Rojek ji rojan zulamekî Xwedênenas (ateist) ji xwe re di nav daristanê de digere û bi kêfxweşiyek mezin li xweşikiyên derûdorê temaşe dike. Alîkî ve jî di ber xwe de dibêje ; hela lê, ev xweza çiqas tiştên xweşik daye me...”
Lahzekî şûn de çi dibe li paş xwe mêze dike. Çi bibîne! hirçek gir ê geriyayî ber bi wî ve nayê! Çawa ku ji tirsa vediciniqe, hirç serî dide ser û berî wî dide. Camêr dibêje çirp û bazdide direve; Lê çiqas dizivire li paş xwe dinêre, hirç nêzîktir dibe... Çendikî şûnve lingê wî li çiqilê dareke diqelibe û dibêje girm û li erdê dirêj dibe. Hirç dikeve ser. Çawa ku pencêkî xwe radike û dike lêxe; mêrik diqîre dibêje “ Ellahhh !” û hawara xwe dide Xwdayê Jorîn. Bi qêrînê re dem û dîrok di cihê xwe de disekine; hirç bi qîl û bi pencik li hewa diqerise dibe wek kevir; çemê ku di daristanê re diherike diçe dimiciqe. Ji ezmanan “tîrojek pir û pir ronî” dide rûyê mêrik ; dengekî gur çiya û daran bi hev re dilerizîne û dibêje: “- Lawo tu bûyî nebûyî te eşheda xwe neanî. Te digot hema qezakî ye bûye û Dinya çêbûye. Îjar tu niha ji min alîkarî dixwazî? Tu dikî ez te bikim şûna qûlekî xwe yê bawermend ê mu’mîn û muteber!” Mêrikê reben pir şerm dike. Ruh çiqas şirîn be parsû jî ewqas qalind e; loma serî li ber danayne; ji Xwedê re dibêje: - Welle heyran, ji vir şûn de nabe ez bi te îman bikim. Ev yek dibe neheqî... Lê ji kerema xwe re tu dikarî rehm û hîdayet bikî dilê hirçê û wî bînî ser riya heqiyê. Ew “dengê ezmanî” dibêje “erê ev yek dibe” Tîroj winda dibe. Bayek hênik dertê. Çem dîsa dike xuşînî diherike. Daristan dibe mîna xwe. Hirç pencikê xwe berjê tîne; lê ji nişkave îjar herduyan bi hev re berjor dike, tê ziman û dibêje : “Bismîlahêrehmanêrehîm. Xwedayê min ê Rebê Alemîn; ez bi rizqê ku te daye min fitara xwe vedikim; hezar hemd û sena, jibo nîmetên te...” Mamoste Marûf -- 6/12/2009 06:15:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî cardin nayê adresine gönderildi --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
