http://komunistforum.net/ic-politika-haberleri/56769-gunun-kurtce-haberleri-061109-a.html Kitêba wî jî ew jî qedexe ye! Diyarbekir, 6 Sermawez (AKnews) – Kitêba “Kulîlkên Qeşayê” ya Parlamenterê DTP’ê Osman Ozçelîk û ya bi navê “Yasal Kurtler” a Eyup Demîr ji aliyê Dadgerê Sulh Cezayê ya Sêrtê ve hatin qedexekirin. Di nava kitêbên ku hate qedexekirin de “Degîşîm ve Yenîlenme Uzerîne” jî heye. Nivîskarê vê kitêbê Cemal Şerik piştî ku 20 salan li girtîgehê ma, dema derket tevli gerîlayên PKK’ê bû. Xwediyê Weşanên Tevnê Mehdî Tanrikulu, derbarê biryara berhevkirina van kitêban a ji aliyê Hakîmiya Sêrtê ve li ÎHD’a Diyarbekirê daxuyaniyek da çapameniyê. Tanrikulu, diyar kir ku kesên biryara qedexekirina van kitêban dane Tirkiyeyê bi rê ve dibin û ji ber van pêkanînan hikûmeta AKP’ê rexne kir. Tanrikulu, bal kişand ku digel ne peywira Dadgeha Cezayê Sulhê ya Sêrtê ye jî, derbarê kitêban de biryara berhevkirinê daye û wiha got: “Di sardagirtina Şaxa TUHAD-DER’a (Komeleya Malbatên Girtiyan) Sêrtê de, ev kitêbên navborî, weke amûrên sûc hatine dîtin û desteserkirin.” Tanrikulu, destnîşan kir ku bi dayîna vê biryarê dedgerê Sêrtê xwe xistiya şûna dozgerê çapameniye û wiha axivî: “Ev biryar dide nîşan ku ev dadger xwe weke waliyê mêtîngeriyê, Waliyê Kurdistanê dibîne. Dadgerê ku biryara berhevkirinê daye, ne mimkûn e ku nizanibe beriya kitêb çap dibin, ji çapxaneyê beriya derkevin diçin ber destê dozgeriya çapameniyê û li wir têne kontrolkirin.” Tanrikulu, da zanîn ku li bajarên kurdan hiqûqa Ergenekonê desthilatdar e û wiha berdewam kir: “Çimkî li Kurdistanê qanûnên hiqûqî, qanûnen meşruiyetê na, yên Ergenekonê derbasdar e. Ji ber vê yekê kitêbên ku bi salan berê hatine çapkirin û hatine kontrolkirin, careke din ji aliyê dadger ve tê vekolînkirin û derbarê wan de cara duyemîn biryara berhevkirinê tê dayîn. Em hinceta vê nehiqûqiyê di serî de ji Serokomar, Serokwezîr û Wezirê Dadê dipirsin.” Tanrikulu aşkera kir ku nivîskarê kitêba “Degîşim ve Yenîlenme Uzerîne” Cemal Şerîk piştî ku 20 salan di girtîgehê de maye, dema azad bûye tevli gerîlayên PKK’ê bûye û wiha got: “Behsa vegera malê dikin. Ez niha dipirsim; kesê ku kitêba wî bi vî awayî hatiye qedexekirin, dê çawa ji çiyê dakeve?” Parlamenterê DTP’ê yê Sêrtê Osman Ozçelîk jî derbarê biryarê de ji AKnews’ê re axivî û biryara berhevkirinê weke “nehiqûqî, biryareke siyasî” nirxand. Ozçelîk, ev tişt gotin: “Ez ê derbarê mijarê de li parlamentoyê daxuyaniyeke çapameniye pêk bînim. Ev biryareke hiqûqî nîn e. Waliyê Sêrtê, sîstema wê ya dadê û emniyeta Sêrtê xwe di ser qanûnan re dibînin.” Date: Sat, 7 Nov 2009 13:27:33 +0000 From: [email protected] Subject: {Diwanxane} Hamid Bedirxan To: [email protected]; [email protected]; [email protected]; [email protected]; [email protected] 3 berhem ji Helbestvan Hamêd Bedirxan (Wergerandin ji Erebî) Li gel silavan / Grüsse / BESTS/ Salamat Cankurd http://kurdax.net http://peyam.eu http://en.netlog.com/kurdax Têldest: (+49) 163 869 81 59 _________________________________________________________________ Kendinizi ifade edin: giriş sayfanızı Live.com ile istediğiniz biçimde tasarlayın. http://www.live.com/getstarted --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
