destê te sax be birayê ezîz. tişta ku te gotiye hemû rast in, guman tê de
nînîn. Xwedê te û yên wek te ji serê me kêm nekin.
bimîne di nav xweşiyê de

2009/6/3 sadi maruf <[email protected]>

>   *    Bi ya min bûya, min ê...                                         *
> [email protected]* *
>
> Bi ya min, Dewleta  Tirk  bi Qanûna Bingehîn a sala 1924'an stratejiya
> çareseriya Pirsgirêka Kurd daye ber xwe û heta roja îro ji ya xwe şaş
> nebûye.
>
>
>
> Ev stratejî li ser asîmîlasyonê saz bûye. Kîjan siyasetmedar bê ser kar,
> gotinên wan ên beriya desthilatdariyê bi wan didin xwarinê û bi awakî ewana
> jî tinin ser rêya asîmîlasyonkariyê.
>
>
>
> Di vir de siyasetek pir û pir nermik û nazik û bi fêl  tê meşandin. Gava
> ew dikevin tengasiyê dest davêjin gotinên xêrê û hêviyê didin kurdan: "Kurd
> jî birayê me ne; em realîteya Kurda nas dikin; Pîrsgirêka Kurd ya me bixwe
> ye jî, rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe ..."
>
>
>
>  Bi vê yekê çend salan Kurda bilî (meşxûl)dikin... Saleke dike nifşek...
> Nifşek dike hema bêje 500 hezar kurd. Bala we kişandiye; ji van 500 hezaran,
> çend zarok (ên di saleke de jidayîk dibin) dê bi kurdî biaxive? Ji sedî
> pênc? Deh?
>
>
>
> Hesabekî din; Salê nêzîkî 400 hezar kurd diçin ber rehma Xwedê; ji van
> rehmetiyan, ji  yên kal û pîr, gelo çend kes bî rêk û pêk Tirkî dizanîbû?
>
>
>
> Gava  mirov têkiliya zimanê Kurdî  û nasnameya Kurd bizanibe, bi kûrahî li
> ser bifikire wê gavê li  afata mezin a "bi ser kurdan de hatiye"
> vardiqile...
>
>
>
> Îro AKP jî hiviyek xapxapok dide Kurda û dike pê çend salan derbas bike;
> çend nifşan pê bibişifîne... Serde jî,  xweş havîna xwe  bi tûrîstan têr û
> tijî bike; serde jî vê krîza aboriyê ya  ocaxkor "teget" biborîne...
>
>
>
> Niha hin canik û camêr dê rabin ji min re bêjin : " Malmîrat, ma tu nabînî
> wa ye  çend gavên erênî ( TRT 6, Waneyên Kurdî yên  li zaningehan...)
> avêtin, wê hin çendên din jî bavêjin... Kêm, zêde jî,  ji berê ne çêtir e?
>
>
>
>
> Welleh heyran bi ya min, tiştên ku ew  didin, tu car ziman û nasnameya
> kurdî, hebûna kurdan a li ser vê axê garantî nake. Asîmîlasyon dê dîsa bi
> çargavî  bibeze.
>
> Ya girîng û bingehin; divê em "ên ku em bi xwe dixwazin"  bistînin".
> Tiştên ku ew didin wek kefa sabûnê ye. Te hey dit tune ye: Komira wan, çekên
> 150 TL'yi yên wan, TV 6 a wan, Zanîngeha Artûklû'ya wan...
>
> Xwestekên me?
>
> Em çi dixwazin?
>
> Divê em çi bixwazin?
>
>
>
> Bi nefsa canê xwe, li ser navê xwe, ez dibêm, ez bûma, min ê dev ji hemî
> daxwazên xwe berdana û li pey nasname û ziman biketima...
>
> - Divê li ser nasnameya Şiyaro: ew hemwelatiyê TC'yê ye;
>
>
>
>  Bi netewkî; "Kurd e"  ( ger bixwaze) ,
>
>  Bi bawerî; "Misilman e, an Elewî ye, Êzidî ye, an bê dîn û bê îman e"  werê
> nivîsandin...
>
>
>
> A din jî,  jî 5-6 saliyê heta  dawiya Lîseyê, ên xwedî nasnameya kurd-çawa
> zarokên tirkan bi Tirkî ne - divê bi Kurdî bên perwerde kirin....   Zanîngeh
> tiştek din e; bi Kurdî, bi Tirkî, bi Îngîlîzkî, her kes bi kêfa xwe ye.
>
>
>
> Ger ev daxwaz werên qebûlkirin, ez bûma; min ê navên hemî gund û bajarên
> Kurdistanê bikirana Tirkî...
>
>
>
> Bila ev jî xelatek min buya, ji bo Tirkan...
>
>
>
> Çer hebe kurdên  xwedî xençereya Kurdî,  navên bi Tirkî jî bi Kurdî bilêv
> dikin... Wek mînak îro  karacadax  kirine Qerejdax, Palandöken kirine
> Paltokan, Parmaksız kirine Barmasiz, Söylemez kirine Solemêz  hwd... Ev
> yek jî têra min dikir...
>
>
>
> Ez bûma, min ê li Ameda Şewitî goreke  ji Anitkabirê jî mezintir çêkira û
> bikira ziyaret û  li ser eniyê bi tîpên zêrîn lêkiriya: " Ferz kin  Şêx
> Mistefa  Kemalê Atatirk  li vir veşartî; jibo xatirê Kurdistanê, jê re
> serjê kin salê hezar beranên  bijartî "
>
>
>
> Ez bûma, min ê navê Çemê Dîcleyê bikira "Dîcleya Evlayê Gul" ; ê Fratê jî
> bikira "Ferata Tayîbo" û "y" ya wî ewqas bi şedde bilêv bikira ku ew jî
> bubûya yek ji wan "Koçero"yên me yên bi nav û deng...
>
>
>
> Ger heta çend salên din jî ev yek nebe; nasnameya Kurda û perwerdehiya bi
> Kurdî  neyê pejirandin;  dê ez bi Tirkî û bi Îngilîzkî û bi Fransizkî  (
> çend nifşên din teqez  ew ê kurdî bi tevahi jibîr bikin)   wesiyeta xwe  "li
> zarokên xwe û li hemî nifşên di dirêjahiya sed salan de  ji bera  min
> çêdibin" bikim û tê de  derdû kulên xwe û ên bav û kalan yeko yeko rêz
> bikim û gotinên xwe  bi şîretek tund û tûj bi dawî bikim...
>
>
>
> Qe li bendê nemînin; Roj noqî Behra Wanê be jî îro ji we re nabêjim...  Lê
> ez baş dizanim dê  sibeh çi dinivîsim, çi nanivîsim!
>
>
>
>                                                                        Mamoste
> Marûf
>
>
>
>
>
> >
>

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap