Lînka nivîsa min ku bi kurdiyeke xerab hatiye nivîsandin, jêr de ye. Kerem kin min rezîl bikin :))
Li Ber Deve Behra Payize: http://beroj.com/h.asp?k=5514&z=t Li kêleka asfaltê, li aliyê behrê esnafên geroke, bi erebeyên xwe yên xurde digeriyan. Piraniyê wan Kurd yan Mirtib bûn. Min ji kalekî pîrê fanî (ku meriv dikare bibêje hema ji dewra Nûh pêxember maye) dendik standin. Mêrik kalekî navsere; gelek extiyar bû. Min ji xwe re got; divê ew kalo biçûya Hecê û paşê weke ku di kevneşopê me de cih girtiye, dest ji karên dinyayê berda baştir dibû. Min jê pirsî û ew serpêhatiyên xwe ji min re pêşkeş kir. Bi kurdiyeke zelal qise dikir... Ji gundeke Serhedê hatibû dinyayê. Gundê wan pir xweş bû. Carna paletî dikir û carna şivantî... Havînê ku gava di zeviyan de genim hişk dibû, bi dasû simbêlên wan top dikirin. Piştê paletiya genim, di zeviyên vala de êdî tu tişt nedima. Ew çax dor dihat şivantiyê. Hê nediçû dibistanê, şivantî dikir. Lê dîsa, ji jiyana xwe kêfxweş bû. Çawa ku beriya pêncî salê ji Qarayaziya Erziromê hat Stenbolê, perperîşan bû! Carna muşterî dihatin û jê dendikên gulberojk an ji yên kundir distandin. Ecêb e ku gava bi wan re dipeyivî, tirkî bi zimanekî fermî a devoka Stenbolê xeber dida. Şiklê rûyê wî şidandî dibû. Çima ku ez pê re bi kurdî diaxivîm, min didît, mîmîkên ruyê wî mîna gulan geş dibû; ango fermî bûn pê re nedima. Bedirxan Badilî msn a min: [email protected] "Bi kar anîna Kurdiyeke şaş, ji zimanên din ên baş, baştir e ne wisa? Rojbaş!" --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
