Qûn tazî; tembûr dixwazî...
Kurd divê li ser dîroka nêz a Dewleta Tirk pir hûr û kûr rawestin. Wê ew tê de
rastî bi hezaran ecêbên kesnedîtî werên û polîtîkaya “Dewleta ebed mudet” a
wan baştir fam bikin.
Nivîsa Xidir gewîş min jî xwendibû û tê de tu tiştek xerîb nedîtîbû; jiber ku
ez di wê baweriyê de me ku, “projeyên ên qirêj ên dewletê” li seranserî
Tirkiyeyê û Kurdistanê ji berê berê de jixwe berdewm in...
Va ye ez çend mînakan didime we;
Beriya avakirina Bendava Kebanê, bi sed hezaran donim erdê gundiyan hatibû
îstîmlaqkirin. Gundiyên Kurd ên xizan û belengaz, di ber eraziyên xwe de ji
dewletê bi mîlyonan lîra pere stendibûn. Hin kes wê bêjin ev yek xêra Xwedêye,
ser wan de barî ye.
Gelê me yê nezan jî wisa digot. Xalê Şêx Elîrizayê Septîoglî, wan rojan gund bi
gund digeriya û ji murîdê xwe re pesnê Siloyê gavan dida û digot; geşbûna
dînê Mihemed jî, dewlemendiya miletê me jî bi AP’yê pêkan e!
Dibe ku ew rebenê xwedê, ji nezaniya xwe, bi dilê xwe yê sax van gotinan
dikir.Ma xefik û dafikên ku “Dewleta Ebed Mudet” dabû ber wan ji ku
bizanibûya!
Werên guh bidin îja çi bû çi nebû:
Mirîdên Şêx, ên rojeke de dewlemendî bûyî, bi tevahî gundî bûn...
hê ji gundên xwe valanekiribûn ku bi mîlyonan pereyê girêdayî gihîştibû ber
destê wan...
Ew nizanibûn ka bi vî pereyî çi bikin: Pîşe tune ye, ji bazirganîyê fam nakin,
dewlet di şûna eraziyên wan de ax jî nedaye wan? E
w ku de herin, çi karî bikin, şaş û mat mabûn ku...
Hema di wê demê de, çawa bû kes hê jî pê nizane, di Elezîzê de bi dehan pavyon
û, kulûbên şevînî û malên randevûyê û qumarxane vebûn û gihîştin hewara
wan...
Elezîz nava çend mehan de veguherî Beyrûda rengîn.... Mirîdên şêx jî bubûn
prens û şeyxên Ereban... Kêf kêfa wan bû. ji xwe re di guhê Elezîzê de bi çend
quruşan koxên xanîyan stendin; kofî û kulfet, zarok û zênçan avêtin binî;
berê xwe dan van warên kêf û evîn û teralî û zexeliyê; bona jibîrkirina derd
û kulên dinyaya derwînê.
Pereyên xwe li van deran rijandin, xerckirin, xwarin, xilaskirin çû!
***
Mînakeke din, ji dîroka nêz a dewleta ebed mudet: Ji zarokatiyê heta xortaniyê
jiyana min di navçe û bajarên Ege’yê de derbas bubû. Piştî darbeya leşkerî bû
nesîb, ez çûm Kurdistanê. Xizanî, bêhêvîtî, ji hevûdu bêbawerî, tirs û xofa li
ser ge, di kolanan de piraniya leşker û polîsan pir bala min kişandibû.
Roja min a ewil, ber bi êvarê, seba temaşekirina nûçeyan ez çûm qehwexaneyeke .
Piştî nûçeyan min hey dît xwediyê qehwexaneyê filmeke pornografîk avêt vîdeoyê!
Ji zarokên 9-10 salî bigire heta mêrên mezin, kursiyên xwe bi pêş de dan û
çavên xwe kutan ekran; bê xem û bê xof lê temaşe dikirin ! Xwedêyo ev çibû! Ez
di cih de ji wir derketim û ketim yeka din. Ew jî wisa... Yeka din, yeka din...
tev jî wisa...
Piştî çend mehan ez li vir çavnasî bûm û min ji astsûbayekî pirsî: “ Hûn çima
pornografiya li qehwexaneyan asteng nakin?
Min di jiyana xwe de li Manîsa û li Balikesîr û li Aydin’ê tiştek weha nedît...”
- Miletê vir bêexlaq e. Dev jê berde... Heta dibin terorîst bila bi seksê
bilîbin, çêtir e...
Mînakek din; li hemî bajaran binêrin; navendên fihûşê li ku ne?
Çend nimûne li min; ên din hûn bibînin; Kerxaneya Stenbolê di taxa qedîm a
Cihûyan de, hema bêje li tenişta Havraya wan e; ya Erzromê berê di nav taxa
Kurdan de bû; niha nizanim li ku ye; ên din tev li taxên Qereçî û xizanan
çêkirî ne...
***
Tiştek din; qumarxaneyên Tirkiyeyê çend sal berê, bi zora Dewletê bar kirin.
Çûn kuderê? Qibris!
Çima ne Yozgat?
***
Çend sal berê bi destûra “emniyeta” dewleta ebed mudet, di Dêrsimê de bi dehan
Xwedê giravî restauran venebibûn?
Di wan de bi sedan jin- Xwedê giravî wek garson- nedixebitîn?
Lê ji bextê wan re Şaredarî ket destê tevgera azadiyê û hêlîna wan xera bû,
planên wan ên din jî ser de...
***
Gotina dawîn; Xidir Gewîş Dêrsîmî ye, gere baş bizanibe kux ev heştê sal e,
dewlet dike di şûna ”karxaneyan” de “kerxaneyan” bide gelê me yê ji xizanî û
ji birçîbûnê, hal tê de nemayî, ji qidûman ketî....
Îjar Xidirê me jî rabûye qumarxaneyan ber wan re dike....
Xidiro Keko, 50 sal berê li Kebana ku tu dibêjî me şêlandin... Êdî me ne pere
ye, ne pol e...
Qûna tazî; tembûr dixwazî
Mamoste marûf
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---