*Oxira te ya xêrê be Selîmê bira * *>> Abdulkadîr Bîngol*CÎZÎRA BOTAN, 4/12 2009 -- Malbata Seyîd Selmanê Cizîrî... malbata qehr û kulê... Malbata Seyîd Selman Dîndarê Cizîrî bi şehadeta hêja Selîm Dîndarî sêyemîn şewata malbatî jiya. Berî niha bîstûpênc salan kurê malbatê yê bi navê Muhemmed di navbera Cizîrê û Nisêbînê de ji aliyê hin kesan ve digel havalekî xwe hat qetil kirin.
Di sala 1989-ê de kurê malbatê yê mezin, melayê hêja, kulîlka baxê Cizîrê, hezkiriyê hemî xelkê vî bajarî Mele Îhsanî di bûyereke şewatê de digel du havalên xwe bi awayekî dilsoj jiyana xwe ji dest da. Û bûyera dawî... Dor giha Selîm î... Vêca Selîmî dê şewat biêxista dilê vê malbatê. Lê wî nedizanî ko ew şewat wê bi dilê ferdên malê û xizm û kesên wî tenê bisînor nebe, wê ew agir têkeve dilê hemî cizîrîyan, hemî kurdên li Stenbolê, hemî gelê kurd. Erê... Herçiqas wefata birayê wî yê mezin Mele Îhsanî ez gelik xemgîn kiribim û bûbe sedema xirabûna derûniya min jî, lê belê şewata şehadeta Selîmî ji hin aliyan ve li ba min dilsojtir e. Lewra tawana Selîmî tenê kurdbûna wî bû, ji ber ko ew ji vî gelê belengaz bû. Lê kek Selîmî tawanên dî jî hebûn. Erê tawanên wî ev bûn: Wî serê xwe netewand, wî ew kiryarên çepel yên di zîndana Amedê de jiyayî bê tirs û xof ji raya giştî re aşkera kir. Bi dinyaû alemê da zanîn ka di wê zindanê de çi bi serê wan esîran hatiye. Wan Cengîz û Xulagûyên hemdem di wê girtîgehê de çi hovîtî kirine; çi anîne serê girtiyên azadiyê. Erê. Eşkerekirina van hovîtiyan li cem wan xwînxwaran tawan bû, tawana herî mezin... Wan nedixwest ew kiryarên wan yên hovane ji raya giştî re bên aşkere kirin; ko haya xelkê jê çêbe. Wan dixwest di tarîyê de bimîne. Di tarîyê de bimîne da heke derfeteke dî bikeve destê wan, heman hovîtiyê dubare bikin. Em bi şehadeta birayê xwe Selîmî çiqas xemgîn bin, lê ewqas serbilind in jî. Ji ber ko em dizanin qedera gelê kurd kuştin e, xwîn e, rondikên çavan e. Em vê jî dizanin ko yên jiholêrakirina wan tên hedef kirin yên herî xudannamûs in, yên ehlê xîretê ne. Lewra yên ji xwînê hez dikin berê çekên xwe nadin her kesî, berik û fîşekên xwe bi her kesî îsraf nakin; berê çekên xwe didin yên xudannamûs, yên jêhatî... Birayê me Selîmî jî bi rijiyana xwîna xwe di nav wan kesên qedirbilind de cihê xwe girt. Xwedê sebrê bide vê malbatê. Serê wan sax be, serê gelê kurd sax be. Erê birayê Selîm, oxira te ya xêrê be. Gava tu çûyî wî diyarê ko mezlûm lê serbilind in û zalim sernizm in, wî diyarê ko mezlûm bi kiryarên xwe yên mirovane tên mûkafat kirin û zordest jî di derdê hesapdayîna kiryarên xwe de ne, silavan li hemî mezlûman bike, nemaze birayê min yê ezîz Mele Îhsanî... --~--~---------~--~----~------------~-------~--~----~ - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane -~----------~----~----~----~------~----~------~--~---
