01 Haziran 2009 Pazartesi 10:16 tarihinde berfo bari <[email protected]>yazdı:

>  NIVISEK HONAKÎ LI SER KESATÎYÊN XWE ASTENKIRINA ZIMAN (OTOASÎMÎLASYON)
> Li ber lingê wî dirêjkirî bû xwîn davêt , çendek li birina ku xwîn davêt
> mêzekir.Xwîna diherîkî bi dilkovanî , weka ku
> nexşekî dîrokî çêbike hawirdorê bi xwîna xwe ya esmerî neqişdikir.
> Rahişt xencera xwe çenk bû a kû li erdê bi derba xirt bike. Ne bû, dîsa
> xwîna ku bela dibû bala wî kişand bû, xwe
> gavek paşde da baş lê mêzekir , xwin bi esmarîya xwe nivisek dinivsand.
>
>
> " Ji ber vê çerxa çepez dad dixwazim
> Ez roj û şev bi nalin û feryadim
> Dîlber di nav istirîya de maye
> Ma ezê çewa vî dilê xwe şa kim"
> BABA TAHÎRÊ URYAN
>
> Wisa weka sewsî bû ewa li erdê , eva kû karesata jiyana modern bû, ewa kû
> mirov nikar bû wekî bar ji wê hilbigre .
> B i xwina xwe dixwaze çi bêje gelo?
> Na, na got:gere ez heyfa van xweşikîyê ku nejîyame van bajara vê serdestîyê
> gere ez tev ji a erdê bistînim.
> Rakir xencera xwe dîsa hewl da ku biçikîne di kirasê koçerî de. Berî wî,
>  serê xwe rakir  ji tiştê didit bawer nedikir.!
> Xwin weka pênûsek dîn! nivisa dinivisand.
>
> " Siwarên Zerdeşt man bêkes
> Hurmiz, nehat rehmê li hîç kes"
> PÎR ŞALYAR
>
> Li benda mirina a erdê bû ji xwera digot: gere ez xilasbivim ji van hevok û
> birîyê esmerî . Axaftina xwe berdewam dikir : Ka ezê çewa bi van hevok û
> birîyê esmerî derkevêm jîyana û dika sedsala bîst û yekî. E dî xwina min
> gere
> ne esmer reng sor be.
> Li xwe mêzekir dest xwe li ser cil û bergê xwe gerand , ji nişkava de
> xencera xwe kişand , şel û şepika ku lê bûn cirand . Rût û pût mabû bala xwe
> dayê xwina esmer bê sekin dinivsîne.
>
> MELEYÊ BATEYÎ, NALÎ,SAMÎ.MELEYÊ CIZÎRÊ,EHMEDÊ XANÎ , HACÎ QADIRÊ KOYÎ,Û û
> gelek navê din
>
>
> " Bizan ko min yar tî wî
> Dil ji birîndar ti wî
> Ez kuştim yekcar ti wî
> Çi bikim ko min yar ti wî "
> FEQÎYÊ TEYRAN
>
> Wî destê xwe xist devê birîna a ku li jêr di nav xwinê de ye, ne dixwest ku
> êdî nivisê esmerî bi xweyne .Kir nekir xwîn nesekinî ,weka bi êş û zêmanê
> dinivsand.
> " Ey reqîp her maye qewmê kurd ziman"
> DILDAR
>
>
> Bê cil ê berg rût û pût mabû ,dilerizî şermek bi ser hinavê wî keti bû!
> cara dawî got e: An ezê vê birînê bigrim neylim xwîn bi esmerî hawîrdorê bi
> xemlîne, an jî ezê xencer xwe di kûrahîya dilê wêde biçikînim.
> Vê carê bi hemû hêza xwe hewlda ,bi ser jî ket dema kû êdî wî rabûna
> dilopek xwin weka ku bireqise
> ji birînî derket û bû nivisek.Gava vê yekê dît hindik ma bû ji xwe  here
> ,wê dilopê navê wî nivisandi bû!.
>
>
> berfobarî 31,05,2009
>
>
>
>
>
>
>

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap