*Hovîtiya dewleta îranê di vê pêvajoya dawî de baş derkete holê.  Ji ber ku
alîgirên Mûsavî encamên hilbijartinê qebûl nekirin û li hemberî vê encamê
çalakî li dar xistin, ewlehiya komarê bi helwesteke tund û hovanê êrîşî ser
wan kir. Çalakvana îddîa dikirin ku di jimartina dengan de hîle çêbûye û ew
dê vê encamê qebûl nekin. Herwiha Mûsavî jî diyar kir ku ew ê li hember van
dek û dolaban bê deng nemîne û çi ji destê wî bê bike. Lê dewleta Îranê bi
biryar bû ku van dengên muxalif bibire, kesên çalakger biçilmisîne û bike ku
dev ji wan nerazîbûnan berde. Wer xuya ye ku di hilbijartinan de dek û
dolabên qirêj zîvirîne û hêzên kûr hemî rêyan bi kar tînin da ku ev hîle û
pîleyên wan eşkere nebin, dernekevin holê. Tê ragihandin ku şebekenên
telefonan ji binî de hatine xwarê û tu kesî nikariye bi yekî din re
peywendiyê çêke. Dîsa hemî sîstema înternetê hatiye xwarê û xelkê nikariye
ji înternetê bigihê tu agahiyan. Yanî rêya ku xelk bûyer û lêqewmînên li
welat çêdidibin hîn bibin ji binî de hatiye birrîn.*

*Ê ji xwe li bejna yekî wekî Ahmed Nîjadperest jî hovîtî û çarsoriyeke wisa
dihat. *

*Ji serok-komarekî bêtir, derba gewende û qeşmerên sikaka pê dikeve ji xwe.*

*Di axaftinên xwe de jî, ji dîplomat û siyasetmedarekî bêtir, wekî
serekçete, mafya û eşqiyayan diaxive. Gef, zirt û fortan li hêzên
desthilatdarê dinyayê dide. *

*Ji hezkiriyên wî we ye ku ev babaegîd xelaskerê mezlûmên dinyayê ye û divê
hemî sitembarên alemê xwe bixin sitara wî de.*

*Lê nizanin ku, ew ji hêlekê ve li hember zilma Îsraîl û Emrîka radibe û
gefên ji serê xwe mezintir li wan dixwe, lêbelê ji hêlekê ve jî zext û
çewsandinên herî giran li ser heqxwazên di dewleta xwe de dimeşîne û zilmeke
bê eman li ser serê mezlûmên welatê xwe digerîne. *

*Kesên ku herî zêde behsa edaletê dikin, bi vî awayî bêedaletiya herî mezin
jî ew dikin.  *

*Komara îranê, di roja îro de mezlûmiyet û îslamiyetê ji bo berjewendiyên
xwe wekî amûr bi kar tîne û heqareta herî mezin li îslamiyetê dike.*

*Ez bawer dikim ku Xwedayê alemê vê yekê jê re nahêle.*

**

*Serger Barî.*
*



*

*Avesta- Tacirekî sîlehan yê Alman eşkere kir, sîleha ku rêberê Kurd Dr.
Qasimlo pê hatibû kuştin, wî bi xwe dabû destê serokê niha yê Îranê Ehmedî
Nejad. *

 Ev kes êdî weke şahidekî nû yê cînayeta kuştina Qasimlo hate naskirin.

Berpirsiyarekî Partiya Keskan ya Nemsa Peter Pilz diyar kir ku, tacirekî
Alman li Viyena sîleha ku Qasimlo pê hatibû kuştin dabû Ehmedî Nejad.

Qasimlo roja 13 Tîrmeha sala 1989 tevî 2 hevalên xwe di dema hevdîtina bi
rayedarên

Vî tacirê Alman, dema ku li Îtalya di operasyoneke antî-mafya de hatibû
girtin, di îfadeya xwe de gotibû ku berî kuştina Qasimlo, wî li Balyozxaneya
Iranê li Viyena, di sala 1989 de sîleh teslîmî Ehmedî Nejad kiribû.

Siyasetvanê Nemsawî Peter diyar kir ku di îfadeya wî kesî de diyar dibe,
dema ku wî sîleh teslîm kiriye, ligel Ehmedî Nejad 2 kesên din jî hebûne.

Peter Pilz berdewam kir û got, di dema îfadegirtina wî tacirî de polîsên
Nemsawî (Austurya) jî hebûn.
Peter Pilz roja duh roja 18 mehê di civîneke çapemeniyê de, kopiya îfadeya
tacirê Alman li medyayê belav kir.

Amadekirin: D. Dara -

Avesta

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap