[www.mamostemaruf.blogspot.com]
- Kurê min, dîza girarê pir kelî ye; wê bibe dayne nav berfê, bila
bicemide. Çawa ku mele got Elahû Ekber, zûka bîne ser sfrê. Nebî nebî
mîna wê rojê tu dîsa nerijînî!
“- Wê dayê, her ro her ro çima ez? Ma Tehso jî vê ziqûmê naxwe?”

-D’ez qurbana wan çavên te yên reş belek; îro erefat e, ev xêr bila ya
te be. Tu ji Tehsîn mezintir î, baqiltir î... Ez ê piştî şîvê rûnêm,
bêrikek mînanî çuwal bi dêriyê kurê xwe ve bidirûm. Tu dizanî rojî îro
diqede, sibeh eyd e, tu yê ji dayika xwe re eydaniyê tovkî...

“ Tu rast dibêjî, dayê? Ka li kuye dîza girarê?”

Eyd ... Gava ev peyv li ber guhê min diket dilê min dibû civîkek
navgundî û di hundir de dikir tepatep. Min zûka dîza girara bi kel anî
derve, danî ser kurşe û di nav xewn û xeyalan de li benda ezana mele
mam û mam...

Sibeh ez ê serê şeveqê rabim, dêriyê xwe yê cêb mezin lixwe kim, porên
xwe şekim, kumê xwe yê ji pirtiyên rengbireng bidim serê xwe... Ma ez ê
kîngê ji vî dêriyê qeremandol xilasbim; mîna mezinan şal lixwe kim?
Wîîî Xwedê qe li hev neyne, Diya min wê dîsa moriya şîn bi tûncika min
ve girêde... Ezê bêjim na, ewê bêje “tu yê nezerî bî kurê min!” Reşo jî
yekî bi tûncika xwe ve bike ez ê jî pê qaîl bim... Erê, erê ez ê wer
kim.

Gelo bêrika Reşo ji ya min girtir be? Na looo, xalojna min qe qêmîşî
pirtiyan dike?

Gelo Zeze vê carê porteqalan bide an gûzan? Xwezila gûz bida. Par
hejdeh gûzên min çêbibûn...

Kûçikên mala Hecî Xalis girêdayî bin? Heger Beredayî bin ez ê biqîrim;
malêêê, kûçikê xwe girêdin,wa mêvan têêên!

Qeliya Meta min a Eyşo mabe tu divê? Bi Quran ez ê jê bixwazim, ma ne
eyd e...

Kuro, Hecî Kalo dîsa ji min bipirse, “ –Sediyê min, sibeh ez werêm mala
we tu yê çi bidîber min?” ez çi bikim, çi bibêjim? Guz? Na. Porteqal?
Na. Mewûj û kişmîş? Na, na qutiya wî serqûçkî tijî ye. Hah, weleh min
dît! Ez ê binê beroşê, binê şîr bidime kalo... Ma ji wî xweştir?

Gelo Nesîbeya jina Apê Evqadir, ji min dewa hêkên xwe bike û bibêje;
kûçikê heram te çima diziya min kir; ez ê çi bikim? Na, na Xalê Evqadir
pê re hêrs dibe dibêje; keçê eyd û erefat e; kêfa zarokan neşikîne.
Kurê min bibêje ma ne hêkên apê min in; ez dixwum, ji kî re çi?

Silo’yê çarek (elewî) goşt bide ber me ezê bêjim na xalo; ez naxwum,
mele gotiye destkoja we heram e. Gelo, dilê wî ji min bimîne? Namîne,
namîne; ma dilê kesî ji gotinên mele dimîne!

Gelo ez çiqas eydanî berhevkim? Min bêrika xwe carek tijî bikira û
bihatima malê û vala kira; carek din, carek din... Nîvrokî Xakî min li
hespê xwe siwar bikira bibira gundê Kuneroviyê, li wir jî mal bi mal
bigeriyam, paşê bi erebeya servekirî biçûma Erziromê mala Seyîdxan,
mala Harûn, mala Hecî Baran, Mala...

Elahû ekber, elahû ekber!
Sibeh cejn e; cejna we pîroz û bimbarek be...


Dîz: qûşxaneya ji axê çêkirî
Dêriyê qeremandol: Berê dêrî li zarokên lawîn dikirin. Ew dêrî, ji
pirtiyê reş ê erzan dihat dirûtin. Navê wî pirtiyî qeremandol bû.
Girar: Ev girar bi dew û dan tê çêkirin, li herêmên din wek “mehîr” tê
binav kirin û nok jî dikeve nav û cemidî tê xwarin. li girara dew a
Seserhedê geragerm tê xwarin.
Kurşe: Berfa cemed girtî, berfa hişk.

Tûncik: Berê porên zarokên lawîn di tanga ser guhan de glover dihatin
birîn û parçeyek por li ser eniyê dirêjkirî dihat hîştin. Jê re tûncik
dihat gotin. Dayîk kumên rengînî çêdikirin didan serê wan û tûncikê
tenê li derve dihîştin û morî, pelikên zêr û zîv pêve dikirin
dixemilandin.
Mamoste Marûf

--
9/19/2009 03:59:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap