Kurmên darê’ û jana kurdan 


TAYIP TEMEL 


Dijmin û serdestên gelê kurd her tim strana xwe ya tunekirin û têkbirina kurdan 
bi ahengeke mezin lê daye. Lê ne ev tişt ê ku diçe zora mirov. Lewre kurdan çi 
kêm û çi zêde, çi bi hêz û çi qels bersivek daye vê stran û senfoniya mirin û 
tunekirinê. Mirov dikare bêje ku kurdan bi derfetên xwe yên biçûk bi yek dengî 
nebejî strana azadî û berxwedanê her tim gotiye. 
Xasma di van 30 salên dawî de bi Tevgera Azadiya Kurd cara yekemîn e ku dengê 
senfoniya azadiyê ev qas bi ahengeke mezin bilind dibe û ev qas bandoreke mezin 
li ser polîtîkayên dijminan dike. 
Lê tiştê ku dilê kurdan diêşîne bi gotina Apê Mûsa ‘Ne lugata mirinê ya ji bo 
kurdan hatiye çêkirin’ e. Dilêşiya mezin ew e ku gelek caran dengê hin kurdan 
jî tevli ahenga vê senfoniya qirkirin û tunekirinê dibe. Kurdan ji bo vê rewşê 
jî navek dîtiye û ew wekî; ‘kurmên darê’ bi nav kirine. 
Niha gelek ji we dikarin bêjin çi hewceyî van gotinan e û jixwe ev tişt ji 
aliyê her kesê ve tê zanîn. Lê bawer bikin hin pêşketinên di van rojên dawî de 
diqewimin, xwîna mirov dicemidînin. 

Em bên ser meseleya esasî;
Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel hin daxuyaniyên ku mirov matmayî dihêle 
dan çapemeniya tirk. 
Li gorî çarçoveya giştî ya daxuyaniyên wî Dewleta Tirk û Amerîkayê plana 
têkbirin û jinavbirina PKK’ê amade kiriye. Li gorî vê yekê ‘dê çekên gerîla bên 
berhevkirin, kadroyên rêber bişînin Norwecê û ji bo vê planê jî Barzanî û 
Talabanî roleke mezin lîstiye’. 
Dema mirov li van daxuyaniyan mêze dike, her wekî ku ew ne serokê partiyeke 
siyasî ya kurdparêz, wekî Serokê Daîreya Taybet ê MÎT’ê diaxive. 
Her wekî ku plana tê meşandin cihê şanazî û rûmetê ye bi kêfxweşiyeke mezin 
dibêje ku ji bo ev plan biçe serî Barzanî û Talabanî kedeke mezin daye. Ango 
mirov dibêje qey behsa tasfiyeyê nake, behsa serkeftin û azadiya gelê kurd dike.
Yanî heke mirov behsa meşa azadiya kurdan ber bi serkeftinê ve bike, mirov qasî 
Bozyel bi şanazî behsa wê nake. Lê mijara gotinê ‘Plana Tasfiyeyê ye’.
Heke ev daxuyaniyên ji devê Bozyel hatine dayîn rast bin û wî ew tişt gotibin, 
şermeke mezin e ji bo siyaseta kurd. Ji ber ku beriya çend rojan Kongreya 
Civaka Demokratîk pêk hat û ew jî ji bo vê civînê hatibû dawetkirin. Piştî 
demekê ev daxuyanî nîşana gelek tiştên xirab in.
Gelo Bozyel dizane ka ‘xwefedakirin’ tê çi wateyê? Tevgera Azadiyê ji komeke 
herî bijartî ya zarokên vî gelî ku bi her awayî xwe ji hebûna gelê xwe re feda 
kirine pêk tê. Heke Bozyel jî vê yekê qebûl dike, divê li gorî vê rastiyê 
daxuyaniyan bide û nêzîkatiyê nîşan bide.
Dema peyva ‘fedayitiyê’ bibe mijara nîqaşê li her devera cîhanê nêzîkatiyeke bi 
rûmet lazim e. 
Nabe û pir zehmet e ku kesên di statûya ‘kûrmên darê’ de rê nîşanî komên ku her 
tiştê xwe ji bo doza xwe danîne holê.  
Beriya niha Fermandarê Artêşa Tirk Îlker Başbug di daxuyaniyeke xwe de gotibû 
ku Hêzên Başûr piştgiriyê nedin plana wan a têkbirinê, şansê serkeftina planê 
nîn e. Ango heke ‘kûrmên darê’ dernekevin, serdest jî dizanin ku ew bi ser 
nakevin. Bi rastî jî dîsa neyarên kurdan dixwazin bi riya ‘kûrmên darê’ encamê 
bigirin. 
Hêviya me hemûyan ew e ku ew daxuyaniyên ji devê siyasetmedarekî wekî Bayram 
Bozyel hatine dayîn neyên wî bin û ew derew û manipûlasyonên çapemeniya tirk 
bin. Heke ne wisa be hêviyên neyarên kurd dê mezintir bibin.


_________________________________________________________________
Lauren found her dream laptop. Find the PC that’s right for you.
http://www.microsoft.com/windows/choosepc/?ocid=ftp_val_wl_290
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Grubumuzdaki yazilarin hukuki sorumlulugu yazarlarina aittir. Kurd kultur 
milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ 
grupta ideolojik propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; 
saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara 
oncelik taninir. MODERATORLER: Fatma Zelal, Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed 
Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap