Derî li me girtin; îja em çi bikin?
Em Kurd ,hema bigire hezar sal e li ser axa xwe bi serê xwe dijîn.
Çi ermen, çi sûryanî, çi kildanî, çi cihû, çi tirk kîjan gel ketibe nav me, me
ew da ser seran û ser çavan.
Lê xeynî tirkan tu yek zagon û sazî û fermanên xwe li me ferz nekir.
Tu yek mêrg û zevî û zozanan li me teng nekir.
Tu yek gund û bajaran li me wêran û wêrtas nekir.
Tu yek zimanê devê me li me qedexe nekir.
Tu yek ji me bi deh hezaran kesan di ser hev de nekuşt.
Tu yek ev qas zarokan sêwî li ber diwaran nehîşt
Tu yek dagirkeriya xwe ev qas aşkera nekir.
Me çi kir?
Li deşta Milazgirê me xeletî kir? Sulhedînê me nezanî kir?Îdrîsê Bedlîsî bi me
re xayîntî kir? Dema ku Peymana Qesra Şêrîn nav xwe de mor kirin; em bêdeng
man, wê rojê me gora xwe kola, mala xwe mîrat kir? Gava mîrektiyên me ji holê
rakirin, Bedirxaniyan nefî kirin quweta xwe li me ceribandin û dîtin ku em her
yek bi serê xwe ne; ew roj bû me ocaxa xwe kor kir? Gotin hûn jî bi me re yek
bin; Ermenan qirkin; me yeka wan dudo nekir!
Ma me gû xwar? Îsmetê wan wek nûnerê xwe jî destnîşan kir û bo Lozanê birê
kir...
Gotin tixûbên ev e; me pirsa birayên xwe yên li derve mayî nekir.Gotin
payîtext Enqere ye; me negot, “heyra bila ew jî nebe Amed jî nebe; bila nîvî bi
nîvî, qe nebe Dîlok be” û doza şirîkatiyê li wan nekir... Gotin Cumhûrîyeta bi
yek netewî me deng nekir. Çend bajarên me serî rakiribin jî, ên din bona wan
tenê dia kir. Ehlê Sunet rabû, ehlê beyt rûnişt; ehlê beyt rabû ehlê sunet
rûnişt; lo lo me çi ehmeqî nema kir!
Me di 80 salan de:
•Îmamên henifî yên Îmam-Xetîpliyên Kurdî-nenas ser me de şandin me negot nabe,
li paş qûna wan nimêj kir
•Bi zimnê xwe dibistanan vekirin; me zarokên xwe şandin ser de jî bi vê yekê
xwe qure kir...
•Ala sor û sipî me jî bi qasî wan liba kir...
•Ji kî re gotibin; “ ev mezinên me ne, me meydanên xwe bi peykerên wan têr û
tijî kir.
•Gotin ji me re leşkerî bikin, me erê kir.
•Partiyên wan li her bajarî, li her navçeyî şax bi şax bi rêxistin kir.
Wele, çi kir me kir û xweliya heft welatan bi ser serê xwe de kir. Hişê me hat
serê me lê, me ji qeyd û laleyên wan hew xwe xelas kir!
***
Îro dîsa derî li me girtin.Êdî me ne partî ye, ne Xalê Ehmed û Ayselê ye... Bi
mîlyaran pereyên me, ked û xwîdana me, hêvî û bendewariyên me bi çend îmzeyan
berhewa kirin. Divê em şaşitiyên xwe yên hezar salan yeko yeko sererast
bikin. Me di serî de xeletî kiribû; îja ji xala dawîn dest pê bikin û bê
rawestin ber jor biçin... Dora pêşîn ji wan bipirsin, ka partî-pûrtiyên wan li
welatê me çi digerin?
Careke tenê em bibêjin “em wekhevî dixwazin, hûn çi dibêjin”
û vê yekê tu car dubare nekin...
Bû, jixwe bû...
nebû,
Divê em gelê xwe li tevahiya welatê xwe serwer bikin û bo qedandina mirazê
dilê dê û bav û kalan; hemî hêz û hebûna xwe cara dawîn li dijî dagirkeriyê
seferber bikin...
[email protected]
Mamoste Marûf
--
- Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin.
- Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ:
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane