Bedel Boselî’yê Hêja, 
 
Di serî de ji ber vê nivîsa  delal, ez te ji dil û can pîroz dikim. 
Te “bi zimanekî bê xeml û bê çiv û bê koşe”, rasterast rewşa kambax a Başûr 
raxistiye ber çavan. 
 
Ez hêj neçûme wir, lê ji çapemeniya wan, min bihna genî hildabû. 
Bi qasî ku ez têgihîştime ew, li başûr pergaleke bûrokratîk a feodal  ava 
kirine û kes newêre ji wan pirsa nelêrêtiyan bike. Her bûrokrat xwe wek nûnerê 
malbatek an jî komek an jî eşîrek dibîne  û derî û derfetên dewletê  ji xwe re  
wek mafek xwezayî dibîne. 
 
Ev pergala riziyayî di dawiya dewleta Osmaniyan de jî, di dema desthilatdariya 
Sedam de jî, di destpêka Komara Tirkiyeyê de jî dixwîya. Heke rê li ber vê 
malkambaxiyê neyê girtin, ev pergal dê bibe sedema tevlihevî û raperînan û li 
seranserê cihanê hêviya gelê me yê bo azadiyê ji binî ve bişikîne. Tirsa min ew 
e ku dagirker, vê rewşa xirab a li Başûr, li parçeyên din, li dijî gelê me 
bikar bîne, baweriya “Kurd nikarin xwe birêve bibin” bicih  bike. Jixwe di 
ferhenga faşîzma wan de gotinên ku li li vê rewşê tên gelek in. Wek mînak : “ 
Kurd nabe paşa” an “ koça kurda di rê de têkûz dibe” yeka din; “Pêxeber li 
kurda nifiran kiriye, lewma ew serdest nabin” Hwd... 
 
Hevalê hêja, 
kêmasî bi rexneyan sererast dibin. Ji ber vê yekê ez nivîsa we, ji gelek 
analîzên polîtîk ên teorîk hêjatir dibînim. Lê, divê hûn, di nivîsên xwe de li 
ser sedemên van nelêrêtiyan jî bi dorfirehî rawestin. Hevalên ku nivîsên te 
dixwînin jî li ser rê û rêbazên çareseriyê serê xwe biêşînin û ramanên xwe 
ragihînin raya giştî ya kurd. 
Diwanxane, her çiqas bi qasî par û pêrar ne çalak be jî, dîsa koma herî mezin a 
kurdan e û nivîsên ku tê de tên weşandin bala kurdên li çar aliyên Kurdistanê 
dikişîne. 
 
Ez dibêm em, derheqê Başûr de, di Diwanxaneyê de  nîqaşeke dorfireh û demdirêj  
bidin destpêkirin. 
Formata nivîsan ji sê beşan pêk werê dê çêtir bibe: Di serî de nîrxandina rewşa 
Başûr û tesîra wê ya li ser gelê başûr û li ser tevahiya gelê Kurd;  dûvre 
sedemên kêmasiyan û nelirêtiyan; di dawiyê de pêşniyarên bo çareseriyê.
Divê em, heta ku ew li xwe varneqilin û hişê xwe nedin serê xwe, rehetî û 
aramiyê nekin para wan mîratxurên bê wîjdan... 
                                                        Bimîne di xweşiyê de.
                                                            Mamoste Marûf       

--- En date de : Sam 2.1.10, Bedel Boselî <[email protected]> a écrit :


De: Bedel Boselî <[email protected]>
Objet: {Diwanxane} SÎTEMA BAŞÛRÎ KURDISTANÊ: BAAS ‘a Kurdî Ye. (1)
À: "Diwanxane" <[email protected]>
Date: Samedi 2 Janvier 2010, 15h38


SÎTEMA BAŞÛRÎ KURDISTANÊ: BAAS ‘a Kurdî Ye. (1)

Bedel Boselî
[email protected]


-ME BOSELIYAN 962 ŞEHÎD DAN JI BO “KURDISTANÊ”. LI SER XWÎNA WAN
“DIZISTAN” AVA BÛ.

-Pêwîst e ku rewşenbîrên Bakur, Başûrî Kurdistanê boykot bikin...

-Serok Barzanî li Başûr hatiye dorpêçkirin. Dixwaze bo yekiya kurdan
tiştên baş bike lê niha di zindanê de ye. Zindana pêşmergeyî...

-Kurdên Behdînan tu zimanan ne baş ne jî normal nizanin. Ne kurdî,
netirkî, ne erebî, ne jî ingîzî... Ger ev tespîta rastîn min li
serJaponya bikira da rêveberên Perwerdehiyê xwe bikujin...

-Kurdistan bûye Dizistan. Derdê rêveberan bi tenê keçên delal û şerab
e. Ne netewe ne jî tişteke din e... Ev %100 rast e.

-Dema rewşenbîrên kurd daxwazî Başûr dikin ne ji bo rewşenbiriyê ye.
Da ku bi xêra wê organîzasyonê pereyan ji xezîneya Kurdistanê
bistînin. Hizra neteweyî li fir sifr e.

-Dê zimanzanên kurd daxwazî hewlêrê bikin. Bi hinceta konferansa
yekitiya ziman. Lê ev derew e. Dê ne li ser nîqaşê bikin. Wan biryar
daye ku soranî bidin qebûlkirin. Yên biçin dê bi tenê bibin hacetê vê
kemînê. Dê bibêjin: “ji 4 perçeyan zimanzan kombûn û biryar li ser
soranî ye”. Bila zimanzanên me hizir nekin ku di pêşniyaria wan guhdar
bikin. Jixwe wan biryar daye.

-Li Kurdistana Başûr sîstema BAAS heye. Ew sîstema ereban vê carê bi
kurdî dimeşînin. BAASa kurdewar...

-Xortê biçe wir motîvasyona wî ya Kurdistanî wî bimire...
Ez vê payîzê 3 mehan li Kurdistana Başûr bûm. Li gund û bajarê bav û
kalên xwe. Ez bi zanebûn nabêjim başûrî Kurdistanê. Ji ber ku êdî ew
perçeya Kurdistanê xwe ji yên din pir cihê dibîne. Li gor Başûriyan ew
û Tikiye 2 evîndar in, em kurdên Bakur di navbera wan de Beko ne.
Dibêjin “rastî şîrê Xwedê ye”.  Tiştek mîna rastiyê baş nînin. Mixabin
li Başûr rêveberek tenê heye ku dilsax û dilsoz. Ew jî serok Mesud
Barzanî ye. Ên din tev ji xwe re sîstema ‘BAAS’î  avakirine û
dimeşînin li Kurdistana nîvazad. ’BAAS’a Seddamî ya ereb wergerandine
bo kurdî û dimeşînin. Van rêveberan serok Mesud Barzanî dorpêç kirine,
dest û piyê wî girêdane.

Min ji hezar kesan yeko bi yeko pirs kir li herêma Behdînan. Min bi
tenê kesek jî ne dît ku sîstema Başûr “PIR BI QIRÊJ” nebîne. Piraniya
wan digotin “xwezî li Seddamî”. Gel berpirsyarê vê sîstema xerab
Nêçîrvan Barzanî dibîne. Wî wekî mafyayê dipejirînin. Ev ne hizrên min
in. Hizrên pêşmerge û hemî cîvakê ne. Li gor hizrên wan mixabin êdî
Kurdistan bûye “Dizistan”.  Min ji pêşmergeyan pirs kirin, piraniya
wan  digotin: “Ger dijmin bê dagirkirina Kurdistanê em ji dil şer
nakin. Ji ber ku ev sîstema Kurdistanê dijminê me ye”. Min jî wiha
digot: “Ez fam dikim. Tu niha pir acizî û neheqî li te hatiye kirin.
Lê ger ew roj hat dîsa ez dizanim tu dê pir ji dil û can şer bikî”. Lê
belê ev hevaxaftin şanî me dide ku rewş çend xirab e.

Min rojekê destûr ji mamê xwe xwest ku her rojûşevekê bi tena serê xwe
li gundeke Behdînan bim. Ez bi referans çûm. 15 rojan  her şev mêhvanê
gundekê bûm. Û peyre vegeriyam Zaxo. Mamê min ê Endamê Fermandeya
Felek got: “Bedelê min sefera te çawa bû. Te çi dît û çi jê derxist?”
Min got mamo ez ê bi kurtî bibêjim te: “Li Kurdistana nîvazad de 2 kes
tenê hene rast û dirûst. Yek li Zaxo ye yê din jî li Hewlêrê ye. Ne ku
tu li vir î û mamê min î dibêjim. 1-Serok. Mesud Barzanî. 2, tu...”.
Ji kerb û kulên xwe kenî û got: “Ka were” Ez çûm. Çavê min maç kir û
got: “Ez ne. Min bihêle. Lê te got bi tenê Serok maye dilsoz. Te hema
Kurdistan baş naskiriye. Mixabin, bijî birazakê min...”.  Ez derketim
çûm bexçeyê xaniyê. Pêşmergeyên heles (parastin) gotin: “Ka were. Hey
tu bi xêr hatî. Me bêriya te kiriye teyrê xerîb”. Ez çûm serê wan.
Piştî hevaxaftinê gotin: “Tu jî pir sosretê. Mesela tu çûyî gundê
Kerbilê te got: ‘Selam û aleykum. Hûn mêhvanan dihewînin?’ û şev mayê
li wir. ”. Min got: “Erê”. Yekê got ê baş e te çi fam kir ji vî
milletî? Min ji bo ku wan biceribînim got: “Herkes xweşhal e. Rewşa
wan baş e. Azadiye. Demokrasî ye. Kes birçî û tazî ninin...”. Pir bi
hêrs bûn. Yekê got: “Erê erê. Tu were vêrê. Ji mala vî zengînî here ba
yê din. Hîç neçe ba feqîr û jaran. Here miheleyên wekî Newrozê yên
zengînan lê qet neçe miheleya Firqê ya feqîran û bibêje min li Başûr
lêkolîn kir. Ka were ez bo te bibêjim: ‘Min bavê xwe qet nedîtiye. Ew
pêşmergeyeke hêja bû û şehîd bû. Me gelek zorî kişand. Ez ê tiştekê
bibêjim te lê nebe ku mamê te bibihîze. Ev bi salan e ez helesê
(parastinerê) mamê te me. Her tiştî ji min re dibêje. Gelek caran girî
ye. Ji ber ku wî jiyana xwe ne ji bo zordestiyeke nû xera kiribû.
Dibîne Kurdistan bûye bela serê feqîr û jaran. Bûye zordest lewma
gelek gelek aciz e. Niha derdê rêveberên me êdî pere nînin. Hingî te
bivê pirrrrrrr pere hene li benqeyên ewropî û ereban. Berê derdê wan
pere bûnû her xwîna şehîdan didizîn. Lê niha ew jî nema. Niha derdê
wan ev e: “Keçên pir delal. Ji Misrê, Dubaî Ukrania û rusya bi
balafirên taybet bo xwe tînin bi pereyên ji xwîna şehîdan standine. Û
pê keyfê dikin. Derdê wan meşrûb (şerab) û keçên delal e’”.

Ev negotina min e ya gellek pêşmergeyan e. Bi rastî jî min agahiyeke
rastîn li ser vê mijarê heye. Rêveberê televizyoneke Başûrî heye. Bo
hincetên televîzyonê pereyan dîstine û dibêje ez ê bo xebatên Tirkiye
û ewrope mesref bikim. Bo heftiyekê destûrê distîne. Tê ji “Atatûrk
havaalani” peya dibe diçe Taksîmê ciyê televîzyonê. 2 saetan xwe mijûl
dike û ji wir diçe Ukrania. Li Ukrania jineke din heye. Ji xeynî
xanima xwe ya li Hewlêrê. Pereyên xwîna şehîdan li ber keyfa xwe de
dirêje û zarokên şehîda ji feqîrî difetisin... Zihniyeta van ev e.

Serok Meud Barzanî got li hemberî vê tiştê me heyetek pêk aniye. Dê
lêkolînan bike. Û kê çi kiriye dê cizayê xwe bikêşe. Gotiye:”Li pêşiyê
dê hebûna malê min lêkolîn bike”. Lê gel dibêje dîsa ev heyet dê di
destê Nêçîrvanî de be û lewma tiştekê jî nake. Cîvaka Behdînan %90
wiha dibêjin: “Ger ne ji ber cenabê serok Mesud be em qet dengê xwe
nadîn PDK’yê. Em ser xatirê wî didîn...”.

Min lêkolîneke din jî kir: Ji 100 kesan min navê  mehan (heyvan) pirs
kir. Ji wan 100 kesan hemî xwendevan bûn. Ji seretayî heta zankoyê.
Pirs navê mehan bû. Çend kesan zanibe baş e? Kesekê jî nezanî. Yanî li
Kurdistanê dibistanên kurdan hene û kurd navên mehan nizanin... Lê yên
nexwendî û kal dizanin. Yên xwende hîç nizanin. Wiha dibêjin: “Pismam
6î 9ê ez ê biçim ...”. Yanî: “6’îlonê...”.

Me ceribandineke din jî kir: Hevalek çû rêvebertiya perwerdehiyê. Got:
“Em ji enstîtûya enqereyê tên. Dewlet dê kurdî fêrî hinek karmendên
xwe bike. Lewma ji me re pirtûk lazim in”. Bi kêf û şahî pirtûk danê.
Qehwe û xwarin. Qedr  û qîmet... Piştî 20 rojekan din ez çûm eynî cî.
Min got: “Me enstîtûyek li stenbolê heye. Em dersên kurdî fêrî zarok û
xortên kurdan dikin. Lewma ji me re hinek pirtûk pêwîst in. Em ê lê
binêrin ka hûn ji bo çi kîjan peyvan bikar tînin em jî dê li gor wê
pirtûkên xwe amade bikin. Da ku peyvên bakur û başûr wek hev bin.
Şansê pîs camêrek ket hûndir û ez deşîfre kirim. Got ev Boselî ye. Û
ji malbeteke gelek hêja ye. Pir zêde şehîdên wan di PDK’ê de hene.
Xizmeta wan kiriye kesekê bo Kurdistanê nekiriye”. Min dixwest wekî
kurdekî Bakurî bixwazim ka wê çibikin. Lê ez deşîfre bûm. Mûdîrê/
rêveberê terbiyeyê/perwerdehiyê got: “Ez gelek memnû bûm. Ez geelek
keyfxweş bûm. Hûn şolekî/karekî pîroz dikin... Lê qedexe ye ku em
pirtûkên dersê bidin ji derve. Tama siyasî jê tê. Lewma here asayişê.
Ger destûrê bidin, kaxizekê bidin ez ê bidim te”. Yanî bûrokrasî...
Jixwe heger ez nasnekiribama da bêbije min “de here looo!”. Ez çûm
asayîşê. Min dikarî bihêsanî ji wan bistînim lê min xwe wekî
kurdperwerekî Bakurî  û bê torpîl qebûl kir û çûm asayişê. Gotin em
nadin û nizanim çi. Hinek dijwar axaftin, wekî dijminekê nizîkî min
bûn. Gotin em nadin dê Tirk ji me aciz bibin. Min got: “Me hêvî dikir
ku Kurdistanek ava bibe û piştevaniyê li me bike. Lê mixabin xwezî ez
nehatibama û min nedîtiba. Hûn pir nebaş in”. Wî rêveberî xwe dijwar
kir û min jî xwe dijwartir kir. Min pasporta xwe ji dest derxist û min
got “mala te ne ava Pismamê xirab. Aştî efendî. Te ez nasnekirim ma
ne? Min girtî ez kurdekî welatparêz ji Bakur. Ji bo xizmeteke pîroz
hatime. Viya te gelek qedrê min bigirta...”. Pirtûk nedan. Lê ez çûm
partiyê ba pismamê xwe. Min got: “Hal û ehwal ev e”. Rast û rast ez
birim depoya wezarretê got ev bo te, te çend bivê bibe. Min têra xwe
bijartin û dan Ensitûya Stenbolê.

Ger tu bi navê dewleta Tirk biçî Başûr qedr û qîmetê te pir e. Lê ku
tu wek kurdekî Bakurî biçî wir tu mîna Beko  yî di navbera her du
evîndaran de. 2 evîndar: Başûr û Tirkiye. Ji MÎT’a tirkan yek tê Zaxo.
Jixwe li wir pir in û pêşmerge wan baş dizane. Dibîne pêşmergeyî
alayên kurdistanê li ser rê daleqandine û mecbûr e ku li bin re here.
Yê MÎT got: “Van alayan rake ji ser serê rê da ku derbaz bibim.
Pêşmergeyî got: “Tu bixwazî biçî li bin re derbaz bibe ku naxwazî
vegere”. Ê MÎT bi hêrs vegeriya. Serokê wî pêşmergeyî ji dûr li bûyerê
temaşa dikir. Hat û şerê pêşmergeyî kir. Got: “Te çima dilê ew ê MÎT
şkand...”. Pêşmergeyê ku bi serê wî hatiye ji min re got.

Ev nivîs wê dom bike...

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
-  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane



      

-- 
-  Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke 
ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen 
xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine 
qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin 
dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. 
 -  Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki 
sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her 
millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak 
bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz 
mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger 
Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: 
http://groups.google.com.tr/group/diwanxane

Cevap