[http://www.mamostemaruf.blogspot.com]
Kurd piştî Ereban – em sedem û rê û rêbazên vê yekê bidin alîkî- hatin
ser dînê Mihemed. Em encamên misilmanbûna Kurdan yên jiyana vê cihanê
-ya derewîn- ya aborî, civakî û giyanî erdnîgarî bidin alîkî û bi
gotinek gilover bibêjin; Kurd bi hatina ser hîdayetê “bihûşta rengîn a
Xwedayê Jorîn a li cihana din” bi têra xwe heq kirin. Hin kes û
kesayetiyên ji çîna hewas a (bi qewlê kurdan; bijarte û zana) yên
Kurdan ji dewra tabîûn (ên sehabîyan dîtibûn) bigire heta dawiya dewra
Osmaniyan, çi ji eşq û evîna Xwedê, çi ji tirs û xofa dojehê be, xwe bi
fermanên Xwdayê Jorîn ve ewqas bi dil û can girêdan ku zar û zênç, kofî
û kulfet, mêrg û zevî, pez û dewar, welat û netew, ziman û nasname tev
dan alîkî û di rêya Mihemed (S.E.W. S) de carinan bûn canfedayên xwîna
xwe kirî çavan, carinan jî bûn ji wan derwêş û alim û helbestvanên
dilşewat û alîkî ve digiriyan şev û roj bi her dû çavan, aliyê din ve
Jî dua û niviştan dikirin ji bo hakanên Selçûkiyan, xelîfeyên Ebasî û
Emeviyan, padîşahên Osmaniyan ên di dilqê Xelîfeyên rûyê Cihan... Wek
mînak; Sulhedînê me yê Eyûbî, Ebû Henîfe’yê me yê Xoresanî, melayê me
yê Goranî, Fuzûlî’yê Beyatî, Nabî’yê Ruhayî, Nefî’yê hesenqeleyî, Seîdê
Kurdî û nizanim kî û kê êdî...


Ez ji wana re dibêjim Esilkurdên umetparêz ên pişt bi biyaniyan ve
girêdayî. Bi mîlyonan kesên ji doxîna wan ketî, di dirêjahiya bi sedan
salan de di nav birayên xwe yên misilman de ji binî ve bişifîn heliyan
çûn. Bi mîlyonan Rewadî û Êlwarî yên ji pişta Sulhedînê me yê Eyûbî, li
ser axa Azerbaycana veguherîn bûn bûn Ezerî. Bi deh hezaran
hemwelatiyên Şêx Seîdê Kurdî, yên di dawiya sedsala XIX’an de dest bi
hemaliya Xanên Stenbolê kiribûn di şêst heftê salan de, ji xizaniyê
xelas bûn, hinek pûrt bi wan ve hat, bi tevahî veguherîn tirkên sipî.
Neviyên ên din jî dîsa di nav gelên din de heliyan, winda bûn. Axir û
aqûbet; ji wan ûrtkoran tu kes nema ku li ser gorên wan bisekinin bi
kurdî bibêjin:

“- Kalo, pîrê, vaye ez hatim!” û ji wan re fatiheke bixwînin; ji wan
mezinên me yên berê re; yên bi nav û deng ên jibo dînê Mihemed û jibo
Xelîfeyan bi zimanên wan ên Erebî, Farisî û Osmanî wek bilbilan
dixwendin, wek Ristemê zal şer dikirin, wek ewrên bi şiliyê barkirî
rondikan dibarandin...

Dîsa ji heman nifşê hin kes û kesayetî derketin – bê ku xwe ji ol û
mezheb bikin- ji refê xwe veneqetiyan, çi kirin bi zimanê xwe, li ser
navê gelê xwe kirin. Ew jî bûn leşkerên Xelîfeyan û bi şûr êrişî
neyarên dînê Mihemed kirin lê di şûna “Allah! Allah” de, digotin “elah,
elah”...

Ew jî lavayî Xwedayê jorîn dikirin, hêstir dibarandin; lê di şûna ku
bibêjin; “Allah adin zîredelîm evvela; ...her îşî asan eder Allah ana”;
digotin “ Hemd bê hed be bo xwedayê rebê alemîn; ew Xwedaye daye me
dînê mubîn”. Ew kî ne? Elî Hrîrî, Baba Tahêrê Hemedanî, Ehmedê Xanî,
Melayê Cizîrî, Şêx Seîdê Paloyî, Seyîd Rizayê Dêrsimî, Melayê Batê,
Feqiyê Teyran, Celadet Bedirxan, Seydayê Cîgerxwîn, Mehmûd Baqsî, Şivan
Perwer, Mihemedê Ûzin û filankes û bêvankes...

Di sedsala XX û XXI. de, her çiqas ji bela polîtîkayên bişaftinê
(asîmîlasyonê) yên dagirkeran gelek ji wan xwe ji ziman kiribin jî,
tevahiya Kurdên tekoşer û azdîxwaz, bi taybetî serok û şervanên Tevgera
Azadiya Kurd, li peyî van rewşenbîr û lehengan çûn û bi gotinên wan
kirin; rabûn û rûniştandina wan şopandin; û şîretên wan kirin guhên
xwe...

Kî çi dibêje bila bibêje ev rê- bi qasî ku em pê dizanin- hezar sal e
vebûye. Kes û kesayetiyên di vir de meşiyane di kozik û çeper netewî de
cihên xwe girtine.


Belê beriya şoreşa Bûrjûvaziyê ya Fransî wek hemî gelan Kurd jî ji
zanîna “netew-dewletê bêpar bûn; lê divê mirov -digel bi hezaran
astengiyên derûnî, aborî û civakî - navekî li israra bikaranîna Zimanê
Kurdî ya hin rewşenbîr û lehengên Kurdan ên dewra Ebasî û emevî û Eyûbî
û Selçûkî û Osmaniyan bike...


...

Rabit ji me jî cihanpenahek

Peyda bibitin me padişahek



Şîrê hinera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn

... Ehmedê Xanî


Divê mirov ev Kurdên

stûxar, sêwiyên umetê, nivîskarên van beytên jorîn


ên bi hesreta eferimekî xelîfe û şah û padişahan-ên Xwedê giravî
parêzwanên hemî misilmanan- çûn ber rehma Xwedayê Jorîn”


û


binyatkurdan( kûrt kokenlî),


yên pişt bi biyaniyan ve girêdayî;


esilkurdên “methiyexwend û mersiyexwend” ên di koşk û serayên serdestan
de bi îzet û îkram ezimandî,


kurdên di nav zêr û zîvan de xeniqandî û gevizandî”


ji hevûdu veqetîne...

Îjar em werên ser diharê binyatkurdên pişt bi biyaniyan ve girêdayî yên
kûtxwur (Kût; nanê ketî nav axa tedûrê û ji hêla mirovan ve nayê
xwarin) ên îro... Çi îtîrafkar, çi çepgir, çi rastgir, çi umetparêz, ên
dûrî rê û rêxistinên Kurdan, ên dûrî tevgerên azdixwazên Kurdan, ên
neyarê tevgera Azadiya Kurd, tev bi hev re ji vê çînê ne. Ew tev li ser
hev, lê carinan dor bi dor kûtxwurên desthilatdar û serdestên îro ne.

Ev nivîs têra hemî kûtxwurên esilkurdan nake, loma ez dikim hinek qala
kûtxwurên îro yên ketine dilqê Osmanîparêzan bikim. Ew jî wek yên
pêşiyên xwe dibistan û medresexwendî yên gelê xwe ne; lê di zimanê
serdestan de wek bilbil in; ji wana pirtir jîr û jêhatî ne. Hevokên wan
wek yên Fuzûlî û Nabî û Nefî bi şox û şeng, şêrîn û şekirî ne. Ew jî
wek generalên dagirkeran ên pêsîr bi madalya û nîşan û bi tîtik û
pîtikan xemilandî;


ew ên xwedî bi dehan nav û ûnvanan; xwedî gelek ûnvan û payeyan in;
şêwirmendê Şarederiyê yê esilkurd, ûstadek esilkurd, şêwirmendek
serokwezîr ê esilkurd , rewşenbîrê esilkurd, civaknasê esilkurd,
osmanîparêzê esilkurd, Îslamparêzek esilkurd, sîyasetmedark esilkurd,
karsazek esilkurd, dîroknasê esilkurd, terîqneqşîyê esilkurd,
televîzyongerokek esilkurd, dijberek esilkurd, Kurdek sipî hwd...


Gelekên wan pêşiyên xwe digihînin şêx û melayên berê, yên di dema
serhildanên kurdan de, destşûştî, lingşûştî li ser post rûniştî... Ew
şecerexwendên ewqas jêhatî ne ku bi sedan bav û kalên xwe bê sekn û bê
qerar li dû hev rêz dikin û dawiya dawîn xwe bi awakî bi nîjadkî an bi
Şêx Evdilqadirê Geylanî ve an bi Xalidiyan ve an bi Ebasiyan ve girê
didin û pesnê xwe bi vê esaletê didin, xwe pê mezin dikin; lê gava
kesek rabe bibêje “ ez bi hezaran salan e Kurd im; ji Kurdan hez dikim”
wî bi İrqçitî û nîjadperestiyê tewambar dikin û lê pêşniyariya
“tecdîd-î îman û tecdîdî Nikah” dikin.

Ew hemî dagirkerên li çar aliyê Kurdan, ji çermreşên Afrîkayê bigire
heta Peştûnên Afxanîstanê, ji niştecihên girava Tîmora Rojava bigire
heta Ûygûrên Çîn û Maçînê wek bira dibînin. Gava dikevin tengasiyê bi
her dû çavan ser wan de digirîn; lê gava Kurdek ehlê Sinet mêyla kurdek
elewî û Êzidî û yaresanî bike, an dilê wî bi Ermenî û Asûrî û Kildanyek
bişewite, mafê wan rebenan jî biparêze; an jî bi demokrasîxwaz û
aşitîxwazên Cihanê yên nemisilman re têkilîkî dayne di cih de bi
termînolojiya serdest û dagirkerên hezaran salan dest bi dijûn û êrişan
dikin: “ Kafirê bê dîn û bê îman! Dijminê Dînê Mihemed! Xurufiyê
dojehmekan!”

Hin caran jî bona ku her kes bizanibe ew ji wan ronakbîrên di zanistê
de pir kûr û modern in; ji her dû cihanan( ser erd û bin erd) jî haydar
in, bi têgehên nûjen ên ji lîteratûra – bi qewlê wan- ji kafirên bê dîn
û bê îman deynkirî jî êriş û kufuriyan dikin: “sekûlerê di şopa
Kemalîstan de!” “Ateîstê kurê satanîstan! Marksîst û Stalînîsto!

Carinan jî xwe li bijîşktî û li hekîmtiyê datînin û teşhîs û tedaviya
“Kurdên şiyar û bixwe hesiyayî” didin ser milên xwe:” PKK rewşa
derûniya Kurdan travmatîze kiriye; divê ev travma bi rê û rêbazên
Osmaniyan, bi waez û şîretên şêx û meşayîxan (bi yên bav û kalên wan ên
hevkar; ne bi yên welatparêzan), bi biratiya misilmanên ehlê sinet û
wel cemaat bê dermankirin...

Di pêşniyariyên wan kûtxwuran de, di modela wan a ji ber pergala
riziyayî ya Osmaniyan girtî de, Elewî, êzidî, Ermenî, Asûrî û kildanî
tev li ser hev tebaya kafîrûn in û tenê layiqê baca “xerac û cîzye” yê
ne... Her çiqas bi awakî aşkere nebêjin jî, bi ya wan jin û mêrên enî
naçe ser sicdê, terkî selat, jinên porvekirî, sosyalîst, araqxwur bi
tevahî rafizî yên gunekar in û ne layiqî hurmet û rûmet û nîmetan in;
li wan maneyan digerin, fesala xwe bibînin wê qetla wan jî helal kin.

Kûtxwurên Osmanîperest dijber û neyarên şêx û meşayîx û zana û mela û
oldar û nimêjkarên Kurdan ên demokrat û azdîxwaz in. Niha ew hevkarên
AKP’ê, endam û bendewarên post û meqamên li jor in; lê axir û aqûbet,
dawiya dawîn, ew jî wek Nabî û Nefî û Fuzûlî, ebter û ûrtkor in.


Mamoste marûf








--
9/20/2009 01:44:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî
cardin nayê adresine gönderildi
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap