Xwîsh û birayên delal

Sipas jibo ev bername û klîba xwesik ku bi rastî we ked û xbateke bi nirx daye 
û ew jibo bilindkirina hesta Kurdawerî û rêya serkeftina Kurdistana pîroz 
desnîshan kiriye. 

Ez gelek dilshad bûm, sed caran dîsa sipas. 

Lê di derbrê felsefe, dîn û dîrokê de divê pir bi hishkayî û tundî biryar û 
hikmên pêshîn nehête dayîn. 

Helbet gotinên we bi nirxin û gelek rastî jî hene. 

Lê divê bi tundî her tisht nehête reshkirin. Dibe ku gelek tisht heta niha 
xelet hatibe zanîn. Lê argûma li hember van shashiyan jî divê gelek mantiqî û 
kûr bin. 

Bo nimûne, Zerdesht eslen ji Ûrmiyê ye. Dewleta Medya jî li ser bingeha 
prensîbên Zerdeshtî avabûbû. (Piythagoras yê feylesofê Yewnan vê yekê dibêje.) 

Heracleitos jî destnîshan dike ku Zerdesht destpêka zanyariya dûalîtî ( 
dûalîzm).  

Dehak dikare bibe Astiyages be, ev yek ne zelal e jî. Jiber ku em di derbarê 
Astiyagesî de xwedî hin belgeyên gumandar in. Lê chi bibe bila bibe, ev kes di 
mîtolojiyê de wek kesek pir zalim dihête zanîn. Xiravbûna Medya jî jiber vê 
zalimtiya wî ye. Binihêrin ku hemî împeratoriyên mezin jiber zalimtiyên wisa bê 
sînor dihêne hilweshandin. Ji Frawûn heta Hîtler  û Saddam Hûsên ev yek 
rastiyeke dîrokî dide destnîshankirin. 

Ya din jî, Fraisan di dema Ferîdûnî Zeradestî ji xwe re wek felsefeyeke 
hacêtkirî bikar anîn û di wê demê de jî ev felsefeya bi nirx hate guhertin. Lê 
berê wê demê demeke dirêj Zeradestî (Mazdeîzm) wek felsefeyeke wekhevî û 
biratiya gelan dihate binavkirin. Wisa ku Yewnaniyan Berê Zayînî 500 an de li 
Atînayê ev prensîban bikar anîn û ashîtî û demokrasyieke nimûna avakirin. 

Helbet pir tisht wê di pêsherojê de bashtir bihêtin zelalkirin. Lê tishtekî 
vekirî heye, têkeliya Medya û Felsefeya Zerdeshtî bi rengekî zelal hatiye 
tesbîtkirin. Gelek egerên vê zelalkirinê jî ji layê dîrokzanên felsefê ve jî 
dihêtin destnîshankirin. 

Dîsa jî bernameya we gelek bi nirx e û dixwezim bila bibe wesîleya gengeshiyeke 
asta bilin ya zelalkirina dewlet, qewim û ramana Kurd ya dîrokî de 

Li gel rêz û silavan

Zeynel Abidîn



> Date: Mon, 21 Dec 2009 06:41:59 -0800
> Subject: {Diwanxane} NEWROZ: KURD NEWROZ Û DEHAKÎ XELET DIZANIN.
> From: [email protected]
> To: [email protected]
> 
> NEWROZ: KURD NEWROZ Û DEHAKÎ XELET DIZANIN.
> 
> Dem weş sîma re embazê hêjan...
> 
> Ez di Nor Radyoyê de bernameya kurrdî pêşkêş dikim. Heftiya ku derbaz
> bûye mijar NEWROZ bû.
> Min bername bi hinek dîmenan xwemiland û weşand. Belkî kêrî we bê:
> 
> Newroza kurdan bi tenê siyasî ye. Ne tişteke din e. Pîrozbahiya
> serfiraziya serhildanê ye.
> 
> Kawa nîşana xayintiyê ye bi eslê xwe. Dehak qraleê kurdan ê pîroz e.
> 
> Kurd bi piranî yezdanî, faris zerdeştî bûn...
> 
> Dema Mediyan serhildane û Newroz pîroz kirine mafdar bûn. Lê dema
> kurdan Nînova dagirkirine zordest bûn.
> 
> 
> 
> 
> 
> Ji bo 'YOUTUBE'yê:
> http://www.youtube.com/watch?v=DXZHeZT4NU8
> 
> 
> Ji bo 'FACEBOOK'ê:
> 
> http://www.facebook.com/video/video.php?v=1170131698829&saved#/video/video.php?v=1170131698829&ref=mf
> 
> -- 
> -  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane 
> grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir 
> u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u 
> rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, 
> dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
>  -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
> sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, 
> her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara 
> sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren 
> gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: 
> Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
> http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
                                          
_________________________________________________________________
http://redirect.gimas.net/?n=M0912xXMasGreetings2
Nie mehr um Weihnachtsgrüße verlegen: mit tollen Weihnachts-E-Mails 

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap