Min ev kilam deh sala berê jibo Kovara Tewlo bi destan nivîsîbû. Lê êxbala kor 
ji tunebûna kompûtûrê di nav pelên lênûska min de bidestnivîskî jibîrkirî  heta 
îro maye. Heftekî berê Kurê min Şiyaro dît û da min. Min got hûn jî pê bihesin.
 
Kilama Receb Ûslî û Ayfera Delal              10 Cotmeh 1999
 
Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo
Li derûdora Marmarayê erd hejiyaye serde lehî û tofan e
Bi deh hezaran mirov bin xirbeyên mîrat de asê mane
Sê şev û çar rojên reş-tarî di ser de çûne gazî û hewar û eman e
Felek mala te xerab be  te Siloyê Gavan kir mîrê mîran qumandarê heft ordiyan e
Ocaxa te kor be te  Eco yê Kurikê Reş  da ser serê pêncsed  parlemanan e 
Qêrîn û gazî û hewarên zarokan gihîşte Îngilîstan û Alemanan e
Hela bala xwe bidê tu deng dernayê ji van  marisên marisan e
Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo
Hewar lêlê hewar lolo  ez rebeno 
 Ha hûûûûûûûûûû
 
 
Wetencaş Receb Ûslî ji nav enqazan serî rakiriye
Hayê wî ji bayê felekê qe tune ye
Ji wîtrê ser wan de girtine neyarên Tirkiyê ye
Berê xwe dide Ayferê, xanima malê ye
Bala xwe didê ew di nav xwînê de digevize, nîvruhî ye
Dibêje hêsîrê, rebenê, porkurê rabe mala me xera bûye
Pkk’ya bolucî  nîvê şevê me bomberan kiriye
Ez şahidim, min bi çavên serê xwe dîtiye
Va ye  guh bidê kerba wan bi bombeyan daneanîye
Îja ji sibê ve bi lom û çakûç û teviran pê ketine 
Dikin ew çend kêranên mayî jî ser me de bînin xwarê ye
Ha hûûûû 
 
Ayferê serê xwe bi zorî rakir got lolo Recebo bextreşo wetencaşo
Çima naçî Koşka Çanqayayê gazî Silo û Ecewît nakî
Çima general û amîralên me yên qehreman
Ji bo operasyoneke taybet dawet nakî
Çima  ez dilegurê, lê îro çi bikim stûxwarê, bi dengê Hesenîkê min ê Mutlîcan
dilşad û bextewar nakî
Na na welle vaye  ez dimirim 
Çima Şêx Fetulayê Gulen û  Seydayê Zekeriya Beyaz û Yaşar Nûrî   
ji bo min li hespên boz û rehwan siwar nakî
Naynî ser cinazê Ayfer Xanima xwe ya  delalî 
Wê bi telqîn û diayê wan bimbarekan ber bi bihûştê ve birê nakî  
Hewar lolo hewar lêlê hewar lêlê
Hewar lolo hewar lêlê  ez rebenê
 
 
Watancaş Ûslî serê xwe ji bin enqazan rakiriye
Bala xwe didê bajar serobino tev xerabe ye
Guhê xwe dide radyona xwe ya  TRT ê sipîkerê bêyom dibêje  şer nîne erd e
 Ji bextê wan re nîvê şevê tu dibê hêlekan e hejiya ye
Heyfa wî nayê bi Ayfera wî ya delalî 
Heyfa wî tê dewleta  qehreman di xewa şêrîn û şerîf de  mayi ye
Ha hûûûû...
 
Receb dibêje Ayfer delal werê destê xwe bide min qedera me mirin be jî bi hev 
re ye
Em ê lêxin herin tirba Mistefa Kemal li Enqereyê ye
Anitkabîra rengîn  pir zexm û qewî ye  ji serî heta binî ji hesin û çîmento ye
Heştê salên cumhûriyetê ye tu kesî bînayek bi vî rengî nedîtiye
Bi sê telaqan hêviya xellasbûnê dîsa  di siya miriyan de ye 
Hewar lêlê hewar lolo hewar lolo
Hewar lêlê hewar lolo  ez rebeno Recebo 
 
Telewîzyonan anons kir bi bîst û sê qanalan 
Dibêjin rê girtîne, pir hilweşiyane li her aliyan
Dozer û makîne çûne hewara general û amîralan
Ji Receb Ûsli  û Ayfera Delalî  re mane rêyên goristanan
Ha hûûû...
 
Receb dibê Ayferê xanima minê were em herin goristanê di biniya bajêr de ye
Em mezelên xwe bi xwe bikolin hê di me de parîkî can maye
Ez sond bixwum bi serê Gazî mistefayê Kemal tu dizanî pir qehreman û zana ye 
Pêşî li me zivistan e berf û baran û sur û serma ye
Birçîbûn û tazîbûn xelata ser de ye
Em ê biqerisin  bibin bêton  bi navekî din  çîmento ye 
Tu dizanî ne di xaniyan de teberik e,  di peykerên Ata de xizne ye
Xema min  nîne bila bêjin Receb Ûslî kerkî ji derhanê bû
Bila nebêjin ew xwedî dewletek bi heştsed hezar leşkerî bû 
Dîsa jî bi hesreta kerîkî nan û nivînek li koşekî nexweşxanê çû..
Ha hûûû... 
                                                                   Mamoste 
Marûf  
 
 
 
  
    
 
 
 
 
 
 
 
   


      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap