Mirovek hebû pir sist û qels bû. Kesekê rûmet nedidayê û qala wî
nedikir. Gelek dixwest ku her kes qala wî bike. Fikirî û ji xwe re
got: "Gelo ez çi bikim; çi nekim???"

Li dawiyê birayara xwe da. Wê tiştekî wûsa bike ku hemî gundî dê qala
wî bikin û ew dê pê dilxweş be. Lê belê hevalno çû rût di serekaniya
ava gundî de. Hemî gundiyan qala wî kirin.

Mirovine hene xwe bi vî rengî dikin reklam. Êrîşan dibin serekaniyên
cîvaka me...

:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::

Min nivîsa rêveberê PKK'yê  ji serî heya binî xwend. Tiştên pir xweş û
balkêş gotine. Xwezî hemû rêveberên Rojhilata Navîn mîna wan
bifikirîna. Lê rastî ne wûsa ye. Serok Apo dibêje: "Dewlet bela serê
mirovan in". Ev tespîteke pir rast e. Lê wiha jî dibêje: "Heger hûn
(titk, ereb, faris) bi awayeke demokratîk gavan bavêjin. Sînoran
rakin. Cîvaka demokratîk derxin holê ji bo me tevan gelek baş e. Lê
ger hûn wûsa nekin wê arîş û tevlihevî dewam bikin. Gelê kurd wê mafê
xweparastina meşrû bihîne cih. Netewe-dewlet çend nebaş be jî dê ava
bikin, ji ber ku -di vê rewşa nebaş de- mafê wan e. Em dixwazin sînor
rabin. Lê heger hûn nexwazin sînor rabin, cîvaka kurd azad bijî, gelê
kurd wê bi şerî xwe azad bike. Jixwe ev felsefeya we ya xelet e ku
kurd serhildanê dikin. Werin em sînoran rakin". Bi vî rengî şanî
cîhanê didin ku kurd ji her alî ve mafdar in û xwe dikêşin qenciyê.

Rojek ji rojan ez çûm Başûr em wekî hevalan çûn ba Serok Barzanî: "Ji
me re wiha got: 'Li gor vê rewşê em hêviyan bo dewleta serbixwe nakin.
Lê em ê dewleta azad li ser wan ferz bikin ku ew dê bi xwe çêbibe".
Piştî van gotinan min negot Serok Barzanî: "Tu 'saçmalamîş' dibî". Min
got: "Siyaset pir sosret û balkêş e".

Hevalno şexsiyeta mirov û rêxistinan binpê nekin. Li gor min ew kesê
heqaretê li şexsiyeta Barzanî, Apo, Kemal Burkay yan li HAKPAR, DTP,
YNK bike eynî tişt e. Bê edeb e. Mirovek dê peyvekê bibêje û hûnê li
ser wê peyvê bihaxivin. Rexne bikin, şîrove bikin. Ku hûn êrîşan bibin
li ser şexsiyetan wê çaxê ez ê bibêjim we hûn li fitneyê digerin. HÛN
LI BER XIZMETA ŞEYTANÎ NE.

SERÊ HER TIŞTÎ EDEB.
:::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::



--~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~
 -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u 
ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen 
reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji 
teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
-~----------~----~----~----~------~----~------~--~---

Cevap