--- En date de : Sam 31.10.09, Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]> a 
écrit :


De: Abdulkadir BİNGÖL <[email protected]>
Objet: Kula gomlekê şîn
À: [email protected], "Adnan TÜZÜN" <[email protected]>, 
[email protected], "Dr. Mesut TÜZÜN" <[email protected]>, 
[email protected], "Hüsamettin BİLGE" <[email protected]>, 
"hüsamettin bilge" <[email protected]>, [email protected], "Jan Dost" 
<[email protected]>, [email protected], [email protected], 
[email protected], "Meral Gulistan" <[email protected]>, "Mizgin Maiqary" 
<[email protected]>, "Münir TİMURTAŞ" <[email protected]>, 
"Pencinar" <[email protected]>, [email protected], "Vedat Yıldız" 
<[email protected]>
Date: Samedi 31 Octobre 2009, 9h49

Bi xwendina çîroka we malê dinê bû ya min! 
Ev çi Kurdiyek zelal û Kurdewarî û dewlemend Xwedêyo! Min bi xwe  gelek jê 
îstîfade kir; ji ber ku tê de bona nivîskar û ronakbîrên kurda biwêj û qalibên 
pir û pir  lihevhatî û kêrhatî hebûn.
 
Hespê mejî, di zozanek evqas mezin de ji xwe re çiqas xweş dibeze!
 
Hêviya min ew e ku Birêz Evqadir Bîngol ji vir pê de jî dilê me bi van berhemên 
xwe yên giranbiha şad û bextewar bike. 
                                                      Mamoste Marûf    






Kula gomlekê şîn 












CIZÎRA BOTAN, 30/10 2009 — Ji boyî ko weceke malê bistêne diya wî ew şandibû 
dikana cîran. Lê haya wî ji wê çendê nebû ko dê di wê dikanê de çi tiştî bibîne 
û ew tişt dê bandoreke çawa li ser giyana wî çêbike. 

Erê… Gava kete nava dikanê ji nişka ve çavê wî li derekeya ko tiştên dikane li 
ser de hatibûn rêzkirin, ket. Li ser derekeyê gomlekek şîn di nav qotiya xwe de 
berê xwe dida bikirê/mûşteriyê xwe. Çawa çavê wî li gomlekî ket, ne bi dilekê 
bi hezar dilan dilê wî ketê. Lewre hetanî hingê wî gelik gomlek dîtibûn, lê 
carê yekem bû ko çavê wî li gomlekeke evqasî spehî diket. Helê rengê wî yê şîn… 
Mîna Mecnûnê çavê wî li Leylayê bikeve zîq lê nêrrî, lê nêrrî. Êdî ew tişta ko 
sedema hatina wî ya dikanê bû bi yek carî ji bîr kir. Mat bûbû. Çavê wî zîq li 
gomlekî bû. Haya wî ji derûdora wî qut bûbû. Hemû fikra wî ketibû li ser 
gomlekî. Xwediyê dikanê jî ji vê helwesta wî ecêpmayî bûbû. Bîstekê bêyî xeberê 
bide lê nêrrî. Ji xwe re holê digot yê dikandar: “Gelo, ev zarokê hanê çima 
hema serhev berê xwe dide derekeyê! Gelo çi bi vî zarokî hatiye!”
 Dema dikandarî dît ko dawî li matmayina wî nayê, mecbûr ma ko wî hişyar ke. 
Deng lê kir: 

— Hê! Te xêr e, çi bi te hatiye laqo! 

Li ser vê hişyariya dikandarî bi xwe ve hat. Hewcehiya xwe ko sedema hatina wî 
ya dikanê bû stend û dikan terikand, derket derve, çû. Çû, lê belê çi çûyîn! 
Giyanê xwe li wir, li ser derekeyê hişt û qalikek bê ruh ji dikanê derxist û 
çû. Berê xwe da malê. Gava kete mal de mîna serxweş û mestan li tenişta dê û 
babê xwe rûnişt. Dêka wî dema li rûyê wî nihêrt zanî ew di rewşeke xerîb de ye, 
lê nedizanîya ka rastiya wê çi ye. Hinkê rûnişt lê hedar û seqara wî li tu erdî 
nedihat, hema qelq bû. 

Ji nişka ve fikreke nû kete serê wî.. Hema bû bimebima wî. Bi xwe xwe diaxivî: 
“Erê ya..” digot “Çima min bihayê wî gomlekî pirsiyar nekir?” Diya wî tiştek ji 
bimebima wî fêm nedikir. Hema ji nişka ve, bêyî ko destûrê ji yên li wê derê 
bixwaze û sedema çûna xwe vebêje ji mal derket. Rasteras berê xwe da dikana 
Derwêşî. Di pêşberî dikandarî de rawestiya û bi awakî bêhnbizdayî got: 

— Xalê Derwêş, xalê Derwêş! Ka bo min bibêje, ev gomlekê li ser derekeyê bi 
çiqasî ye? 

— Hevde banknota ye xwarzê! 

Bersiva ko ji hêla xalê Derwêş ve jê re hatibû dayîn bi yekcarî mejiyê wî 
têkilî hev kir û bû sedema xirabbûna xewn û xeyalên wî. Hevde banknot… Hema bi 
dev e… Ev hevde banknot herî kêm dihat wateya karê hevde rojan. Divê hevde 
rojan ûşiyan bide hev û li derekê bike kom û paşê jî ew genimê ko jê derbikeve 
bibe dikana xalê Derwêş. Ancax wê çaxê derfeta wesletê ya gomlekî jê re çêdibû. 
Bes eva hanê qet ema qet ne mimkûn bû. Lewre rewşa aboriya mala wan li holê bû. 
Ji ber wê çendê qet hewceyî nedidît ko vê meselê ji dê û babê xwe re bibêje. 

Dîsa kete nav xeyalan, xeyalê kûr… Serpêhatiya mala wan a ji hatina bajêr bo 
gund û guhûran, ko dayka wî çendîn cara bi awakî dilsoj jê re vegotibû mîna 
şerîta sînemayê di ber çavên wî re derbas bû: 

Malbata wan ji bo bazirganiyê koçî gund kiribû. Di gund de dikanek vekiribûn. 
Serî pêşî karê wan baş birê de diçû, lê vê paşiyê ji nişka ve xirab bûbû. Ew 
bixwe zaroka şeşemîn ya malbatêbû. Birayê wî yê mezin piştî zewacê ji mal cihê 
bûbû û dîsa vegeriyabû bajarê ko berê lêbûn. Yê duwemîn ji ber bêgaviya 
bêkarîyê berê xwe dabû deriyê xerîb û xurbetê, çûbû bajarê Edeneyê. Yê sêyemîn 
jî wê demê leşker bû. Du xwihên wî zewicîbûn. Babê wî kalemêrekî ji kar ketî 
bû. Du birayên wî yên biçûk hebûn. Hemû barê malbatê li ser milê wî bû. Ew 
bixwe ji aliyekê ve diçû dibistanê, ji aliyê din ve jî diçû mizgeftê li cem 
melayê gund weke feqî perwerdehiya dînî didît. 

Ji ber ko malbata wan balbateke bajarî bû û biyaniyê çanda gundan bû, hin 
karûbarên wekî avkişandinê ko di gundan de bi giştî ji aliyê jinan ve dihate 
kirin jî barê stûyê wî bû. Her çiqas ev şuxilê bi vî rengî dibû sedem ko ev di 
nav havalê xwe de fihêtkar jî bibe, lê çareyeke din ya wî nebû. Lewre pîrekên 
malê bi îfadeya gundan “mexmî” bûn. Ango bêyî çarik dernediketin derve. 

Dema demsala havînê dihat ji mecbûriya halê xwe, ji ber dijwariya rewşa aborî 
ew jî digel havalbendên xwe diçû liqatê. Di bin wê tava dijwar ya havînê de 
hetanî êvarê ûşiyên genimî dida hev. Paşê ew barê ûşîyan bi wê giraniyê ve 
datîna li ser serê xwe û tanî malê, pê mêhkut û şûnikî diquta û genimê wê dida 
alîkî. Paşê ew genimê sor dixist firaxeke mezin de û dibir pêşkêşî babê xwe 
dikir. Di dema pêşkêşkirina gênim de jî dilqê serleşkerê ko di cengê de 
serkeftinek ji hedê der bidestxistî dilîst. Babê wî jî dema genim didît kêfxweş 
dibû û jê re holê digot: 

“Lawê min! Heke her roj tu evqas genim bo malê bînî, dê têra sala me bike; 
hetanî ko birayê te ji leşkeriyê vegere em hewceyî xelkê nabin.” 

Ev teqdîrkirina babê wî ya di derbarê wî de dibû sedem ko roja dîtir bi işq û 
şewqeke hê bêhtir li komkirina ûşiyan miqatebe, hê bêhtir ûşiyan kom bike da 
kîs û telîsên gênim zûtir tejî bibin û da beşişîna rûyê babê wî zêdetir bibe. 

Ji ber ko hêdî hêdî ew ji sînorê zaroktiyê derbasî sinê xwe yê xortaniyê dibû û 
êdî fêm dikir ko ew di wî gundî de bîyanî ne û kesê wan tune ye û heke ji ya 
xwe bikevin kes destê wan nagire. 

Ji nişka ve ji nav wan xeyalên xwe derket… Dîsa gomlek hate bîra wî. Ew gomlekê 
şîn. Xwedaya! Çiqas xweşik bû ew gomlek! Çiqas spehî bû! Heke ewî ew gomlek bo 
xwe bistandiba wê li xwe kiriba û biçûbûya hucreyê mizgeftê di nav feqiyên 
havalê xwe de. Wê fors forsa wî bûya. Wê metnên xwe yên kitêbê bi awakî hîn 
xweştir bixwendiba. Roja şûndedir jî wê dîsa li xwe kiriba û çûbûya dibistanê 
di nav polê de, li ser maseyê wê bi rengekî ji hemî rojan cudatir rûniştiba… Lê 
ev hemî xeyal bûn, xwezî bûn. Pêşiyên Kurdan gotibûn: “Dara xweziyê ber neda 
ye.” 

Paşê jî ji xwe re holê got: “Gelo nebe ko min bihayê gomlekî şaş fêm kiribe. Ya 
baş ew e ez cardîn biçim bipirsim, ka bi çiqasî ye” hema berê xwe dikanê. Xalê 
Derwêş di dikana xwe de bû û bi muşteriyên xwe re eleqedar dibû. Dîsa jê tika 
kir: 

— Xalê Derwêş, heke tu eciz nebî, dîsa bo min bibêje ew te gotibû bihayê wî 
gomelkê şîn çiqas e? 

— Ne min ji te re gotibû, ser serê xalê xwe! Bihayê wê hevde ye hevde! Qey tu 
fêm nakî. Lê hem ji ber ko em cîranê hev in û hem jî ji ber xatira babê te ez 
dikarim banknotekê ji te nestînim, bila şanzde be. Te fêm kir? 

— Belê ezbenî, min fêm kir. 

Her çiqas banknotek ji nextê dildara wî kêm bûbe jî lê eva hanê tu wate îfade 
nedikir û di mijara kirrîna gomlekî de rewşeke erênî dernedixist holê. Ha 
şanzde, ha hevde, cudahiyeke berbiçav di navbera wan de nebû. Ango birîna wî 
derman nedikir. 

Di ser işq û evîna wî ya gomlekî de hefteyek derbas bûbû. Her roja Xwedê bi 
hinceta tiştekî diçû dikanê û ji dûr ve jî be li gomlekî dinêriya û piçekê dilê 
xwe hûnik dikir. Car caran jî tirseka gelik mezin jî diket dilê wî de. Holê 
digot ji xwe re: Îca heke zarokek ê malmezinan here dikanê û çavê wî li wî 
gomlekê delal bikeve û Xwedê neke wî gomlekî ji xwe re bikire. Eva hanê teqez 
wê bibûya sedema întîxara wî. 

Bû şev. Çû li ser nivîna xwe, bi wan kul û kederên xwe ve xwe dirêj kir, serê 
xwe danî li ser balingî û lihêf kêşa serê xwe . Lê dîsa, dikana Derwêş û dîsa 
gomlekê şîn… Ax gomlek û wax gomlek! 

Ji nişka ve tiştekî gelik balkêş û ecêp, biqasî wê jî ya hêvî nedikir qewimî. 
Babê wî gazî kirê û gotê: 

— Kurê min, tişta ez pê hesiyayîm dilê te ketiye wî gomlekê li dakana Derwêş î. 
Ne welê ye? 

— Erê wele welê ye, hem jî gelik welê ye. 

— Madem welê ye nexwe hema here silavê min li Derwêşî bike, bibêjiyê bila wî 
gomlekî bide te em ê paşê pereyên wî bidînê. 

Çawa wî ev xeber ji devê babê xwe seh kir, hema bi lezûbez çû dikana Derwêşî û 
gotina babê xwe jê re ragihand. Derwêşî jî nemerdî nekir, gomlek ji ser refê 
anî xwarê û radestî wî kir. Wî ew gomlek girt û bi xwe ve şidand û şidand. Welê 
şidand, te digot qey wê hinik niha hewl bidin ko jê bistînin. Yan jî wê Derwêş 
juvan bibe û dîsa jê bistîne. Piştî Derwêş deynê wî li ser defterê qeyd kir, ji 
dikanê derket û di neqeba çav û birhan de xwe gihande malê. Çawa giha malê hema 
gomlek ji qalikê wê derxist û li xwe kir. Ellah…!!! Jiyan bi vî gomlekî ve 
çiqasî xweş bû, rebbê min! Wek Memê bi Zînê xwe şa bibe, wek Ferhatê bigihîje 
Şirîna xwe çiqasî wê kêfa wan hatiba, heman welê kêfa wî hatê. 

Derket kolanê li gundiyan kire qêr: “Gundîna! De werin binêrin gomlekê min! Bo 
Xwedê bibêjin, di nav we de kîjanê heta niha gomlekê holê spehî dîtî ye! Yan jî 
hewe seh jî kiriye!” Deng ji kesî derndiket. Havalên wî bi wê rewşa 
“deynekirinê” adeta qebûl dikirin û li xwe mikûr dihatin ko ew gomlek ji hedê 
der spehî ye û hetanî wê gavê gomlekeke bi vî rengî nedîtine. 

Zarokên gund, nemaze yên havalê wî li ser serê wî kom bibûn û yeko yeko jê 
pirsiyar dikirin: “Te ji ko derê kiriye?” “Te bi çendê kiri ye?” “Gelo yekî dî 
holê li dikana maye?” Wî jî yeko yeko bersiva wan dida. 

Di wê dema ko ew bi havalên xwe re di derbarê gomlekî de diaxivî û wek 
siyasetmedarê ko bi rojeveke gelek girîng civîneke çapemeniyê saz kiribe û 
pirsên rojnamevanan bibersivîne de çavê wî ji nişka ve vebû. Çi bibîne! Menzel 
tarî ye. Her kes nivistiye. Ji bilî wî her kes di xewde ne, pixepixa wan e. 
Destê xwe li ser bedena gerand, da bizanibe ka gomlek heye an na. Çi gomlek, çi 
hal! Êdî hayê wî jê çêbû ko wî xewn dîtî ye. Eva hanê bû sedem ko careke din 
derûniya wî xirab bibe. 

Kul û hesreta gomlekî bi rojan dewam kir. Paşê jî wan rojan cihê xwe weguhest 
mehan. Meh jî gihîştin salê. Piştî sal qulibî sala din, êdî wî hevîya xwe ji 
wesleta gomlekê birî/qut kir. Mercên wê demê ew derfet nedayê ko ew wî gomlekê 
ko ewqasî jê hez dike bistêne û li xwe ke. 

Ew û gomlek negihiştin hev. Di vê dinyayê ye de murada wan hasil nebû.Belkî işq 
û evîna wan ya mecazî biguhere ya heqîqî û di Biheştê de ew bigîhîjin hev û 
jiyaneke ji ya vê dinyaya xapînok hîn bextewartir bijîn. Lê belê ev kula wî bû 
sedem ko di pêjerojê de heke derfetê bibîne ew ê li ser pirsgirêkên zarokên 
xîzanan raweste û di mijarên bi vî rengî de bibe merhema li ser birînên wan. Da 
kul û kesera gomlekan di dilê tu zarokan de zîl nede. Her dem ji Xwidê lava 
dikir ko wezîfeyeke bi vî rengî bibe nesîbê wî. 

Sal û zeman di ser zaroktîya wî û eşq û evîna wî ya gomlekî de derbas bûn. Ew 
di saziyeke dewletê de bû karmend. Xwedayê Jorî li nik erka wî ya rasteqîn 
karekî duwemîn jî jê re kire nesîp. Wî karî derfeteke welê dayê ko karibe dilê 
sedan zarokan xweş ke. Wî jî texsîrî nekir. Dema zarokek dilşikestî dîtiba 
tavilê gomlekê şîn dihate li ber çavê wî. Digot qey ew jî bûye evîndarê 
gomlekekê yan jî tiştekî mîna wî. Ji ber wê çendê hema pirsiyara derdê wî dikir 
û hewl dida ko birîna wî derman ke. Ji sunetkirinan wan bigre hetanî malzemeyên 
wan yên dibistanê, ji kincên wan bigre hetanî tedawîkirina nexweşînan, li ser 
her cûr pirsgirêkên wan rawestiya. Dema beşişînek li ser rûyê zarokan didît ew 
dem dibû dema wi ya herî bextewar. 

Wî bi vê xebata xwe ya zarokperweriyê adeta dixwest tola dema zaroktiya ji 
felekê hilîne. 
http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=4610
 
 


      
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap