Kurdî çi ye?
Kurd bi giranî ji sedsala 19’an vir de ji bo mafên xwe yên netewî têdikoşin,
xwîn û xwîdana xwe tevlî hev dikin û dirijînin. Lê heta ev çend salên dawîn,
ew di warê ziman de pir tişt nekirin; li benda avakirina Kurdistana serbixwe
sekinîn. Piştî famkirin dîtin ku di şert û mercên cihanê yên îro de dewleteke
serbixwe zû bi zû ne pêkan û hêsan e, bihn û bala xwe dan ser zimanê xwe yê ji
hêla wan ve heta niha paşguhkirî, sêwî hiştî.... Lê ew nizanibûn ku ziman, bi
gotina wêjenas û zimannas û lêkolînvanê îngîlistanî yê bi nav û deng Samuel
Jhonson( Doktor Jhonson, 1709-1784) “pîşeyek nankor e” û tu gavek jê dûr
bikevî ew bi çargavî ji te direve.
Dîsa ew nizanibûn ku ziman wek candarek ji candaran e û ger tu lê xwedîti
nekî nikare li ser xwe bimîne; dimire diçe... Lê zimanê Kurdî herçiqas di
dirêjahiya desthilatdariya kadroyên nijadperest ên komarê de derbek mezin
xwaribe jî bingeha wî pirî zexm bû wenda nebû û bi nîvruhî be jî hehta roja îro
hat.
Xediyên wî yên tekoşer ên heta çend sal berê jî pişta xwe pê de kiribûn ji
nişkave li xwe varqilîn dîtin ku êdî hew dikarin bi zimanê bav û kalan
biaxivin! Bi lez û bez mil û zend badan û dest bi xebatê kirin; lê hezar heyf û
mixabin ew gelek ji wan êdî nikaribûn wek mezinên berê bi zimanekî xwezayî û
fesîh û letîf û bi coş û bi kêf û henekan tijî biaxivin... Belê zimanê wan ji
peyvên xerîb hatibû safîkirin û bi yên kurdî hatibû xemilandin û dewlemendkirin
lê giyan û mejî û şêwaz çêkirî û biyanî bû... Dersa mezin a divê mirov jê
bigire ev e: Te ziman wenda kir, belê tu dikarî bi xebatek bêhempa dîsa
bidestbixî; lê ew bi rewş û xemla xwe ya berê nayê...
Zimanê Kurdî piştî hişmendiya van çend salên dawîn hema bêje serê xwe ji xewa
mirinê rakir û hat ser hemdê xwe . Lê hê jî bi xetereyek pir mezin ve rûbirû
ye. Başûr ne tê de li tevahiya parçeyan jiber tunebûna derfetên perwerdehiya bi
Kurdî, jiber qedexekirina wî ya li qada fermî, jiber tengbûna bazara wî, jiber
biçûkdîtin û bêrûmetkirin û şerê psîkolojîk ê dagirkeran ji hêla girseya mezin
a kurdên apolîtîk ve bi têra xwe nayê bikaranîn. Bi taybetî nifşên nû yên ji
gundên xwe derketine û li bajar û metropolan bi cih û war bûne di nav çend
salan de xwe ji ziman dikin.
Ev rewşa bêzimaniya girsehî ya kurdan çend nifş şûn ve bênasnametiyêke giran jî
bi xwe re tîne. Ev “mirovên bi diruvkî, bi bejn û balan kurd, lê giyan û mejî
ne tu tişt” dikin serûbinobûyina derûnî ya xwe - ev yek bi serê xwe nexweşiyek
e- bi peydakirina nasnameyeke çêkirî derman bikin. Ev derman an teqlîdkirina
nasname û çand û rabûn û rûniştandina netewa mêtingehkar e; an jî jiyanke ji
serî heta binî bi şert û ruknên olî honandî ye... Ev nasnameya nû ya ku ew
nabêjin çê yê, xerab e dixin şûna hemî kevneşopiyên netewî û herêmî yên bav û
kalan, pirî caran kesayetiyeke ewqas serhişk û bihnteng û hov û fanatîk
derdixe holê ku li ti dera cihanê, di ti dewr û dewranan de kes lê rast
nehatiye û nedîtiye...
Tevkujiya li gundê Zankirtê û mêrkujiyên bi “domûzbaxî” yên “Hîzbula” yên di
salên 90’î de qewimîbûn mînakên herî berbiçav ên vê kesyatiyê ne... Ev
kesayetiya “çêkirî û malê diziyê” gelek caran jî durû û teqiyekar û
berjewendîperestên herî hoste yên civakan diafirîne. Piraniya “siyasetmedarên
esilkurd” ên olparêz û tirkparêz ên 80 salan ên Cumhûriyetê bi vî şiklî ne...
Em bi dilrehetî dikarin vê yekê bibêjin: “ zimanê Kurdî ne tenê mifteya
çareseriya pirsgirêka kurd e; ew dermanê çareseriya pirsgirêka tenduristiya
giyanî ya kurda ye jî...
Mamoste Marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---