Xwedê wê dike ya ne di fikra tu kesî de.


            Ev gotina bab û bapîran di jiyana rojane de pir tête bikar anîn.
Hin kes bi zanebûn û bi bawerî wê bikar tînin. Hinên din jî hema welê... Esl û
esasa  wê gotinê heye an na? Yên bibêjin eslê wê nînin hebin jî û hejmara
wan çiqas zêde bin jî min qet ema qet eleqedar nake; lewra ez bawer dikim.

            Erê birano! Eslê wê gotinê heye. Hewce nînin ku mirov gelkî dûr
here. Hema em berê tirimbêla zemanî vegerînin paş û em bi qasî sih km.yanî
(sih salan) bi şûnde herin; ango em li salên dawî yê 80'an vegerîn û em berê
xwe bidin siyaseta rojane ya wî demî û paşê jî li van rojan û li qewîmînên
van rojan binêrin, ez bawerim em ê wê demê bawerî bi wê gotinê bînin.

            Erê. Salên dawî yên 80'an li welatê me, xasma li bakûr, siyaset
germ bû. Li her derî behs behsa siyasetê bû. Lê belê heçî kesê ku behsa
azadiya welat kiriba teqez diviya çepîtî pê re hebûya. Kesê ku ne çepgir
bûya, ne komunîst bûya bi çavê welatparêziyê li wan nedinêrîn; ew kes ji xwe
hesap nedikirin. Bi dehan partî û rêxistinên ku li ser navê welêt û azadiya
welêt dixebitîn hebûn, yek netêde henû çep/çepgir bûn.

            Dema hilbijartin çêdibûn, van xortên ku li ser navê welêt
dixebitîn dengê xwe didan partiyên çepgir yên rejîmê, ku wê demê serê wan
CHP bû. Bi dil û can ji wan re dixebitîn. Serkeftina wê partiyê weke
serkeftina xwe qebûl dikirin.

            Niho ez dibêjim, ew kesên ku wê demê dengê xwe didan CHPê gelo
ma qey dîroka serîhildanên piştî komarê nexwendibûn û nedizanîn ka dema ew
serhildan bi awayekî hovane dihatin tepisandin kîjan zîhnîyet, kîjan partî
desthilatdar bû? Hêla, serokên wan rêxistinan...

            Erê wê demê yekî ji wan birayên me yên çepgir ra gotiba,
"Birano! Ev partîya ku hûn ji serkeftina wê re heylê xwe dihelînîn xwediyê
zîhniyeta salên bîstan e, sihan e, zîhnîyeta wê nehatiye guhertin. Mumkin e,
di pêjerojê de partiyeke olperest ya ku hûn gelik jê ecz in, ji partiya we
mirovperwertir, pêşwerûtir, însantir... derkeve û doza Kurdan qismen jî be
mafdar bibîne; bawerim ew kesê xwediyê vê gotinê wêji aliyê wan ve weke
xayîn bihataya dîtin. Belkî mafê jiyanê dê nedabanê.

            Lê em li îro binêrin... Çawa derket holê û dinya alemê dît ku
zîhnîyeta wan neguheriye. Serokê partiyek olperest radibe zîhniyeta wê demê
şermezar dike. Lê partiya xwedê giravî/dil xwe de pêşwerû û sosyal demokrat
ew kiryarê wê dem atarî mafdar dibîne.

            Ez bawerim yên ew dem jîyîn û gihîştîn vê demê, dema li vê rewşê
binêrin dê bi devê xwe bibêjin û bi qelbê xwe yeqîn bikin ku;



Xwedê wê dike ya ne di fikra tu kesî de.



            Tika dikim, hûn zen mekin ku haşa ez propaxandeya partiya
desthilatdar dikim, fikra wê erênî dibînim. Esla we qet'a. Min divê ez
bibîra wan bînim ku zîhnîyeta kevin çawa îro jî didome...

            Silav û rêz.

            Dilkulê Cizîrî

--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap