Kîjan Îsraîl?
Carnan hinek dert li mirov peyda dibin. Wek ezîzek mirov dimre, an mirov ji hin 
hezkiriyên xwe dûr dikeve, we demê mirov di hundurê xwe de dihele, dikele, 
hêsir ji çavên mirov dirijin, dibe ku mirov bi dengekî nizm bigrî jî. Lê ku li 
derva dibe qerebalix, qêrin û zarîn, feryad û fixan, hewara liser mirîyek, 
mirov xwe û derdên xwe jibîr dike, êdî bi derdê cîranan re digrî û bi wî re 
mijûl dibe. Hingî ez femberê xwe bûme ta niha, cîranên kurdan li serê kurdan 
wiha dikin. Wisan dikin zarîn û qêrîn, kurd xwe û mafên xwe jibîr dikin, di ber 
mafên cîranên xwe de dest bi girî dikin. Ku em mînakek bidin, em dikarin şerrê 
Îsraîl û Filîstînê bînin ziman!
Ji zaroktiya xwe ta îro ez dibihîsim ku şerrek di navbera Îsraîl û Filîstin’de 
heye. Û ya ku min sehdikir û sehdikim ev şerra sirf ji bo Dînê Îslamê tê kirin. 
Me wisan sehdikir û wisan bawer dikir. Ji kê? Ji mezinan! Wan ji kê sehdikirin? 
Ji radyo û rojnamên dewletên nexwe îslamî, ji îmamên dewletên ateîst û demokrat 
an sosyalîst! Me wisan sehdikir û wisan bawer dikir. Me digot qey Îsraîl kafir 
e û hemi ereb misliman in! Me digot qey ku hemi ereb û ecem sirf bo Ola Îslamê 
têkoşînê dikin, lê mixabin Îsraîl Emerîka jî daye pişta xwe û dixwazin Ola 
îslamê rakin! Me nedizanî ku di şerrê Îsraîl û Ereban de, hin dewletên ereban 
jî muslimanên di nav xwe de paqij dikin, wek Misrê ku bi hezaran endamên 
Îxwanul Muslimînan di Nîvgirava Sînayê de li hember leşkerên îsrail da 
kuştinê!… Wek Sûriyê ku di sala 1982’an de li Hema’yê derdorê 30 hezar însanî 
kuşt, sirf ji bo musiman bûn
 û ji cemaeta Îxwana bû!… 
 
De baş e, mademku vana boy Ola Îslamê li hember Îsraîl şerr dikin, bo çi 
muslimanên xwe dikujin?.. Dêmega di vir de şaşiyek heye! Ew jî ev şerrê di 
navbera ereb û îsraîl’da ne şerrê Olî ye! Ew dewletên ku destek didin 
Filîstiyan jî, ne bo Ola îslamê ye, herkesek rêxistinek wîya pîyon heye, 
dixwazê destê xwe bike nava meselê! Mesele, mesela axê ye, meselek stratejîk 
e!. Ger em bi eslê meselê bizanibîn, bersivên wan pirsên di mêjoyê me de derbas 
dibin hêsantir dibe!
 

Hin dewletên nexwe îslamî, li alîkî gelê xwe, an muslimanên xwe yên radîkal li 
hember îsraîl tuj dikin, li alî dinê jî dewlet û leşkerî bi îsraîl re rûtinên, 
bihev re bi dehan peymana erê dikin!… Musliman berê xwe bide derva, zilma 
hinekan liser hinekan bibîne, bi qêrîn û feryada dewleta xwe û cîranan derdê 
xwe û mafên xwe jibîr bike!.. Halhale gellek dewletên nexwe îslamî hene ji 
îsraîl pirtir dijminê Ola îslamê ne!.. Wek mînak gelo çi eleqa Surî û Libnanê 
bi olê ve heye? Ji sedîsed ewana û hin dewletên din ji îsrail pirtir dijminê 
ola me ne! Îsrail yahûdi be jî ehlî kitab e, lê yên din? Gellek wan muşrik in, 
an jî ateîst in! Ku tercîhek di nava ateîst û kitabiyan de bê kirin, helbet 
ehlî kîtab tên tercih kirin. Quran destkoja ehlî kîtaba helal dibîne, lê ya 
ateîstan û laîqan nabîne!..
 
Hin dikarin bêjin ku her çiqas dewlet bê dîn be jî, mînak wek Sûrî, lê gel 
misliman e, bo vê mirov Suriyê û îsraîl nikare bike wek hev!.. De baş e, ger 
gel musliman ba wê çima destûr di dest ne mislimanan da ba? Ew gelê misliman 
çiqas li hember zilma dewleta xwe derdikeve? Di warê mafên mirovan de, gelo 
hevalbendiya mezlûman dike an ya dewleta xwe ya ne misliman?
 

Ez dikarim wek mînak pirskim? Ka erebên Sûrî, Lubnan, Filîstin, Iraq bo mafên 
kurdan çi difikirin? Dema îsraîl, ereban ji Filîstin derdixist dişand Sûriyê û 
Iraqê, Hafiz Esad û Seddam Huseyn wan çawa bicîh dikirin? Ewana jî, kurdan ji 
cîh û warên wan derdixistin, ereba şûna kurdan de şûnwar dikrin. Gelo rojek tu 
erebek, an muslimanek herêmê gotin ka hun jî çima wek îsraîl dikin, hun jî 
kurdan ji warên wan sirgûn dikin, dêmega ferq di navbera we û îsraîl de tune. 
Îsrailê ereban yahûdî bin, hun jî îsrailê kurdan e!... 
 

Mixabin hê jî gelek kudên me yên musliman meselê fêm nakin. Pirr caran Filîstin 
gotin çûn li wir şehîd ketin, pirr caran Çeçenistan gotin çûn li wir şehîd 
ketin. Xelkê dîtin, îsraîlên xelkê dîtin lê, xwe û îsraîlên xwe jibîr kirin!...
 

Kurdan millê xwe dida wan, bi wan re bo mafên wan li hember dijminên wan şerr 
dikir, wan jî destek didan hikûmetên xwe Kurdistanê ji kurda xalî dikirin. 
Mikafata kurda bi vî awahî dihat dayîn. 
 
Ger bi kurtî bêjim; va bi dehan salane ku şerrek di navbera Îsraîl û 
Filîstîn’de domdike, va şerra şerrê axê ye, dibe li alîkî hin misliman jî hebîn 
wek Hemasê, lê ferqa El-Fethê û Îsraîl tune ye li ba min!.. Şerr ne şerrê Olî 
ye, bila êdî kurd nexapin, li alîkî bi navê şerrê olî me dixapînin, li alî din 
bi yahûdiyan re bi dehan peymanan mor dikin û dibên ew kurdên ku hun li wan 
xwedî derdikevin heroj bi we re şerr dikin!

Helbet bi qasî ku ez li hemberê zilma liser kurda dibe disekinim, ewqas zilma 
ku li Filîstîniyan jî dibe disekinim, her wiha ya Çeçenistanê jî. Lê gerek 
ewana jî me nasbikin, mafên me bizanibin, li hember zilma li me dibe razî 
nebin! Lê mixabin ewana wisan nakin, tu rêxistinek ji dewlet û millêtên 
dagerkerên (wek Îran, Iraq, Sûrî) Kurdistanê liser maf û hiqûqa însaniyêtê bi 
kurdan re hevalî nakin, hemî hevalbendên zalim û dagirkeran in!...
 
Ez dixwazim bo ciwanên misliman vê ji bêjim “cîhada herî mezin ji nefsa mirov 
de destpêdike, gerek mirov ji nêzîkên xwe ve dest bi îrşadê bike” Pêşî mafên 
xwe, malbata xwe, gelê xwe, dûvre jî mafên hemî alemê! Ji xelkê re masîgir, ji 
xwe re kûsîgir nebin, roj şûnve nayn!..
 
Bimînin di xweşiyê de.
 
M.Nûreddin Yekta
2007.10.07 


--- On Tue, 8/25/09, Can Kurd <[email protected]> wrote:


From: Can Kurd <[email protected]>
Subject: RE: AW: {Diwanxane} Hangi israil?
To: "Diwanxane Groups" <[email protected]>
Date: Tuesday, August 25, 2009, 11:43 AM




#yiv1109695892 .hmmessage P
{
margin:0px;padding:0px;}
#yiv1109695892 {
font-size:10pt;font-family:Verdana;}

Heger ev gotara bi Kurdî ba, me jî mifayek jê digirt...Qey dostê min ê hêja 
Mele Nurreddin Yekta Kurdî ji bîr kiriye?

  Li gel silavan, Azadbit Kurdistan 
         Cankurd             
                www.kurdax.net   www.peyam.eu

 http://cankurd.blogspot.com
http://en.netlog.com/cankurd1948


Têldest:  (0049) 163 8 69 81 59







Date: Mon, 24 Aug 2009 10:06:50 +0000
From: [email protected]
Subject: AW: {Diwanxane} Hangi israil?
To: [email protected]





Cok güzel bir yazi, hekese okumayi öneririm
xaki g. bargin

--- Kurd Master <[email protected]> schrieb am So, 23.8.2009:


Von: Kurd Master <[email protected]>
Betreff: {Diwanxane} Hangi israil?
An: [email protected]
Datum: Sonntag, 23. August 2009, 19:38



Hangi israil? Küdün israilleri kimler?

Buyrun okuyun:

http://www.mnyekta.com/modules.php?name=News&file=article&sid=251




--- On Sun, 8/23/09, cem ozan <[email protected]> wrote:

> From: cem ozan <[email protected]>
> Subject: {Diwanxane} Re: Musluman Kurdler Uyanin(!)
> To: [email protected]
> Date: Sunday, August 23, 2009, 8:41 AM
> Arkadaşlar iyi cevap yazmışlar....
> Ne diyelim: İnşallah uyanırlar..
> 
> --- On Sat, 8/22/09, Mehmet Cano
> <[email protected]> wrote:
> 
> From: Mehmet Cano <[email protected]>
> Subject: {Diwanxane} Musluman Kurdler Uyanin(!)
> To: [email protected]
> Date: Saturday, August 22, 2009, 5:08 AM
> 
> Uyanim be kardesim ne
> yatiyorsunuz? Uyanin ve Turkiye'nin bolunmez butunlugune
> kulluk kolelik yapin. Din kardesiyiz surda; Turkler ne derse
> boyun egin. Turk'sen ovun, degilsen itaat et. Yavuz
> Selim'lerin yolundan git! Iste sana son model Islamci
> bir Yavuz Selim:
> 
>  
> http://www.boyuthaber.com/Yazar/Yavuz-Selim-KURT/MUSLUMAN-KURDLER-UYANIN.php
> 
> 
> 
> 
> 
> 
>      
> 
> > 
> 
> 
> 


      






What can you do with the new Windows Live? Find out




      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap