mexribê) em gihîştin Ulukişlayê. Sibê katjimêr 7.30'ê de
em gihîştin Dîlokê (Entabê). Dema em ji Nîzîpê derbas bûn rê ji ber berfê
xera bûbû, herî û teqan bû. Gelik tirimbêl mabûn di nava rê de. Lê belê em,
ne lastîka me qetiya, ne jî tirimbêla me xerabû. Em adeta wek bayê diçûn.Kak
Zûbeyr û Birayê me Hûsnî ji ber ku di Rihayê de gelik mabûn riya wê gelik
dizanibûn. Em saet yazdehê de gihîştin Rihayê.
Em rastûrast çûyîn Mizgefta Kadioglu'yê. Lewre Kak Abdullah Yegîn li wê derê
bû. Em gihîştin nêzî mizgeftê. Kak Zûbeyrî ji bo ko gazî bike Kak Abdullahî
beziya. Seyda got: "Zû em biçin, dema min tune ye."
Bedîûzzeman Xatirê Xwe Dixwaze
Bedîûzzeman êdî li Ruhayê bû. Gihîştibû cihê xwe yê dawiyê.
Bedîûzzeman gihîştibû rojên xwe yên xilasiyê. Rojêk şûn de wê bigihîştiya
mekanê xwe yê dawiyê.
Gunduzalp û telebeyên li cem wî evya zanibûn. Berpirsiyariya vê çendê li ser
milê wan bû.
Abdullah Yegîn vedibêje:
Rojek ya duşenbê bû, nîvro bû. Dema ko min destnimêj digirt, min dît vaye
yek dibeze tê, bi telaş dibêje "Seyda hat, Seyda hat!" Min lingê xwe dişûşt
min dit kak Zûbeyr ji derî de kete hundir, gazî min kir û got: "Seyda hat,
zû were!"
Min bi lez lingê xwe şûşt. Em bi hev re beziyan. Sebrî Kuçuk gotibû "Otêla
herî baş Otêl Palas e". Em li taksiyê siwar bûn û me berê xwe da wê alîyî.
Di taksiyê de dema min rewşa Seyda, zeîfiya wî û bêhaliya wî dît ez perîşan
bûm. Girîna min jê re hat.
Seyda gelik nerehet bû. Nedikariya li ser lingê xwe raweste. Em ketin bin
milê wî de em çûyîn Otêla Îpek Palasê. Di wê demê de polêsan pirsa Seyda
kirin ko ew kî ye. Me jî bersiv da.
Sibeha sêşembê ango piştî wê roja ko em hatibûn, Seyda hinkê rehet bûbû,
heçkû baş bûbe. Dema ez hatim ba wî holê got: "Qet meraq neke! Kufir miri
ye. Ji vê gavê û pê ve nikarin tiştekê bikin."
Roja sêşembê xelkê fewce fewc hatin serdana Seyda. Bedîûzzeman her kes qebûl
dikir û bi wan re eleqedar dibû. Zûbeyr Gunduzalp li ber deriyê Bedîûzzeman
sekinîbû û bir bibir xelk berdidan hundir. Bayram Yuksel jî di hundir de
arîkariya xelkê dikir ko da yên hatîn mal ve karibin destê Seyda maçî bikin.
Di heman rojê de polêsên siyasî hatin û gotin: "Ajovan li kû ye? Xwe amade
bikin, hûn ê herin.
Telebeyên Bedîûzzeman jî bersiva wan da: "Seydayê me nexweş e, nikare here".
Piştî ku ewne çûn, vê carê deh-yanzdeh polêsên ko cilê fermî li ser wan bûn
hatin û heman gotin dubare kirin:
"Dê, xwe amade bikin, tavilê hûn ê herin Ispartayê.!"
Bedîûzzeman hinkê sekinî û bersiva wan da: "Ecêp! Ez ji boyî mirinê hatime
vir, ne ji bo çûyînê!"
Wezîrê karê Hundir Namik Gedîk dema bihîst ku bedîûzzeman li Rihayê ye, di
cih de kete telaşê, ferman li ser fermanê şand.
Gelê Rihayê dema fermana wezîrî seh kir coşiyan. Pênc-şeş heezar mirovên ko
li derûdora otêlê kom bûbûn ser hev têlgiraf şandin bo Enqereyê.
Bi hezaran têl gihîştin Menderes û Namik Gedîk.
Hêzên ewlekariyê ji ber ku ketibûn tengezariyê Zûbeyr Gunduzalp û Hunsû
Bayram birin emnîyetê.
Polês: "Hûn ê herin!"
Gunduzalp: "Nexweşiya wî helik dijwar e. Ne qabil e bikare cardîn zehmetiya
rê ya 24 saetan rabigre."
Polês: "Çawa hatibe vir, dê welê here jî! Bizzat ji wekîl fermana mîsoger
heye"
Gunduzalp: "Em qet nikarin mudaxeleyî wî bikin."
Polêsan: "Em girêdayî amirên xwe ne, hema lazim e du saetan de hûn vê derê
biterikînîn."
Gunduzalp: "Ez jî girêdayî Seydayê xwe me, ez nikarim vêya bibêjimê!"
Zubeyr Gunduzalp Mehmût Hasirciyê Rihayî bi xwe re bir çûn meqamê Mûdîrê
Ewlekariyê. Mehmût Hasircî Mûdîr baş nas dikir.
Di navbera wan de ev gotinên han derbas bûn:
Mûdîrê Ewlekariyê: "Hûn ê Seydayê xwe bibin. Eger hûn nebin, em ê bi darê
zorê bişînîn. Ji Seydayê xwe re bibêjin."
Gunduzalp: "Em nikarin tiştekî bibêjin Seydayê xwe."
Mûdîr: "Qey hûn camid in?"
Gunduzalp: "Belê em camid in. Seydayê me ji kû alîyî ve pehîna xwe li me
bixe em bi wî alîyî ve digindirin. Seydayê me çi bibêje em wê dikin."
Mûdîrê Ewlekariyê xeberên nexweş dibêje Gunduzalp. Gunduzalp ji ber van
xeberan gelik eciz bibe jî, lê didanê xwe çirisand û sebir kir û tu
hereketên maddî nekir.
Gunduzalp, hin Telebeyên Nûrê yen Rihayî hişyar kir û xistin tevgerê.
Bayram Yûksel vedibêje:
Di vê navberê de Mehmet Hatîpogluyê Serokê Parêzgera PD (DP) dema seh kir ku
dê Seyda ji Rihayê derxin bi lezûbez hat ba Mûdîrê Ewlekariyê û bi vî rengî
lê kire qêr:
"Ev çi qewimiye? Eger hûn cenabê Bedîûzzeman ji vêrê derxin, hûn ê di
hemberî xwe de min bibînin. Tu kes nikare zerarê bide wî û wî ji vir derbixe
jî. Bedîûzzeman mêhvanê me ye."
"Ezbenî, ji jor de, ji wezaretê ferman heye. Dibêjin "çawa hatiye wê derhal
welê vegere, here jî."
"Dê çawa vegere yahû! Mêrik nexweşekî giran e, nikare xwe bileqîne. Zatekî
gelik muhterem e, nehewceyî vê zoriyê ye."
"Ezbenî, fermana ko ji Enqereyê hatiye gelkî dijwar e û misoger e, dehal
divê vegere." Dema wîya ev got, Hatîpoglu gelkî hêrs bû û demanceya xwe danî
ser maseyê.
Ev helwesta bibiryar ya Hatîpoglu ew der hinkê sakîn kir.
Di vê navberê de bijîşkê ko hatibû Bedîûzzeman mûayene bike ji wan re holê
got: "Hewe bi çi caseretê evê hanê hetanî vêrê aniye? 40 derece agirê wî
heye"
Piştî ku bijîşk ji wir çû Amirê Ewlekariyê hat, holê got: "Ferman mîsoger e,
teqez divê hûn vegerin Ispartayê." Bedîûzzeman gava hayê wî jê çêbû bi
zehmetî bi ser xwe ve hat û holê peyivî:
"Ez vê gavê deqîqeyên dawî yên jiyana xwe derbas dikim. Ezê herim, dibe ko
li vir bimirim. Hûn mecbûrin ko ava min amade bikin. Ji amirên xwe re
bibêjin..."
Vana gotinên dawî yên Bedîûzzeman bûn.
Amirê ewlekariyê piştî ku zanî rewş cidî ye, mecbûr ma ji otêlê derket.
Agirê bedîûzzeman dîsa bilind bû û nexweşiya wî dijwar bû.
Telebeyên wî bi dorê li ber serê wî nobet digirtin.
Serê pêşî Bayram Yuksel ko ew du roj bûn nerûniştibû erdê jî piştî nimêjê
mexribê destûr xwest û du saetan nivist.
Paşê dora Gunduzalpî bû. Ew jî ew hefteyek bû ranezabû.
Piştî nimêja eşayê hinkê xwe pal da.
Hunsû Bayram ko ji bêxewiyê lingê wî direcifîn xwest hinkê razê
Dora nobetê ya Bayram Yuksel bû.
Û şev saet 2.00-2:30
Seyda hê beriya bibe şev ji ber herareta xwe qeşa xwestibû, jê re anîn.
Beyram Yûksel jê re got ko "ev e qeşa hatiye"; lê Seyda bi serê xwe îşaretî
wî kir ko ew naxwaze.
Yuksel jê re got: "Seyda ez çayê çêbikim?" Dîsa bi heman awayî bersiv da.
Bayram Yuksel lêvê wî ko ziwa bûbûn şil dikir. Seyda stûyê Bayramî girt û
nêzî xwe kir. Wê jê re tiştek gotiba, bes êdî taqet nemabû. Bayram dema dît
Seyda sakîn bûye nixamt.
Ji bo ku Seyda ji ronahiya lambeyê nerehet nebe lambe bi mendilê pêça. Paşê
li ber lingê wî rawestiya û li benda hişyarbûna wî ma:
"Ax, min nedizanî ko Seyda çûye alema ebedî. Ma qey (tiştê bi vî rengî) li
ser min derbas bûbûn... Min nizanibû ko Seyda wefat kiriye, min digot qey
nivistiye. Paşîv jî derbas bû. Kak Abdullah, Kak Zûbeyr û birayê me Hunsû
hatibûn. Ez çûbûm ko cizûka xwe bixwînim. Gazî min kirin.
Kak Zûbeyrî li ber serê Seyda rawestiyabû, em her çar li wêrê kom bûbûn. Em
zêdê zêde xemgîn bûn. Kak Zûbeyrî holê got: "Carcaran halên bi vî rengî li
ser Seyda da tên, wê derbas bibe" laşê wî germ bû.
Bûbû sibeh. Gazî Waiz Emer Efendî kirin.
Emer Efendî çawa Seyda dît got: "Înna lîllah we înna îleyhî racîûn. Birano,
Seyda wefat kiriye..."
Ji tirkî: Abdulkadîr Bîngol
Bediüzzeman'ın Sadık ve Kahraman Talebesi Zübeyir Gündüzalp-Hayat Mefküresi,
sayfa: 249-256
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---