[www.mamostemaruf.blogspot.com]

(Ev wêne çend meh berê li Stenbolê di dikaneke kevnefroşiyê de ket ber
destê min. Li paş wê bi destnivîsek pir kevin “jinikeke Kurd li ber
şikefta xwe” hatibû nivîsandin. Bi ya min ev wêne ji hêla leşkerekî
dagirkeran ve hatiye kişandin; jiber ku bi gorî mantalîteya dagirkeran
Kurd “şikeftmekanên hov” ên paşverû ne. Gelên Kurdistaniyên din- bi
taybetî Ermenî- jî wisan... Dagirker dikin Kurdan û ê din bi pêş ve
bibin, ji xerabiyê xelas bikin!

Lê gava Kurdek li vê wêneyê mêze dike dîroka nêz a Kurd û Kurdistanê di
ber çavê wî/wê re derbas dibe. Bîranînên me yên bi êş û eleman, bi
hewar û qîrînên dê û bav û kalan barkirî û di nav dilê me de veşartî
dibin rondik û careke din xwe didin der. Mirov dixwaze ev dayîka li ser
kaxiz werê ziman; em lê bang bikin û jê pirske, ka kê ye...)

Yadê, Dayê, Dayikê, Mama,

Jibo xatirê Xwedê tu bêjî; tu ji ber kîjan serdema bi êş û bi elem mayî?
Tu ne xwîşka Şêx Seîdê Kal ê li ber mizgefta Ûlûcamiya şewitî darvekirî
bî û li ber xirbeyê mala xwe ya li Qolhesar a Xinûsê li benda cinazeyê
wî yê pîroz hew mayî bî?

Tu ne Bercûhiya jina Istepanê Daronî yê şoreşger; mamaya(dayîk) çar
tixan(xort) û sê axçîkan(keç) ên bi destê leşkerên tirkan, bi tirpanan
qet qet kirî, dûre bi mêrekî heftê salî yê talanker û xûnxwar re bi
darê zorê mehrkirî bî?

Tu ne ji Milazgirê, Gulperî ya kor a jina Xalê Evla yê bi dilê xwe
kulfetên xwe hiştîbû çûbû Çanaqaleyê û ji tirkan re leşkerî dikir;
dayika Eto, Sêvê, Gulî, hesen, Tajdîn û Serveto bî!Tu ne ew a jiber ku
ji herdû çavan mehrûm bû di maciriya reş a 1916’an de di gundê xwe de
bi tena serê xwe -bê ku bizanibe ew tev ji zû ve li serê çiyayan ji
birçîna mirîne- bi hêviya vegera zarokên xwe sih salan li ber deriyê
malê rûniştî mayî bî?

Tu ne Xezala Dayika Xelîlê Qaso yê di çardeh saliya xwe de bubû şervanê
Serhildana Şêx Seîd û piştî serhildanê di mal de di nav nivînan de
razayî ji hêla leşkeran ve hatibû kuştin bî?

Tu ne jina Zeynelê Hozatî, dayika Elî û Soro û Narê ya di 1938’an de di
şikefta serdestê gund de li ser hev hatibûn kuştin bî? Ew a jiber vê
yekê aqilê xwe zayî kiribû û bi tena serê xwe li ber diwaran mabû bî?

Tu ne Gewrê bî? Dayika Evkerîm, Hîvê, Paşa û Gogê ya sêwî yên
Serhildana Agirî yê bî? Ew jinika Diyadînî, ew a hemî mêrên gundê wê
hatibûn kuştin, zarokên wê hatibûn sirgûnkirin lê ew xwe dabû erdê,
kiribû eynat gundê xwe ne terikandibû...

Tu ne Şarê ya Mereşî ya di 1978’an de sê kurên wê bi destê dagirkeriyê
ve hatibûn kuştin; ên mayî ji Almanyayê bigire heta Avustralyayê jihev
belabelav bûyî bî? Tu ne ew a bi hesreta dîtina zarokên xwe par ne
pêrar mirî bî?

Tu ne yek ji wan dayikên Sîlopi û Licî û Batmanî û Nisêbînî û Amedî bî?
Ji wan ên bi hêviya hembêzkirina hestiyên zarokên xwe porên xwe sipî,
çavên xwe kor, umrê xwe pûç, dikin bî?

Mamoste Marûf

--
9/09/2009 12:46:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap