*Mewlana Cizîrî - evîndarê Sultanê Kaînatê *        *>> Abdulkadîr
Bîngol*CIZÎRA
BOTAN, 23/5 2009 -- Mewlana Cizîrî yanî bi navê xwe yên din Melayê Cizîrî,
Şêx Ehmedê Cizîrî. Ez bixwe herdem ji vî evîndarê evîna rastî û lehengê
wêjeya Kurdî re "Mewlana" dibêjim. Gelo, çima tenê ez vî sifetî layiqî wî
dibînim? Çima tenê ez wî weke Mewlanayê me dibînim? Dîsa ez bi xwe dikarim
bersiva wê bidim: Çima mewlanayê farisan hebe, yên tirkan hebe, çima yê me
nebe.

Hetanî îro gelik kesan di derbarê mewlana Cizîrî de pênûsa xwe xebitandine,
dîwana wî çapkirine, bo zimanên din wergerandine, gotinên wî şîrove kirine.
Di derbarê wî de, di derheqê dîwana wî ya pîroz de çiqas xebat bête kirin
hêjan kêm e. Ew layîqî xizmetên hê bêhtir e. Hinde xizmetên zêde jê re were
kirin, ew ji gelên dinayayê were nasandin, haya xelkê ji mefkûreya wî çêbibe
bêguman wê ew bibe sedema kêfxweşiya me.

Bes li gorî nêrîna min di wan kesên ko behsa Mewlana dikin de kêmasiyek
heye. Ew jî ev e. Em dikarin wan kesên ko behsa Mewlana dikin bikin du birr.
Birrek ji wan vî zatê hanê tenê ji aliyê wêjeyê ve dinirxînin û di wî warî
de wî qedirbilind dibînin. Birra duwemîn jî tenê ji aliyê olî ve wî
dinirxînin û payekî bilind didinê.

Mirov dikare bibêje di aliyê yekemîn de welatparêz û neteweperwerên ko haya
wan ji olî nîne, hetta ji wê zêdetir eleyhîyê dîn de ne cî digrin; di aliyê
duwemîn de jî kesên sofî-meşreb ên di mijara welatperwerî û neteweperweriyê
de nesîbê wan tunne ne cî digrin. Erê hinek şêx û sofî civat û sohbetên xwe
bi qesîdeyên vî zatî dixemilînin, di ber qesîdeyên wî re serê xwe dihejînin,
adeta xwe dixin nav cezbeyê; lê qet behsa welatperweriya wî nakin. Li aliyê
din de jî hin kesên ko xwe neteweperwer dihesibînin, vî Melayê hêja di
çarçoveyeke teng de, tenê di aliyê wêjeyê de wî dihêlin. Qet behsa wî çendê
nakin ew evîndarê Sultanê Kâînatê ye. Ji ber wê eşqê dil û mêlak pêve
nemane.

Wellah, ji herdu aleman min husna canan e xerez
Lew min ji husna dilberan her sun'ê Rehman e xerez

Li gorî min dema yek ji aliyê olî ve Mewlana binirxîne û behsa eşq û evîna
wî ya Xwidayî bike, divê pêre pêre behsa welatperweriya wî jî bike. Eger
vêya neke neheqiyê li wî dike. Ji aliyê din ve jî eynî...

Ma ne welê ye? Dema şêx û sofî berê xwe bidin qesîdeya wî:

Mela, her Wî bibîn, her Wî, eger her Wî dinasî tu
Huwel-me'bûd, huwel-meşhûdû bel la xeyre fîd-dareyn

Pêwist e qesîdeya wî ya ko tê de pesnê Mîrê Botan yê berxwedêr û
Kurperperwer dide ya:

Ne tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xorasanê di ferwarê te bi

Û ya tê de behsa navê Kurdistanê dike:

Gulê baxê îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im

Deyne li ber çavê xwe, da nirxandina wî ne yek alî be û neheqî lê neyê
kirin.

Lewra wek me di jor de jî got; du aliyên Mewlana Cizîrî henin: Yek aliyê wî
yê eşqa îlahî. Di vê mijarê de hempîşeyê Mewlana Celaleddînê Romî, Camî,
Şîrazî û Yunus Emre ye. Ya din jî işqa neteweyî. Mirov dikare di dîwana wî
bi awayekî rehet rastî vêya jî were. Her yek ji wan bê ya din nabitin.

Piştî vê çendê da ko giyanê wî yê pîroz şad bibe ez ê qesîdeyeke wî ya ko
min şîrove kiriye pêşkêşî we bikim. Bi hêviya ko hûn sûdê jê werbigirin.

Îro mela ser û pa lew têkî bûme ateş
Min dî seher xeraman ney-şekera şirîn-meş

Serapa: Ji serî hetanî ling. Xeraman: Ya/yê ko xwe dihejîne û bi naz dimeşe.
Neyşeker: Qamîşa şekir.

Mela! Sebeba ko îro ez ji serî hetanî lingan bûme agir ewe ko min di wexta
seherê, di beyana sibehê de ew dilbera ko bejn û bala wê mîna ya qamîşa
şekiri ye û rêveçûna wî şirîn e dît vaye ji wê têt û bere jî xwe dihejîne.
Ango ji ber wê çendê ye ez ji serê xwe hetanî lingê xwe bûme agir. Yanî laşê
min hemû bi hev re dişewite.

Ya Reb! Çi turfe meywe, ev renge mey dibexşet
Şi'ra me tê perîşan, nezma me tê muşewweş

Turfe: Nadir, ecêp, nû. Mûşewweş: Bêserûber, bêpergal.

Ya Reb! Ew meywe û fêkîya ko ev meya han jê çêbû ye çi meywekî ecêb e! Xelkê
tiştê bi vî rengî nedîtine. Ji wê meyweyê meyeke welê çêbû ye, ji wê dema ko
min hinkê ji wê vexwariye û pêde ye êdî helbesta me belav dibe, sererast
nabe, nezma me jî têkilîhev dibe, bi awayekî bêpergal û bêserûber derdikeve
holê.

Dil geşte min ji dêrê, naçim kenîşteyê qet!
Mihraba wê bi min ra, wer dê biçîne Laleş

Geşte: Veger, berêxwedana aliyeke din. Dêr: Perestgeha dînê Îsewiyan,.
Kenîşte: Perestgeha dînê cihûyan. Laleş: Di dînê Êzidiyan de ciheke Pîroz e,
dikeve Başûrê Welatê me.

Dilê min berê xwe ji çûna aliyê dêra îsewiyan zivirandiye, êdî naxwaze here
wir ko digel wan îbadetê bike. Heman welê, êdî ez naxwazim biçim kenîşteya
ko cihê îbadeta cihûyan e jî. Birhên dildara min yên ko dişibin miharaba
mizgeftê her dem digel min in û li ber çavê min in. Hevalno! De werin em
biçin Laleşa ko perestgeha êzîdiyan e, da em bi wan re îbadetê bikin. Ji ber
ko meqseda min birhên dilbera min in û ew birhana jî her gav li ber çavê min
in û li cihên secdeya sekinî ne; êdî li gorî dînê me tu zerer nîne ko ez di
Laleşê de îbadetê xwe yê dînî pêk bînim.

Mehbûbî wek sitêr e, govend û işqîbazî
Têkil biçin semayê hişyar û mest û serxweş

Helqeyeke reqs û govendê hatiye lidarxistin. Mêhbûbên ko bi bedewî û husn û
cemalên xwe ve mîna stêrên li ezmanan in ronahiya xwe dane ser wê govendê,
ango ew jî têkilî wê govendê bûne. Di wê govendê da digel aşiqên heqîqî, yên
ko di işqa xwe de ne dilsoz in jî cî girtine. Ey ew kesên ko ji tevlîbûna wê
govendê bişûnde mayîne! De werin em hemî bihev ra herin, têkevin wê govendê.
Çi yên di işqa xwe de rastin û ji ber meya evîna heqîqî mest û serxweş in;
çi jî yên di işqa xwe de derewîn in, ferq nake, werin em hemî bi hev re
têkil bibin.

Heywan li ko dimînit? Em muftiyê zemanîn
Bêtin ji destê saqî cama zelalê bê xeş

Heywan: Jiyan, meqsed ji vê hiş û eqil e. Saqî: yê/ya ko meya evînê li ser
meyxuran digerîne. Cam: Qedeh. Xeş: Têkilbûna avê, bêxeş, ango ya av têkil
nebûyî, meya zelal û safî.

Dema qedehek ji meya işqê ya saf û saf û zelal ya tiştek têkil nebûyî ji
destê saqî, ango ji destê dilberê bigihîje ber destê me û em jî ji wê meyê
vexwîn, êdî wê çawa hiş û eqil di serê me de bîmîne. Halehale em bi xwe
mûftiyê vî zemanî ne û di vê mijarê de gotin ya meye û haya me ji razên herî
kûr yê vê meselê jî heye.

Wer guhde çeng û nayê, şirîn ko bên semayê
Camê binûşe vêran, çi sade û çi zerkeş

Çeng û nay: Herdu jî alêtên mûzîkê ne. Sema: Reqs. Sade: bêneqş, Zerkeş:
Zêrkirî, ya bi zêrî hatiye neqişkirin.

Ey ew kesê aşiq! Dema ew dilberên şirîn di govend û reqs û semayê de cihê
xwe girtin hingê guhê xwe bide dengê çeng û nayê. Her weha wê çaxê digel wan
dilberan cama işqê jî vexwe. Dema te mey vexwar li çawabûna qedehan û li
rengê wan nenêre; ew qedehana divê bila sade û bêneqş bin, divê bila zêrkirî
bin, ferq nake.

Tali' ko têt û firset, muhlet li nik heram e
Min umrê Nûhî nîne, wer saqiyo, bi lez xweş

Tali':Bext,

Dema bextê te ji bo te bo yar û ji te re lêhat û firset çêbû, emaneta min li
te ewe ko tu ji wê firsetê sûdê werbigrî. Eger na, ango tu îhmalê têde bikî
heta ko ew derfet ji holê rabe, wê demê ew helwesta te li gorî zanyariya olî
heram e. Çûnkî mumkin e êdî firseteke welê nekeve destê te de. Ji ber ko
umrê mirov bisînor e, dibore diçe. Ma qey temenê te mîna yê Cenabê Nûh dirêj
e ko tu wê firsetê ji destê xwe derxênî. Madem rewş holê ye, nexwe saqiya,
bilez were, meya işqê bîne, bi me bide vexwarin.

Seyda di vê malikê de dixwaze bibêje ko Xwedayê Jorî careke bi tenê derfet
daye mirovan ko ew were li vê dinyaya xapînok bibe mêhvan. Piştî ko mirov
mir û ji vê dinyayê derket û uxira xwe xêrkir çû, êdî îmkana careke din ya
bo hatina vê dinyayê neqabil e. Ê nexwe divê mirov li jiyana xwe gelik
miqate be, qedrê dema xwe bizanibe, zemanê xwe di tiştên pûçik de derbas
neke. Lewra ev dem gelik biqedr e, deqîqeyên wê nayêne kirrîn.

Ney-şekera şirîn-qed! Me 'jdest te mey divêtin
Da sîne pê cela dîn, rewşen bikin dilê reş

Neyşeker: Qamîşa şekir. Qed: Bejin, Şirîn-qed: Bejinşirîn. Sîne: Sing e,
meqsed jê qelb e.

Ey dildara mina bejin-şirîn û bejin-delal mîna qamişa şekerî! Em meyê ji
destê te dixwazin, me divê tu bi destê xwe yê bimbarik meya evînê bi me bidî
vexwarin. Da em vî dilê xwe yê ko ji ber gunehan û ji ber xefletê reş bûyî
bi wê meyê cila bikin, da ew bi awayekî baş nuranî û ronahî bibe.

Camid çi kin bi husnê? Ko wan nezer li xwar e
Xer-tebet in, di ebleh, çi nêrgiz û çi kerbeş

Camid: Bêrûh, hişk. (mecaz: Yên ji işq û evînê fêm nakin). Xer: Ker. Ebleh:
Ehmeq. Kerbeş: Navê giyakî bêstrî ye.

Kesê ko camid be, ango haya wî ji işqê nebe wê ji spehîtahiyê çi bike. Wê ew
kes çi zanibe ka bedewiya rûyê dilberan çi îfade dike. Çunkî ew kesê bi vî
rengî be berê wî her tim li xwar e, li tişta bêqîmet e; nikare li tiştên
bilind bifikire. Xûy û tebîeta wî wek yê keran e, her weha ew kes ehmeq e,
li nik wî di nav bera wê nêrgiza delal û bêhnxweş û wê kerbeşa xwedan-strî
ko xwera kera ye, tu cudahî nîne. Hetta, kerbeşê li ers gukê re jî digre.

Kor e, xwe nasipêrit carek bi dest delîlan
Ebleh çi kit tewafê, nabînitin Berê reş

(Dewama beyta jorî ye.) Ew camidê ko di malika jorî de behsa wî hinkê hatiye
kirin kor e, rastiyan nabîne. Herçiqas ji aliyê fîzîkî ve xwediyê du çavan
xuya bike jî lê ew ji aliyê çavê dilî ve kor e, ango bê besîret e. Digel wê
çendê ko kore jî lê bicarekê xwe nasipêre ustadekê, rêberekê; ko ew rêber
rastiyên jiyanê nîşanî wî bide. Ew mirovê ebleh be, ehmeq be, dê çawa karibe
Berê Reş tewaf bike. Lewra ew bi carekê Berê Reş nabîne.

Bîzê dikit ji qencan, ji remz û naz û xencan
Qedrê gulan çi zanit, kerbeş divêt kerê reş

(Dewama camidî ye) Ew camidê ko berî niha behsa wî hatibû kirin, nefretê ji
delaliya dilberan dike, berê xwe ji remz û nazê şûx û şepalan, ji xenc û
awiran wan dide alîkî. Çi tam û lezzetê ji wan seh nake. Ma qey ker wê çi
zanibe ka gul çî ye, spehîtahî û bêhna wê çi ye, çi îfade dike. Di tebîeta
kerê reş de ji gulê bêhtir meyla wî li ser kerbeşê heye.

Feyda me şubhê Nîl e, em Dîcle û Furat în
Ger şeyx û we'r îmam e, vêraye min keşakeş

Nîl: Rûbareke parzemîna Efrîka ye. Dîcle û Firat du çemên welatê me
Kurdistana rengîn in. Keşakeş: Gengeşî, nîqaş, cedel.

Feyz û bereketa ko li ser min de tê mîna ava Nîlê Misrê zêde ye. Herweha em
bixwe jî mîna Dîcle û Firatê ne. Ango dilê me ji aliyê zanyariya dînî ve, ji
aliyê marîfeta Xwedayî ve tejjî ye. Di vê xusûsê bila ji tu kesî re gumanek
çênebe. Eger hin zanyarên zanyariya zahirî di bawerkirina vê angaşta min de
zehmetiyan bikişênin, yan jî bawer nekin ko ez xwediyê taybetmendiyek bi vî
rengî me, bila ew werin ba min lewra ez amademe ko bi wan kesan re têkevim
hemû cûreyên gengeşiyê û vê angaşta xwe bi wan bidin qebûl kirin.

Şoxa ko ez di bendê, dil girtîye kemendê
Letîf e, zuhre-sîma, ebrû hîlal e, mehweş

Şox: Rind, delal. Kemend: Tayeke dirêj e, ji bo dîlgirtina mirovan tê
bikaranîn. Letîf: nazik. Zuhre: Stêra sibehê, zuhre-sîma: Ya rûyê wê mîna
stêrê şewq û şefeq jê diçe. Ebrû: Birh. Hîlal: Heyîva nû derketî. Mehweş: Ya
wek mehê.

Seyda di vê malikê de spehîtahiya dildara xwe radixe ber çavan.

Ew dildara mina gelik delal û spehî ya ko ez kirime bend û esîrê xwe dilê
min bi kemendê bi xwe ve girêdaye. Herweha ew dilbera min rûyê wê wekî stêra
zuhreyê ko jê re tê gotin stêra sibehê şefeq jê diçe. Birhên wê wekî hîlalê,
ango heyîva nû qews in. Rûyê wê wek heyîva çardeşevî ye.

Birhên ji qewsê qudret nîşane kir Nîşanî
Lami' ji ber dibarin, ji yengîyek weh perweş

Yeng: Tê gotin ko Yeng cikeke ko bi tîrê xwe bi nav û deng e.

Birhên dildara min ji qewsên qudreta Xwidê hatine çêkirin. Van qewsana ev
Melayê (behsa xwe dike) ko leqeba wî "Nîşanî" ye ji xwe re kiriye hedef û
nîşan û li ser hev tîran diavêjiyê. Ew tîrên ko têne bedena min dema têne
avêtin, diteyisin. Subhan ji Xwedê re! Ev tîrên ko ji yên Yengê ne, çiqas
zêde û bilez perên xwe tavêjin.

Ellah! Li min hubba te, çi şeker û nebat e
Ji nûve dê cuwan bim, ger bêhn bikim gula geş

Ellaaah! Ey dildara min! Ev hezjêkirina te çiqasî şêrîn e. Gelo, ev ji kîjan
texlîtê şekerî çêbûye? Ger ez gula geş dîsa bêhn bikim, bê guman ez ê cardîn
li dema xwe ya xortaniyê vegerim. Armanc ji "gula geş" wîsala mehbûba wî ye.
Ango eger wîsala/gihîştina dildara min dîsa ji min re bibe nesîp, bê şik ez
ê piştî vê kalbûniya xwe dîsa bibim xortê berê, piştî vê jariya xwe
bigihîjim hêza xwe kevin.
----------------------------------- Nivîskar: *ABDULKADÎR BÎNGOL
[email protected]* <[email protected]>

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap