*[ PÊNCŞEM, 2009-12-17 ]   [ BIKE MALPERA
DESTPÊKÊ<http://www.nefel.com/> ]
[ BÊXE NÊV BIJAREYAN<javascript:addbookmark('http://www.nefel.com','NEFEL')>
]
[ 
KONTAKT<http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=28&ArticleNr=94>
]
[ INFO <http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=16> ]
[ LÊGERÎN & ARŞÎV <http://www.nefel.com/search.asp> ]   *            *
DESTPÊK* <http://www.nefel.com/>      *Nûçe
*<http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=1>
*Nivîsar* <http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=2>
*Kulturmagazîn*<http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=8>
*Hevpeyvîn* <http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=7>
*Kolumnîst* <http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_overview.asp>    *
Ewrokurd* <http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=6>
*E-Pirtûk* <http://www.nefel.com/epirtuk/epirtuk_overview.asp?RubricNr=4>
*Lîteratûr* <http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=34>
*Ziman* <http://www.nefel.com/articles/article_overview.asp?RubricNr=10>
*Muzîk* <http://www.nefel.com/htmlfragments/muzik_overview.asp?RubricNr=9>
*Foto* <http://www.nefel.com/gallery/gallery_overview.asp?RubricNr=15>    *
Lînk* <http://www.nefel.com/htmlfragments/link_overview.asp?RubricNr=17>
*E-POSTEYA TE*        *Nav (Username)*           *Şîfre (Password)*
              *>>E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd 
bike*<http://nefel.mail.everyone.net/email/scripts/serviceMenu.pl?user=new>
      *REKLAM*      <http://www.khak.org/>
<http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=9&ArticleNr=1605>
<http://www.nefel.com/articles/article_detail.asp?RubricNr=10&ArticleNr=3648>
*NIVÎSAR*       *Nameya didoyê *        *>> Seîdê Nûrsî*[CIZÎRA BOTAN, 17/12
2009] -- Bî îsmihî subhanehû, we în mîn şey'în îlla yusebbîhû bîhemdîhî.(1)
(Beşek ji bersiva di pêşberî diyariya xwendekarê xwe yê navborî û yê têzanîn
e)

Ya sisêyê: Te diyariyek bo min şand. Tu dixwazî distûreke min a gelek girîng
xirab bikî. Ez vêya nabêjim: "Wek çawa ez diyariyan ji bira û birêziyê xwe
Abdulmecîd û Abdurrahman wernagirim, ez j ite jî wernagirim." Çimkî, ji ber
ko tu ji wan pêştedirî û bêhtir nêzîkî giyanê min î, diyariya her kesî li
wan were vegerandin jî lê ya te ji bo carekê bi tenê nayê vegerandin. Bes ez
ê bi vê wesîleyê raza distûra xwe bibêjim. Wusa ko:

Seîdê Berê minet (a xelkê) nedistand. Li şûna di bin mineta xelkê de be
mirin çêtir didît. Digel wê çendê ko gelek zehmetî û dijwarî kişandibe jî ew
distûra xwe xirab nekir. Ev xûyê ko ji Seîdê Berê derbasî vî birayê te yê
bîçare bûyî neku tezehûd (xwe wusa nîşanî xelkê bide ko wî dest ji dinyayê
vekişandiye) û îstîxna (diltêrî û xwejêdûrxistin)yek sexte ye, ya rast li
pişt wê çar-pênc sedemên jidil hene.

Ya yekê: Yên ji rê derketî alimên olî tawanbar dikin ko ewana zanyariyê
dikin aletê berjewendiya xwe. "Zanyarî û olî dikin wesîleya aboriyê" dibêjin
û bi awayekî bêwijdan êrîşî wana dikin. Pêwîst e bi kirdarî ewne werin
derewandin.

Ya didoyê: Em di wê stûrbariyê de ne ko di vegotin û belavkirina heqê de
bibin peyrewê pêxemberan. Di Qur'ana Pîroz de yên "heq" belav kirîn "în
ecrîye îlla elellah, în ecrîye îlla elellah" (2) gotine û diltêrî nîşan
dane. Komeka "îttebîû men la yeselûkûm ecren, wehûm muhtedûn" (3)ya di
Sûreta Yasînê de di der barê pirsgirêka me de gelek xwedanwate ye.

Ya sêyê: Wek di Peyva Yekemîn de hatiye diyarkirin, pêwîst e mirov li ser
navê Xwedê bide û li ser navê Wî bistêne. Lê ya rast bi piranî yan yê dide
xafil e, li ser navê xwe dide, bi awayekî serî girtî minetekê dike; yan yê
distîne xafil e, spasî û pesna Xwedê ko Nîmetbexşê Rastî ye dide sebebên
zahirî û şaşiyê dike.

Ya çarê: Tewekul, qinyat û aborî gencîneyek û samaneke welê ye ko bi çi
tiştî nayête guhertin. Ez naxwazim ji mirovan malî werbigrim û wê gencîne û
defîneyên bêpayan dadim. Ez sed hezaran spasiya Rezaqê Zûlcelal dikim ko hêj
ji zaroktiya min ve ez bêgav nekirime ko têkevim di bin minet û ziletê. Ez
pala xwe didim kerema Wî û ji dilovaniya Wî dixwazim ko temenê min yê mayî
jî li ser wê distûrê derbas bike.

Ya pêncê: Eve du sal in ko bi gelek îşaret û ceribandinan baweriyeke welê
vebir ji bo min çêbûye ko distûra min ya wergirtina diyariyên xelkê, xasma
yên dewlemend û karmendan tune. Ez bi hinekan dikevim, ya rast li min tê
pêketin, bi min nade xwarin. Carînan ji min re dikeve rewşeke ziyankar.
Wateya wê ew ko ji aliyê manayê ve ev fermaneke ya nestandina malê xelkê ye
û qedexeya sitandina wê ye. Wergirtina diyariyên xelkê lazim dike ko ez
qedrê wan bigrim û di wan demên ko ez naxawazim de bi wan re hevdîtinan pêk
bînim. Eva hanê jî li min xweş nayê. Hem xarina wî pariyê nanê hişk û
lixwekirina wî kincê sed pîneyî yên ko min ji tesenû (ji tevgeren nejidil) û
temelûkê (xwedî lê derketina malî) diparêze bi min xweştir tê. Ko ez
beqleweyên sereneyîtir yên xelkê bixwim û kincên wan yên xemilandî li xwe
bikim, lê belê ez mecbûrî girtina qedrê wan bibim, li min nexweş tê.

Ya Şeşê: Sedema herî girîng ya diltêrî û xwejêdûrxistin (îstaxna)a min ewe
ko, Îbnî Hecerê ko di mezhebê me de yê herî rêzdar e dibêje: "Ew tişta ko bi
niyeta salihbûna te ji te re hatiye dayîn eger tu ne salîh bî wergirtina wê
heram e.

Vaye mirovên vî demî ji ber azwerî û timayê diyariyeke xwe a herî piçûk
gelek giran difiroşin.. Bêçareyekî mîna min yê gunehkar salîh û welî tesewûr
dikin paşê nanekî didinê. Eger haşa ez xwe salîh zanibim ew îşareta xurûrê
ye, delîla nesalîhbûna min e. Eger ez xwe salîh nezanibim wergirtina wî malî
ne caiz e. Hem ko mirov di pêşberî wan kiryarên (emelên) ko berê wan li
axretê ye de ne sedeqe û diyariyan bistêne ev tête wê wateyê ko mirov
fêkiyên baqî yên axretê di dinyayê de bi awayek fanî dixwe.

El Bakî Huwel Baqî
*Seîd Nûrsî*

Wergêr: Abdulkadîr Bîngol
Dilkulê Cizîrî

1. Sûreta Îsra, ayet: 44,
2. Sûreta Yûnus ayet: 72, Hûd, ayet: 29
3. Sûreta Yasîn, ayet: 21

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap