(Min ev kilam, di 10’ê Cotmeha sala 1999’an de avêtibû ser erdheja
mezin a ku wê salê li Adapazari qewimîbû)

Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo
Li derûdora Marmarayê erd hejiyaye serde lehî û tofan e
Bi deh hezaran mirov bin xirbeyên mîrat de asê mane
Sê şev û çar rojên reş-tarî di ser de çûne gazî û hewar û eman e
Felek mala te xerab be te Siloyê Gavan kir mîrê mîran qumandarê heft
ordiyan e
Ocaxa te kor be te Eco yê Kurikê Reş da ser serê pêncsed parlemanan e
Qêrîn û gazî û hewarên zarokan gihîşte Îngilîstan û Alemanan e
Hela bala xwe bidê tu deng dernayê ji van marisên marisan e
Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo
Hewar lêlê hewar lolo ez rebeno
Ha hûû...


Wetencaş Receb Ûslî ji nav enqazan serî rakiriye
Hayê wî ji bayê felekê qe tune ye
Ji wîtrê ser wan de girtine neyarên Tirkiyê ye
Berê xwe dide Ayferê, xanima malê ye
Bala xwe didê ew di nav xwînê de digevize, nîvruhî ye
Dibêje hêsîrê, rebenê, porkurê rabe mala me xera bûye
Pkk’ya bolucî nîvê şevê me bomberan kiriye
Ez şahidim, min bi çavên serê xwe dîtiye
Va ye guh bidê kerba wan bi bombeyan daneanîye
Îja ji sibê ve bi lom û çakûç û teviran pê ketine
Dikin ew çend kêranên mayî jî ser me de bînin xwarê ye
Ha hûûûû

Ayferê serê xwe bi zorî rakir got lolo Recebo bextreşo wetencaşo
Çima naçî Koşka Çanqayayê gazî Silo û Ecewît nakî
Çima general û amîralên me yên qehreman
Ji bo operasyoneke taybet dawet nakî
Çima ez dilegurê, lê îro çi bikim stûxwarê, bi dengê Hesenîkê min ê
Mutlîcan
dilşad û bextewar nakî
Na na welle vaye ez dimirim
Çima Şêx Fetulayê Gulen û Seydayê Zekeriya Beyaz û Yaşar Nûrî
ji bo min li hespên boz û rehwan siwar nakî
Naynî ser cinazê Ayfer Xanima xwe ya delalî
Wê bi telqîn û diayê wan bimbarekan ber bi bihûştê ve birê nakî
Hewar lolo hewar lêlê hewar lêlê
Hewar lolo hewar lêlê ez rebenê


Watancaş Ûslî serê xwe ji bin enqazan rakiriye
Bala xwe didê bajar serobino tev xerabe ye
Guhê xwe dide radyona xwe ya TRT ê sipîkerê bêyom dibêje şer nîne erd e
Ji bextê wan re nîvê şevê tu dibê hêlekan e hejiya ye
Heyfa wî nayê bi Ayfera wî ya delalî
Heyfa wî tê dewleta qehreman di xewa şêrîn û şerîf de mayi ye
Ha hûûûû...

Receb dibêje Ayfer delal werê destê xwe bide min qedera me mirin be jî
bi hev re ye
Em ê lêxin herin tirba Mistefa Kemal li Enqereyê ye
Anitkabîra rengîn pir zexm û qewî ye ji serî heta binî ji hesin û
çîmento ye
Heştê salên cumhûriyetê ye tu kesî bînayek bi vî rengî nedîtiye
Bi sê telaqan hêviya xellasbûnê dîsa di siya miriyan de ye
Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo
Hewar lêlê hewar lolo ez rebeno Recebo

Telewîzyonan anons kir bi bîst û sê qanalan
Dibêjin rê girtîne, pir hilweşiyane li her aliyan
Dozer û makîne çûne hewara general û amîralan
Ji Receb Ûsli û Ayfera Delalî re mane rêyên goristanan
Ha hûûû...

Receb dibê Ayferê xanima minê were em herin goristanê di biniya bajêr
de ye
Em mezelên xwe bi xwe bikolin hê di me de parîkî can maye
Ez sond bixwum bi serê Gazî mistefayê Kemal tu dizanî pir qehreman û
zana ye
Pêşî li me zivistan e berf û baran û sur û serma ye
Birçîbûn û tazîbûn xelata ser de ye
Em ê biqerisin bibin bêton bi navekî din çîmento ye
Tu dizanî ne di xaniyan de teberik e, di peykerên Ata de xizne ye
Xema min nîne bila bêjin Receb Ûslî kerkî ji derhanê bû
Bila nebêjin ew xwedî dewletek bi heştsed hezar leşkerî bû
Dîsa jî bi hesreta kerîkî nan û nivînek li koşekî nexweşxanê çû..
Ha hûûû...
Ez vî kilamî yadîgarî dengbêj Zulkîfê Qado yê Tatosê dikim
Mamoste Marûf

--
9/04/2009 03:48:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap