* (Ji Kovara Genç Beyîn,
hejmar, 55, rûpel, 29)*
* Gelek dilzîz û bi bandor e.*
Ev bûyer, di erdheja 17'yê gelawêja 1999'an de hatiye jîyîn.
Her tişt dê xweş bibûya. Tu, ez û jiyana me... Xeyalên me û hedefên
me.... Ew gotinên ku min der barê jiyana xwe de ji te re gotibûn ên piştî ku
min tu nasîbû û ji te hez kiribû. Hemû dê pir xweş bana, heke tu jî hebana.
Nasîna te nasîna jiyanê bû. Ji bo ku bi hevrebûnê îdealên te
derbasî jiyanê bikirana me soz dabû hevûdin û me bi nîkahê dawî li vê
biryara bihevrebûna temenekê anibû. Me soza "Dê her û her bextewar bin û
heke rojekê mirin were û bi awayekî demî me ji hev feqetîne jî em hevûdin ji
bîr nakin." dabû karmendê nîkahê. Serê pêşî tu kêlikê kîlometreya min bûyî,
lê belê niha havala min a/ê jiyanê...
Bi tenê ev qederê sê mehan bû em li heman malê diman. Ev sê meh bûn
ku me bi hev re pirtûk dixwend, çay vedixwar, ji heman pencereyê me li
jiyanê dinêriya.. Erê bi tenê sê meh bûn ku me bîr û baweriyên xwe û îdealên
xwe bi hev re parve dikir; ev sê meh bûn "em dijiyan."
Tu bextewar bûyî. Min ev dizaniya û didît. Bextewariya te ez jî
bextewar dikirim. Ez û tu bi tilsima hezjêkirinê pê gihîştibûn. Me dizaniya
ku kaniya hezjêkirina ebedî ye "li hev û din nêrîn e", "bi hev û din re
nêrîna heman alî ye." Hêj serê pêşî ew girêdana te ya bi spehîtayiyên
mayînde ve bû ya tu bi min dayî hezjêkirin. Ew hesta muhebetullahê ya ku
Xwedê xistibû dilê me de û paşî ji wir belavî heyberan dibû pêl bi pêl li
hawîrdorê belav dibû. Şev û roja me heçkû bi wê hezjêkirinê ronahî dibû her
tim. Em dilrehet û aram bûn. Kaniya hizûra mala me dibe ku ew duayên ku te
şev welê hêdîka dikirin bû. Hetanî gihîşte wê şevê...
Roja 17'yê Gelawêjê ez û tu bi hev re derketibûn bazarê, piştî
gelek rêveçûnê em vegeriyabûn mala diya te. Ji bo me dua kiribûn. Li ser
navê "bextewariya her du dinyayan." Aliyeke perokî (sarî) ya bextewariyê
hebû ku kesên ku em dîtibana hema hema ewana jî bi qasî me bextewar dibûn.
Em dereng li malê vegeriyabûn. Di gel ew qas em westiyabûn jî lê niyeteke
zêde ya me ya razanê nebû. Te du qehwe çêkirin û me têr û têr sohbet kir.
Der barê rojên pêşiya me, li ser mebest û niyetên me em axivîbûn. Em fikirîn
ka wê feydeya me çawa hîn bêhtir bigihîje derdora me, em ê wan tiştên ku em
dizanin çawa bêhtir vebêjin, ew tiştên ku em nizanin em ê çawa hîn bêhtir
zanibin. Wê şevê careke dî baweriya min bi wan spehîtayiyên di cîhana dilê
te hatibû û herweha min bawer kiribû ku zanîn despêka hezjêkirinê ye.
Bi carekê min li saetê nihêrîbû, ber bi 3'ê yan ve dihat. Min got:
"divê em rakevin." Te xwest ku ji wê pirtûka li ber serê xwe ya her rojê te
jê dixwend çend rûpel bixwendaba. Lê belê min tam ji bo te şevxweşî dixwest.
Vaye wê gavê... Dengê xumînîyeke ku di heyata xwe de cara yekemîn bû bin seh
dikir, hat. Ev xumîniya ku min pê nedizanibû, vegeriya hejîneke erjeng. Ev
çi bû Xwedayê min? Erê pêwîst bû ku mirov ev hejandina ku teceliya navê
Xwedê yê Celâl bû qebûl bikira; ev erdhejek bû. Navê wateya ku di çavên te
de "şaşbûniya ji ecizbûnê dihat" bû. Tavilê min bi destê te girt, rabûme li
ser piyan û em ber bi derîzana derî ve çûn, lê belê hewildanên me beredayî
bûn... Hejandin bûbû ewrekî ji tozê. Me nekarîbû derketana derve û esreq li
ser serê me ruxiya. Ez ketibûm ser te û portmanto ketibû ser min... Û tu
diêşiyayî. Lewra, camên şikestî bi teşkê te re diçûn, serde jî ez jî
nedileqiyam û min tu diêşandî. Tu ew qas ruh-sivik bûyî ku ji bo ku ez
neqehirim te êşa xwe ji bîr dikir û te hewl dida ku bi min nedaba hîskirin.
18 saetan em li bendê man ku li me bihesin û hawara me seh bikin.
18 Saetan me bi destê hev girt û me li ber dilê hev dida. Wê gava ku em di
wê rewşê de bûn demekê te got ku; "Heke ez bimirim ez ê li wê derê li benda
te bim." Û 18 saetan kî dizane dibe ku tu li benda 18 mirinan mabûyî.
4 roj di ser de derbas bibûn. Bajar ne ew bajar bû. Îzmît bûbû
ciheke cipcihê. Hinekê jî be min karesat derbas kiribû. Lê rewşa te xirab
bû. Bijîşk gotibû ku wê teşka te bê jêkirin. Çawa min ev seh kir, min zen
kir ku bi erdhejeke duyemîn dinya li ser serê min ruxiya. Lê belê tu hêjan
dikeniyayî. Tu mirovekî çawa bûyî? Te ne girîngî dida dinyayê, ne jî mal û
milkî. Ma li ba te girîngiya madeyê û ya wê teşka te ya te wenda dikir qet
nebû? Heta mana li ser dinyayê jî...
Roja 8. bû. Ew xaniyên mîna qutiyên kibrîtê li ser hev ruxiyayîn,
ew canên di bin xaniyan de mayîn, ew ûmît.. Qêrînan, hawarên; "Qey hûn dengê
min seh nakîn?" nan... îsyanan, sebran... Gelek çêrokan, mûcîzeyan û xeteke
şikestî (fay) ya kûr a di dilan de. Di bajêr de bêhneke dijwar ya terman û
hizneke giran hakim bû. Ew erseyên vale bi gorên tomerî yên kilskirî tijî
bûn... Mirovên ku xaniyên xwe, dêyên xwe, xwe bi xwe wenda kirîn. Yekane
peyva li ser devê xelkê: Erdhej!
Me digot dê teşka te bête jêkirin, lê belê, tu çûyî wê alema ebedî
ya ku em ê bi hev re bîn; li pey te sê mehên tiptejî hatî jiyîn û ezma te ya
jiyîna îdealên te ma. Ez li ser gora te me, di destê min de kulîlka ku tu
herî jê hez dikî û guleke sor. Êdî tu ne li cem min î, ne jî heyecanên
kaniya dil. Tu çû yî, di pey de şîn, di pey de ez, gayeyên xeyala me. Niha
xizmên min ên ku destê xwe bi serê min ve tînin, ji bo min holê dibêjin:
"Dev ji xwe bernede, tu yê ji bîr bikî, bi zewaceke nû tu dê bextewar bibî."
Qet!... Te di wan deqîqeyên zor de ji bo min çi gotibû? Ez û tu sewdaserê
"aliyê din" bûne
Niha ez li ser gora te, di gel te me. Ev besî me ye!
Ey havalê min ê jiyanî ê li aliyê din, ez bi qehr li wan kesên ku
ji bo min dibêjin "tu dê ji bîr bikî" dibeşişim û dinêrim. Em bi hev re her
tim li aliyê din gerîyabûnn. Te ew tişta ku lê digerîyayî dît! Lê ez hêjan
di rê de me.!
Ez di vê dema herî zor ya azmûnê de ji Rebê xwe sebrê dixwazim. Qey
çi dibê tu bizanibî ku ez ji te hez dikim, her demê ez ji bo te duayan dikim
û wê roja ez bigihîjim te dijimêrim! Emanetî Wekîlê Herî Baş be.
*Ji
tirkî bo Kurdî*
*
Abdulkadîr
Bîngol*
* *
* *
* *
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk;
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---