Bila em hishyar bin! Li ser rewsha dewleta turkî û bizavên ashtiyê, çêroka "Rovî yê xapînok" a ku rehmetî Qedrî Can di hejmar a (10) HAWARê de belav kirî, ditê bîra mirov, tevî ku ez bi xwe li gel ashtiyê me, û pêwîste em tev (Kurd û Turk) li çareseriyeke siyasî di nav xwe de bigerin û bipirsin, hema pêwîste, em neyin xapandin û em gotinên mezinên xwe yê xudan serpêk (tecrube) wekî Qedrî Can di pash guhan re ne avêjin. Ez dikanim wê çêrokê wilo bi kurtî bo we binivîsim. Roviyê xapînok, li ber deriyê qulîna (kuna) xwe, li deholê da û bi dengekî bilind bang li ajalên dî kir û got: "Werin mala min bi mêvanî, li ba min shahiyeke mezin heye bi her terzekî xweshiyê...Ev shahî û vexwendin bê pere ye, û bi taybet bo kew û kevokan....Vê rasthatiyê ji dest nedin."
Bi rast jî Kew û kevok ketin nav davikên rovî, derbas bûn qulîna wî. Ew keniya û got: "Min hûn girtin, ezê we bixum." Pisht re ewana di mala xwe de girtî hêlan, ji qulînê derket û kevirek da ser devê wê, û ber dilê xwe av reshand, got: "-Ez we pisht re bixum." Dawî kew û kevokê bi nikilan derdora kevir kolan, kevir ket, ewana firiyan û baz dan...Lê bi hev re gotin: "-De bila, em careke dî bi dehola rovî neyin xapandin." Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat Cankurd http://kurdax.net http://peyam.eu http://en.netlog.com/kurdax Têldest: (+49) 163 869 81 59 --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
