EY CELAD!
Celado!
Gotina min ne ji te re ye. Rebeno; dîrok û dahatû ahz û qebzê li ser te
nahesibîne. Ne zarokên serhildêr û lehengan dê tu ehd û emanan bixwînin li ser
dilê tê yê hecizkirî û ne jî têlên gîtareke qîrînbar û hesabxwaz dê navê te
bidikirînin di nav zîzbûna xwe de.
Celad û xizmetkarno…rebenên ku serê sibê bê xwirînî berê xwe didin zindanê û li
benda darvekirina dildarên azadiyê radipelikin di pêpelûkên zindanên
sergerdeyan de! Gotina min ne ji te re ye. Tuyê wekî pelekî ji nav pelan ên
kufikî, di xelek û qewêrên labîrentên nemerdiyê de, bê nav û nîşan, bêhesab û
kîtab xwe bide alî ji seyareya me ya ku herdem zana û camêr, dilovanî û mêrxasî
di hemû efsane û klamên wê yên bijarte de, serleheng in.
Tîranino…sergerdeno! Ey Molla û Ayetullahên Fursî;ku we reşî ji xwe re wekî
sembol kiriye tac! Ey biramakên Muaviye, lawên Yezîd!
Hûn xwe bi qelêşî û fenîtiya sedan salan xwedêgirawî bi huzna Alîyê Şêr
radipêçin!
Qaşo li Qûmê hûn dad û dilovaniyê, heq û pakiyê dineqişînin li ser mêjiyên
turfende. Lê ev çi celad in?
Ev çi celad in li qadên bajarên belengaz. Ev çi ben û kindir e, çi dara xaçê û
temaşeya mirinê ye li darî çavên dayikên bifîxan e?
Ulemano…xwedantac û şaşikên mezin…Ey Amer Mûsa…îtîhatul Îslam, Cundullah û
Hîzbûlah û hemû rêxistinên xwedêgirawî dijberên navendên emperyalîs in; dilopên
hêstirên çavên dayîka Îhsan Fetahî nalopin bi ser wijdanê kesirandî!
Lawên comerd, lehengên azadî û mafan, zarokên gelên mahrûm Enver Huseyin
Penahî, Ferzad Kemanger, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderî, Erselan Evliyayî,
Hebîbullah Letîfi, Fesîh Yasemînî, Rustem Arkiya, Şerko Maarfî, Ferhat Çaliş,
Enver Rostemî, Şakir Baqî û Remezan Ahmed dê di kîjan berbangê de, ji bo
seremoniya we ya fahîş bibin qurbanî.
Hozano…dengê dilê biheywax…vê sibê min bihedinîne. Dîmenên dara xaçê mohra
heznê li ser temen û dilê min da. Dîmênê ku li bajarekî Îranê, li qadeke xizan
û pejmurde, digel lavelav û heywaxên dayikên jar, bavên bi tewekul û mexrûr û
bêçare, sîpe û keçên xama…trajêdiyeke hemçerx, li ber çavên seranserê
mirovahiyê li dar dikeve.
Rojnameger, kameravan, rayedar û celad…pêkve mirovê çavgirtî ber bi dara
xaçê-sêdarê- ve dibin.
Û ez li vir tême kuştin. Reng û tam…hêvî û coş diterikin ji beden, mêjî û dilê
min. Ez tun eme êdî. Nîn im. Bila goştê min ji Ayetullan re qurbanî be êdî.
Wênevano…sûretê hezn û jankêşiya min rakêşe…vê sibehê min di facebookê de,
temaşe kir li seremoniya lawekî serhildêr. Bi serbilindî dimeşiya ber bi dara
xaçê ve û wiha digot. “Megrîn…megrîn…bikenin…mirin heq e…mirin heq e.”
Ey Victor Jara! Xwediyê strana nîvçemayî. Bila serên tiliyên te bigihîjin wê
gîtara serhildêr. Bi melodiyên xwe brînên sedsala min bikewîne birakê Jara;
“Venceremos” biqîrîne, ezê “Hevalno Ho” werim hewara te...
Che û Victor Jarayê dilovan hûn niha li qada Mahabadê ne. Destê Jara yê ku
hatibû jêkirin porê Îhsên miz didin û laşê Jara yê bêdest li nik ê Îhsên li ba
dibe.
Stranên me tevlihev dibin Robson..têkilhev dibin; çawa ku dirûşme û xwîna me
têkilhev dibe.
Em bi hev re dipên…mirinê…îşkence û azadiyê. Çavên me li azadî û xweşiya piştî
zehmetiyê digerin; di vî wextê ku zarokên muaviye û Yêzîd adalet û rehmê belav
dikin xwedêgirawî!
Şaîro…xwediyê gotinên nisilî, ehlê gotinê…nûnerê hezn û coşiyê! Li xezebekê
bigere…welatekî bike wekî çiyayekî yekparçe…bigindirîne ser hemû kelehan…bila
hemû kelehên zilmê qe nebe di rêzikên helebstên te yên serhildêr de hilweşin.
Hozano, dilê min digel ê dayika Îhsên gavek be jî bihedinîne! Kambaxî û wehşeta
sedsala me ya ku li ser enî, bext û dilê me dewixiye bi peyvên xwe bicebirîne!
NOT: Min ev gotara xwe ji balyozxaneya Îran û Suriyeyê re şand.
22.11.2009-Bursa
Date: Sun, 22 Nov 2009 00:48:34 +0200
Subject: {Diwanxane} Ji bo" Azadî ji Kurdistanê re" dia hat kirin
From: [email protected]
To: [email protected]
Çalakiyeke gelekî hêja û bi rûmet.
Divê em pêşîvan û pakrewanên xwe tu
carî jibîr nekin û wan herdaîm di bîra xwe de bigrin.
Divê ku em wekî gel tu carî destûrê nedin ku bêedeb û bêrûmetên
nijadperest û ji mirovahiyê bêpar, zimanê yê çepel û qirêj
dirêjî rûmetdar û hêjayên me bikin...
Em têkoşîna wan herdem di bîra xwe de digrin û li hember rûmeta wan serê xwe
ditewînin...
http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=2815
_________________________________________________________________
Hotmail: Trusted email with powerful SPAM protection.
http://clk.atdmt.com/GBL/go/177141665/direct/01/
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---