[www.mamostemaruf.blogspot.com]
Teşî Tu li salê 2800 sal berê bi destê rebenek Elamî neqişandî dinêrî tu bixwe xwe dibêjî qey Senema me ya Jina Hecî Xalis a ku çend sal berê çûye ber rehma Xwdê, li ser parçê kevirê sitûna ji ber xirbeyên dêra Ermeniyan mayî rûniştiye, li benda mirina masiyê ku xulamê wê Keklo bi destan hema gava din ji çem girtiye û jê re aniye sekiniye ; alîkî ve teşiya xwe dirêse, aliyê din ve jî terîfa qelandina wî masiyê qelew ê çavbeq ji berdestiya xwe ya Gozê, jina Keklo re dike. Îboyê gobel ê muzawir jî ji xwe re nekirye bargiranî bi çakûç û mûc pê ketiye salê li serdestê gund bi vê dîmenê neqişandiye ; li binî jî ji qeşmeriyan nivîsiye gotiye ; «Meta Senem vê germa havînê ji masî re fanorî çêdike, Gozê jî jê re dike ba û baweşîn» Ma teşiya wê ya kurdî, dêriyê wê yê qutnî, çavên wê yên gir û gilover ên bi kilê subhanî reşkirî, qelewî ya wê ya heta duh jî mêrên kurdan merezdarî kirî û helandî, bazinên wê yên zîvîn ên Helebî, eniya wê ya bi qorek zêrên Reşadî xemilandî, porên wê yên bi baldarî şeh kirî û şax şaxî hûrik hûrik hûnandî û ji hev veqetandî û bi qeytanên kesk û sor û zer bi hev ve danî ne rewş û girêdana Senemên me ne ? Di vê salê dîrokî yê 2800 sal berê bi destên hunermendên Elamiyên Mezopotamî hatiye neqişandin û li bajarê Sûs’ê hatiye dîtin de mirov şopên çand û şaristaniya xwe dibîne. Bi taybetî teşiya wê ya di destan de pir balkêş e. Kesên bala xwe dane teşiyan baş dizanin ku her çand ji xwe re bi teşiyek e. Tirk wê wek « kîrmen » bi nav dikin. Kîrmena wan bê neynûk e. Serê wê ji du çiqilên darên çeprast pêk tê û ne standart e. Li hin deveran serî li jorê darê, li hin deveran li ortê an li jêr e. Teşiya me ya Kurdî ji sê parçeyan çêkirî ye ; darê teşiyê, serê teşiyê, neynûka teşiyê. Darê teşiya me bi xwe jî bi qalindî û ziraviya tayê ku pê tê rêsandin an qalind e an jî zirav e. Dirêjiya wê jî dîsa bi van ve têkildar e. Ji 25-30 santîman bigire heta 60-70 santîman teşî hene. Serê teşiyê jî ji heman darê pan û gilover lê, pir kêm jî qubekî tê çêkirin. Divê girayiya serê wê û dirêjiya darê lihevûdu bên. Neynûka teşiyê çengelek biçûk a têl e û li orta qubeya serî tê çikandin. Modîneye(çap) serî 5-10 cm. ye. Ji darên cûrbecûr teşî çêdibin, lê yên ji darên sexm ên wek gûz û şindî û mazî meqbûl in. Ji jinên bi teşiyê dirêsin re « teşîrês » tê gotin. Ev kar her çiqas pir hêsan bixwûyê jî di nava gel de wek hunerek bijarte tê pejirandin û bi serê xwe çandek e xwedî gelek têgehên resen in. Teşî tê badan û pê rîs tê rêstin an rîstin. Gava teşî bi têra xwe bigere teşîrês dibêje teşiya min ba girt. Teşîya xwe pir bi zeft bivizîne dibêje min teşiyê zîz kir. Teşî pir giran bibe û êdî nikaribe birêse, dibe ku tayê wê biqete dibêje « teşiya min bar bû » Hunera teşirêsiyê zîzandin e. Tu çiqas xweş bizîzînî tayê te jî ewqas dirêj dibe û tu di demek kurt de ewqas pir dirêsî. Li her gundekî Kurdistanê teşîrêseke bi nav û deng heye. Hin teşîrês bi sedan salan şûn de jî tên bibîranîn. Li Sasonê li ber devê çem zinarek bi bilindiya 30-40 metroyan heye ku ew wî bi hunera teşîrêsek bed a Ermenî bibîrtînin û wek « kevirê pîrê » binav dikin û dibêjin ; « beriya fermana fileyan pîrekeke Ermenî hebûye, tim û tim derketiye ser wî zinarî û teşiya xwe ewqas zîz kiriye ku darê wê gihîştiye ava çem, lê tayê wê dîsa jî neqetiyaye ! » Teşî û teşîrêsî di sitran û wêjeya Kurdî de xwedî cihek girîng e. Ma li seranserî welat ji bav û kalan heta îro kesek sitrana gelêrî ya « de bi lûr lûr lûr teşiyê » nizanibe û di dîlanan de li ber neleyîstibe heye ? De bi lûr, lûr, lûr teşiyê De bi lûr, lûr, lûr teşiyê Teşiya min ji dara biyêLê dirêsim hirîya miyêÎşev çûbûm govendêKetim milê berbûyê(Dîsgotin) Teşiya min ji dara darêLê dirêsim hirirya karê Ez gewrê birevînimGune li hustiyê cînarê(Dîsgotin) Dara min ji dara merxêLê dirêsim hirîya berxêÎşev çûbûm govendêKetim milê çavreşê (Dîsgotin) Bi rastî jî teşî û teşîrêsî jibo jinên me Kurdan, ên hema bêje bi tevahî bi hezaran salan e jiyana xwe li ser rê û dirbên koçertiyê, di nav mêrg û zeviyan de, di nav pez û dewaran de, bi xwedîkirin û mezinkirina bi dehan zarokan, serde jî di bin zulm û zordariya dagirkeran de, ew jî têrê nake di bin pest û pêkûtiyên pergala feodal de, bûye demek kêfxweşî û bihnvedanê. Ew wek zarokên dibistanî, tim û tim xwestine bihnvedana xwe ya bi teşîrêsiyê diborînin bi kêf û henekan, bi evîn ûhêvîdariyê, bi xwen û xeyalên serfiraziyê bixemilînin. Lê talanker û dagirkerên di dilqê “feleka xayîn”de gelek caran wê kêfê herimandiye di wan de qurmiçandiye û nehiştiye bi teşiya xwe jî şad û bextewar bin. Ew her cara ku bi cih û war, bi gund û bajar bûne û di bin koxê xaniyên xwe de kerîkî nan xwarine ev yek li çavên neyaran bar nebûye û xeynî rêşivanên ku dajon serê çiyayan jibo wan tu derfet û bendewariya jiyaneke bi rûmet nehiştine. Di wan rojan de teşî û teşîrês û konên reş bi hev re reş girêdidin. Belê jina kurd, berê, di dema fermana qikirin û komkujî û koçberkirinan de; ne digot şev û roj, bê xwarin û vexwarin hiriya reş dirêsand û jibo bextê xwe yê reş dikir konê reş ê koçberiyê... Di sala 1916’an de dîsa koçerî heye. Kurdên Serhedê yên bê xwedî, di meha çile de bi tevahî ji ber Rûs û Ermeniyan bar dikin. Beriya hatina wan dagirkeran jin teşî di destan de bê rawestin dirêsin. Nadirê Temirê Pûtî; bapîrê min , di nav nivînan de li benda Ezraîl e. Ji keça xwe ya ezeb a bi navê “Pitê” av dixwaze; lê jiber ku konê wan hê di nîvî de maye nikare teşiyê deyne û ji bavê xwe yê di ber sekeratê de qultek av bîne; li bendê ye ku teşiya wê bar bibe... Çendikî şûn de hişê Pitê ya dilşewat tê serî, digirî û dilorîne dibêje; “ Erêêê, kî diye kî bînaye; bavê meriya ber mirinê be, keça wî li ber serî teşiyê birêse.” Nadir, heman rojî di nav cihê xwe de ji tîbûnê; Pitêya wî ya delal jî çend meh şûn de, tevlî bi deh hezaran Kurdên koçber dimire. ji wan 251 kes xizmên wê yên ji gundê Xîtikê ne. Bi girsehî, bi tevahî, bêxwedî, li serê çiyayê Qerejdaxê, ji nexweşî û ji birçîbûnê dimirin. (jiber ku dewleta tirk, M.Kemal jî wê demê li Amedê ye, nahêle koçber bikevin bajaran; ji gundê Xîtikê ji 300 kesan 9 kes tenê bi saxî vedigerin; ji hin gundan tu kes; wek mînak Kanîbûka Kop’ê ya 500 malî...) Amojna Dîlo, jineke Kurd a dengbêj e. Di maciriyê de li ser xwe dimîne. Pirî li ber Pitê dikeve û dikewice kilamekî pir dûvdirêj davêje ser. Va ye keremkin, jê bendek: Lo mezelo, lo mezelo Derdê dilê min re li hembero! Jê derketin cotek marên wastû zero(stû zer) Maro qurban, li çav û biriyên belek Cara tu nekî tu sefero! ... Çanda teşî û teşîrêsiya me, wek sûr û bedena Amedê ye. Di kûrahiya dilê me yê koçer de cihê xwe ewqas zexm çêkiriye ku hewiya hin wêjenasên me yên nûjen jî bê teşî û teşîrêsan nayê. Bala xwe bidinê; Azad Zal di helbesta xwe ya bi sernavê “Dayika Teşîrês”de hestên xwe çiqas xweş, çiqas bi dilgermî û bi hostetî aniye ziman: Tu xwe ji xwe diafirînî ez jî xwe ji tedayika teşîrês teşî dîsa li destê te ye wekî hercarbirêsî nerîsê xwe birêsîne diya min teşîba li min hatiye xezebê bi ser serê min de tofanê dibarîne rîsê xwe birêsîne ji nava kezeba min hebo hebo bikişîne êşên minjana nava dilê min birêsînerîs ji giyana min çêke bila gewherê te lê bibiriqinji jînenasiya min ta bi ta, qevd qevd bipêçeji pêrji duhji îro bide ser hev hiriya keriyê kederên min... Omer Dilsoz jî di helbesteke xwe de hemî kul û keseran di serê teşiyê de dide der: Min rêsa, min weriband min keser li teşiya dil kirin dil bada, dil raçand dil ji bo te rûbar tîr kirin Hêviya min ew e ku teşiyên dayikên me, êdî nebin şahedê bextreşiyên me... -- 10/03/2009 07:04:00 PM tarihinde mamoste maruf tarafından umrê çûyî cardin nayê adresine gönderildi --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
