Hişyarî
Bi taybetî ji moderatorên komê re, tevayiya endam û xwendekarên komê re.
Hevalno, niha nivîseke pêş çavê min ket, derbarê bi rêz Duran Kalkan de bû.
Çend roj berê li Îzmîrê mehr û dûpişkan, gur û kûçikan, çeqel û roviyan bi hev
re
êrîşê gelê kurd kirin, mezin û biçûk, zarok û pîrek, ew buyer belê ew buyer.
Ew kesên ku rêveberê tevgera doza vê gelî li gorî dilê xwe dinirxîne û li gorî
kîna
xwe bi gotinê eletewş çamûr davêje wan kedkar û fedaî yên vî gelî, tu ferqekî
an
cudahiyekî di navbera wan û êrîşkarên bajarê Îzmîrê de nabînim.
Ew kesên ku van êrîşan dikin, tu eleqeya wan bi kurdperwerî û welatperwerî ra
tune ye.
Li çar aliyê Welat û li her derê Cîhanê, bi hezaran Sazî, Dezge, Komele û
Rêxistin, bi deh
hezaran Qadro, bi milyonan alîgirên vê Tevgerî bi malê xwe û canê xwe li
hemberê Nemrûtan,
Dehaqan, Hîtleran, Musoloniyan bi bîr û bawerî têdikoşe, armanc pêşeroja
kurdayetîye.
Dirêj nekim, divê koma Dîwanxanê careke din nivîsên ku reşkirin û êrîşkirina
nirxên kurdan
têda cîh bigrin neweşînîn, nexwe ew jî dibin şirîkê wê sûc û xerabî yê.
Têbinî: Heke nivîsîn eletewş, nivîsên ku ji xwîna 30 hezar şehîdî re rêz
negre, nivîsên ku ji keda bi
milyon kurdî re rêz negre hûnê biweşînin, ji kerema xwe re endamtiya min jê
bibin.
Silav û rêz Mamoste Haydar
--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---