*Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî*

* Kitêba Kerîm Yildiz Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî di nav weşanên
Avesta de derket.*

Ev kitêb, yek ji kitêbên pêşîn e ku bi karesata Kurdên Sûriyeyê dadikeve.
Kurd mezintirîn mînorîte ne li Sûriyeyê, û hêj jî di warê mafên mirov de
tûşî gelek neheqiyên nedîtî dibin. Ligel kitêbên din ên Kerîm Yildiz -The
Kurds in Iraq û The Kurds in Turkey- ev kitêb, xwe dispêre tehlîlên wî yên
berfireh ên sebaret bi rewşa mafên mirov ya mezintirîn grûba etnîk a
bêdewlet li dinyayê.

Yildiz, rewşa hevçerx a Kurdên Sûriyeyê, di çarçoveya dîroka Sûriyeyê de û
di wê rewşa wê ya niha de ku ji layê DYAyê ve bi dewleteke deryasayî dihê
girtin, vedikole. Halê hazir, sedî pêncehê dahata Sûriyeyê diçe bo mesrefên
leşkerî -lewre Sûriye hest bi gefa cîranên xwe li ser xwe dike, û ev yek di
awayê muameleya ligel mînorîteyan de diyar dibe.

Kerîm Yildizê ku di vê kitêbê de ziman, perwerde, dîn û dîrok jî tê de hemû
rehendên jiyana kurdî lêk dide, derfeteke tekane berpêş dike bo têgihiştina
rewşa mafên mirov ya Kurdên Sûriyeyê.



*KERÎM YILDIZ*

*Li Çewligê ji dayik bû. Xwendina xwe ya masterê li ser Huqûqa Navneteweyî
ya Mafên Mirov li Ingilîstanê tewaw kir û li sala 1992yê wekî endamê
damezrêner û dîrektorê Projeya Mafên Mirov ya Kurd li Londonê (PMMK-Kurdish
Human Rights Project KHRP) bû berpirsê sepandina projeyên ku PMMKyê bi rê ve
dibirin. Di warê mafên mirov de, bi taybetî li ser mafên kurdên ku li
Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq, Azerbeycan û Ermenistanê dijîn, gelek kitêb û
meqale nivîsandine. Ji bo hejmareke kitêbên ku di warê mafên mirov de hatine
nivîsandin beş amade kirine.*

Li Rûsya, Albaniya, Kosova, Ûkrayna, Azerbeycan, Ermenistan, Iraq û
Kurdistana Başûr, sebaret bi naveroka peymanên navneteweyî yên mafên mirov û
bikaranîna mekanîzmayên heyî, gelek semînerên perwerdeyî pêşkêş kirine ji bo
civatên ku tê de dadger, dozger, mamosteyên zanîngehê, huqûqnas û çalakvanên
mafên mirov cih digirtin. Kerim Yildiz li ser muraacatên ferdî ji bo Dadgeha
Mafên Mirov ya Ewrûpayê û bikaranîna Mekanîzmayên Mafên Mirov yên
Netewe-Yekgirtiyan kitêbên rêber jî nivîsandine. Kitêbên wî ji zimanê resen
ingilîzî hatine wergerandin û ji bilî bi tirkî, bi zimanên kurdî (soranî û
kurmancî), azerî, ermenî, fînî, farisî û rûsî jî hatine belavkirin. Kerîm
Yildiz, ji ber xebat û bexşên xwe yên di warê mafên mirov de, li bal
Komîteya Awuqatan ji bo Mafên Mirov û Weqfa Sigrid Rausing ve hatiye
perûkirin. Herwiha ji bo xelata mafên mirov, ku saziya Justive/Law Society
dide, wekî namzed hatiye nîşandan.

Kerîm Yildiz, ji bilî endamiya desteya rêveber a gelek saziyên cihê yên
mafên mirov û jîngehê, şêwirmendiyê ji bo Weqfa Delfinayê dike ku di warê
hunerê de yek ji saziyên herî navdar ên cîhanê ye. Yildiz endamê rêxistinên
Pena Ingilîz û Pena Kurd e.



*Kurdên Sûriyeyê: Gelekî Jibîrkirî*

Kerîm Yildiz

Wergera ji ingilîzî: Ergîn Opengîn

ISBN: 978-9944-382-86-1

19.5x13, 224 rûpel, 14 TL


www.avestakitap.com

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap