GER EV HETIKBERÎ LI DEWLETEKE DIN BIQEWIMÎ BA DA ROJNAME DINYAYÊ BIHEJÎNIN. LÊ YÊN KURDAN KER Û LAL IN...
Ka li vê hetikberiyê binêrin û famayên me çi bi serê rêzdar Emîr Hesenpûr anîne. :::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::::: Ew du nameyên nehatine xwendin Jan Emîr Hesenpûr 14/12 2009 »Qazî, Hesenpûr û ŞêxulislamîAkademiya Kurdî li Hewlêrê di navbera 21 û 23/12 2009-ê de »Konferansa zimanê resmî yê herêma Kurdistanê« bi rêve bir û wek jê dihat çaverê kirin çi jê şîn nebû. Biryara pêşîn ew bû ku ew konferans di meha oktoberê de bêt kirin. Nameya vexwendinê bo beşdarîkirinê di wê konferansê de di meha Augustî de bi rêya endamê kargêr yê »Akademiyê« hêja Mueyed Teyibî bi e-mailê gehişt destê min (Li vir bitikîne). Di wê vexwendinê de hatibû xwestin ku kesê vexwendî (bangkirî) di kurtiyekê de (mulexes / Abstract)dîtin û lênerînên xwe li ser naveroka dosyeya hinartî ya zimanê fermî li herêma Kurdistanê heta 15/9 2009-ê bişîne. Mixabin, ji ber ku di naveroka nameyê de diyar nebû, ka ew kesê vexwendî dê bi tenê wek guhdar û çavdêr beşdar bibe yan dikare behsekî jî pêşkêş bike, lewma min li gel spasiyan bo wê vexwendinê, kak Mueyed Teyib agahdar kir ku ez nikarim tê de beşdar bibim, lê ez bi dilxweşî kurtiya dîtin û rayên xwe ji konferansê re dihinêrim. Min, ji bo ku pêşniyazên wecdar bigehin Akademiyê, ew dosyeya wan hinartî wergerand bo ser zimanê îngilîzî û ew bo çend şarezayên warê zimannasiya civakî û mafê mirovî yê zimanî hinart bo ku ew jî dîtinên xwe li ser diyar bikin. Bi dilxweşî piraniya wan di wextê xwe de bersiva gaziya min da û min di 13/9 2009-ê de dîtinên xwe û sê şehrezayan ji wan re şandin. Ji ber ku bersiva yekî ji wan çendekê derengtir gehişt destê min lewma min ew êdî nehinart û ez wê li vê derê belav dikim. Min di demê birêveçûna konferansê de bihîst qaşo »Akademiya Kurdî« bersiva min wunda kiriye, lewma ez li vê derê pêdivî dibînim ez naveroka nameya xwe û raya şehrezayan ji bo xizmeta rêçareyan ji bo şêwezarên kurdî belav dikim. Tiştê cihê ecêbmayîn û balkêşiyê ew şêwe ye yê ku amadekarên konferansê pê miamele li gel dîtinên mamoste Emîr Hesenpûrî kirî. (Berê xwe bide malpera Kulturnameyê 24/12, Aknews 25/12, rojnameya Evro 29/12). Serokê Akademiya Kurdî hêja Şefîq Qezaz di wî warî de ji Aknewsê re got: »Emîr Hesenpûrê nameya xwe ji e-maila Akademiyê re hinartiye û me jî ew xwendiye. Wextê şik li cem yên beşdar peyda bû min bi xwe ew gahadar kirin ku peywendiyê pê bikin, lê wî niho nameyeka din hinartiye ku beruvajî wê nameyê ye ya ku wî ji me re hinartibû. Lewma pêdivî ye ew di wî warî de rohinkirinekê bide« (Aknews 25/12). Tiştê cihê ecêbmayînê ew e; her wek haya hêja Dr. Şefîq Qezazî ji kar û nivîsarên Dr. Emîr Hesenpûrî yên di warê zimanê kurdî de nîne. Çawa dibe ku kesekê di sewiyeyeka akademî ya mînamamoste Emîr Hesenpûrî du nameyên beruvajî hevûdu û li ser pirseka weha girnig bişîne! Ya rast ew e aliyê ku divêt rohinkirinekê belav bike û daxwaza lêborînê ji Dr. Emîr Hesenpûrî bike, amadekarên Konefarnsê bi xwe ne, ku wan li ser navê wî nameyeka, ku ne ya wî ye xwendiye. Ez hêvîdar im ew sehweyek (şaşiyek) be, eger tiştek din be ev îtîbara »Akademiya Kurdî« têxe ber pirsiyaran. Ji bilî desteya nûnerên Behdînanê ku karîn teksta eslî ya nameya Dr. Emîr Hesenpûrî bi dest xwe bixin û bala amadekarên konferansê bikêşin ser; heta çend kesên din jî ku di wê konferansê de beşdar bûbûn wek zimannas û berpirsê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê hêja Newzad Hirorî, wanebêjê beşê kurdî li zanîngeha Parîsê Dr. Helkewt Mela Hekîm û wanebêjê beşê kurdî li zanîngeha Uppsalayê Ferhad Şakelî diyar kir ew nameya bi navê Emîr Hesenpûrî hatiye xwendin, ji ber ku haya wan ji dîtin û helwêstên Dr. Emîr Hesenpûrî yên di wî warî de heye, ew name nikare ya wî be. Tevî wê jî birêveberên konferansê nameya eslî ya Dr. Emîr Hesenpûrî ya wî ji konferansê re şandibû nexwend. Divêt li vê derê behsê wê sernivîsa şaş jî bêt kirin ya ku Aknewsê ji wî babetî re yê ku wê li ser wê çendê belav kiribû danabû: »Konferansa zimanî bê encam bû û nameya Emîr Pûrî jî pirsgirêk aloztir kir« (Aknews 25/12). Herçend wan di raportê de navê mamoste Hesenpûrî rast nivîsiye, lê ji sernavî weha têt fehim kirin ku nameya Hesenpûrî konferans aloz kiribe, di wextekî de ku birêveberên konferansê nameya wî nexwendiye, lê belê bi navê wî »nameyek« xwendiye. Di raportê de du caran wek »Zimannasê rojhelata Kurdistanê« hatiye nivîsîn û diyarkirina cihê jidayikbûna kesî çi peywendî bi wê sohbeta dihat kirin nebû. Di rastiyê de kitêba 520 rûpelî »Nasiyonalizim û ziman li Kurdistanê« ya mamoste Hesenpûrî lêkolînek e di warê prosesa »Standardbûna bin-lehceya Silêmaniyê« de. Ev pirsiyara serekî ya vê kitêbê bû ku ew têza wî ya doktorayê bû û ew di rûpelê 36-ê yê pirtûkê de wek »research question»a serekî hatiye danan. Behsê şêwezarên dî wek zemîneya wî behsî ye û ji bo ku peywendiya di navebra lehceyan de û bi taybetî di vanebra soranî û kurmanciyê de rohin bike. Ma dibe hêja Dr. Şefîq Qezazî ew kitêb nedîtibe? Mamsote Hesenpûrî, di warê behsê niho yê li ser lehceyan li herêma Kurdistanê de, di konferansa şeşê ya mamosteyên zimanî kurdî de ku di 24-25/9 2009-ê de li bajarê Västeråsê li welatê Swêdê li bin navê »Standardkirina zimanê kurdî« pêk hatibû, beşek ji nivîsara hêja Dr. Mihemed Marûf Fetahî »Zimanê fermî li herêma Kurdistanê« ku ew wek beşekî di dosyeyekê de ku Akademiya Kurdî ya hatibû bangkirin hinartibû xwend û bê dudilî projeyê »Resmîkirina soraniyê« red kiribû. 67 mamosteyên zimanê dayikê ji Swêdê di wê konferansê de beşdar bûn û gengeşeyeka têr û pir li ser »Projeyê resmîkirina soraniyê« hat kirin. Min li ber nebû ku ez nameya xwe ya ji bo Akademiya Kurdî belav bikim, lê ji ber ku Akademiyê qîmetek weha nedayê ku ew bêt xwendin û bi taybetî jî ji ber wê neheqiya di derheqê asta pileya zanistî ya maoste Emîr Hesenpûrî de hatiye kirin, ev ez li vê derê, ji bo agahdariya raya giştî, hem nameya xwe û hem jî dîtinên çend şehrezayên wî warî û hem jî nameya nexwendî ya mamoste Emîr Hesenpûrî belav dikim. 31/12 2009 Hêja serokê Akademiya Kurdî Dr. Şefîq Qezaz Ez bi silavan re spasiya we dikim li ser hinartina vexwendinnameyê ji bo beşdarbûnê di »Konferansa zimanê resmî yê herêma Kurdistanê« de û dosyeya pê re ku bi rêya hêja Mueyed Teyibî gehiştiye destê min. Ez wek we xwestiye li jêr dîtina xwe û herweha dîtina çend zimannasên din jî bo we dihinêrim û min bi baş dît ku ez wan li ser naveroka wê dosyeya ku Akademiya Kurdî amade kiriye agahdar bikim ji bo ku ew lênerînên xwe li ser çê bikin û dîtinên wan yên zansitî arîkariyek be di vî warî de. Dîtina min di warê zimanî de li herêma Kurdistanê bi vî şêweyê xwarê ye: Herçend di dosyeyê de îşaret bi pirrengî û pirstandardiya zimanê kurdî hatiye dan lê vê carê û li jêr pêwsîtiya »Zimanê resmê bo herêma Kurdistanê« hewla biserdezalkirina zaravayekê bi ser zaravayên dî yên kurdî hatiye pêş. Bi dîtina min di rewşa îro ya herêma Kurdistanê de çi pêwîstî bi resmîkirina zaravayeka kurdî nîne, ji ber ku heta niho ne karûbarên birêvebirinê û ne jî peywendiyên dezgehên hikûmeta Kurdistanê bi çi rengekî ji ber pirsa zimanî pêrgî aloziyan nebûne. Eger hat û li herêma Kurdistanê zaravayek bû zimanê »resmî« dê ew kar ji çend aliyan ve ziyanê bigehîne zimanê kurdî û axêverên wî: 1- Dê pirsa zimanê kurdî wek yek ji zimanên resmî yên dewleta îraqê bête hilkolan. Ew aliyên çavên wan bi pileyeka weha ji bo zimanê kurdî ranabin, dê di egera resmîkirina zaravayekê li herêma Kurdistanê pirsa pirlehceyî û pirrengiya zimanê kurdî (wek her zimanekê dî) mezin bikin bona ku rêyê li ber cihgirtina wî mafê rewa yê gelê kurd yê ku di qanûna bingehîn ya Îraqê de hatiye bi cih kirin bigirin û dê eniyeka nû li dijî wê destkefta gelê kurd vebikin. Nabe kurd bi destê xwe wê şaşiyên bêxe ber destê aliyên derveyî xwe. 2- Cextkirin li ser her zaravayekê bi tinê û li bin çi nav be û bi piştevaniya çi teoriyeka zimanî û paşxaneyeka dîroka zaravayên kurdî be dê bibe egera jêkveqetiyana axêverên kurdî ji yekûdu di cografiya herêma Kurdistanê de û egera duberekî û çendberekiyê. Sazkirineka weha neku bes karekê ne rewa ye lê belê berûvajî eqlê selîm e jî û ne di berjewendiya hetêma Kurdistanê de ye. 3- Bi baweriya min divêt Akademiya Kurdî û ji bo ku karê siyasetdarêjan û biryardidestan hêsan bike pêşniyarekê li gor rewşa niho ya Kurdistana Îraqê bîne pêş. Ev çend sal in li devera Badînanê hemî çîn û texên civakê daxwazê ji karbidestên perwerdeya Kurdistanê dikin ji bo ku ew bi resmî rêyê bidin bikaranîna zaravaya kurmanciya jorîn wek amrazekê xwendinê li wê deverê. Çi daxwaz ji wê daxwazê biheqtir nîn in. Evca ez li ciyê »Konferansa zimanê resmî bo herêma Kurdistanê« pêşniyar dikim ku »Konferansa çawatiya perwerde û xwendina zaravayan li herêma Kurdistanê« bêt kirin û li ser bingehê tecrube û destkeftên welatên xwedî eynî rewş di wî warî de baştirîn rê ye bo birêveçûna siyaseteka zimanî ya gişgir di perwerde û xwendinê de. Divêt gelê kurd bêtir ji her gelekê dî li ser rûyê vî erdî hest bi encamên xerab yên zimankujiyê bike, her ji ber wê jî ku ew niho li herêma Kurdistanê bi ser çarenivîsa xwe de zal e û zimanê wî yek e ji zimanên resmî yên dewletê, hejî hindê ye ku ew di nav xwe de dest bide rêbaza herî demokratîk ya zimanî û tola zulm û sitema kevin hilîne. Li gel daxwaza serkeftinê bo Akademiya Kurdî Hesen Qazî 12/9 2009 »Dîtinên çend zimanasên dî« Dîtina yekê: Tove Skutnabb Kangas Hesenê xweştivî! Min ew dosye xwend. Ji bo min zehmet e ku min çi helwêstek hebe ji ber ku ez kurdî nizanim. Min di vê dawiyê de nivîsarek xwendiye ku Ehmed Qabîlî li ser wan hewlên ji bo standardkirina zimanî Berberî tên dan û diyar dike, wek jê dihat çaverê kirin, tevlîbûna siyasî li pişt her rêçareyekê hind bi hêz e ku ji bo xelkî ne mumkin e ku di wî warî de tiştekî bibêjin. (Ez û kesekê dî nivîsarê bo kitêbekê edîte dikin). Heta di berhevdanê de li gel rewşaên dî ( wek mînak Ivar Aasenî demê li Norwejê berî 150 salan yek ji zimanê resmî yên norwejî (Nynorsk) çê kir, wî ew li ser bingehê gelek zaravayên norwejî û bona ku hevsengiyek be li hember (Bokmål)ê ku ew danmarkî bû bi norwejî dihat bilêv kirin durist kir, yan ew pêşniyarên di warê zimanê standard yê samî de hene, ku ew wan hemî deh zimanên samî yên niho hene di nav xwe de digirin, (çi ji wê jî şîn nebûye û heta bi yekdengî ew fikre jî hatiye red kirin, ew wek fikrekê bi biçûkî miriye, çunku ew ji aliyê hinek siyasetmedaran ve wek dîtineka nerealîst û ziyangehîn hatiye red kirin), ev mînak wî coreyê karê endazyarî/rêxistinî yê zimanî berçav dike. Bêguman, karekê weha dê hinek aliyên xwe yên baş hebin, lê dê encamên yekcar pir xerab û ziyangehîn jê çê bibin. Ez ne di wê bwerê de me ku bi hebûna yek zimanê resmî mirov bikare neteweyê pêk bîne… Lê mirov dikare Finlandayê jî wek nimûne bi kar bîne. Bes niho, piştî 400 salan, hemî finlandî standardî dizanin, kêm tişt di nivîsînê de, lê hêj piraniya wan, li deverên gundan ne li yên bajarên mezin, bi diyalektên xwe yên herêmî diaxivin. Min pismamek heye, ew di jiyê min de ye, bo wî pir giring e ku ew di hebûna xwe ya deverkî de nikare bi zimanê standard biaxive (Ew heta hewildaneka ji wî rengî jî bi karekê şaş dizane). Ez bi xwe jî di zaroktiyê de hînî wê diyalektê bûme û hêj dikarim pê biaxivim. Ez te bi germî hembêz dikim (Bi min divêt tu biçî wê konferansê! Ez hêvîdar im jî… ku tu bikarî biçî) Dîtina duyê: Martin Van Bruinessen Hesenê xweştivî! Gelek zehmet e ku min dîtineka rohin û qet’î li ser wî babetê hebe. Wek tu dizanî, Yekîtiya Ewropayê pareyekê yekcar gelek xeric dike ji bo wergêrana hemî rengên sened û belgeyan bi her zimanekê resmî yên welatên endamên xwe, gelo ew paredan ne ji qesta ye? Eger hemî îngilîziyê her di warê siyasî û peywendiyan de bikin ya xwe, dê karê hemî yekîtiyê çêtir birêve biçe û dê bêtir be. Lê hemî welatên endam bi kûratî hgest bi pêwsîtiya parastina mîrata xwe ya kulturî dikin. Pê diçe ku rewşa Kurdistanê weha be. Hindistanê zimanê hindî wek zimanê xwe yê neteweyî hilbijart. Lê hindî zimanê hevbeş yê xelkî ye li bakûrê wî welatî. Li başûrê Hindistanê xweragiriyeka mezin li dijî hindiyê heye, û xelkê wê derê pê xweş e di peywendiya di navbera axêverên zimanên jêk cuda de li şûna hindiyê Îngilîziyê bi kar bînin. Biserhata Endonezyayê bi rengekê dî ye. Nasyonalîstan biryar da ku »caweyî«, ku zimanê mezintirîn grupa etnîkî ye, wek zimanê neteweyî bi kar neînin, lê belê »malayiyê« bi kar bînin, ku bi tenê zimanê zikmakî yê kêmaniyekê ye di nav Endonezyayê de, lê ew bi sedan salan wek zimanê navxweyî yê etnîsîteyên cuda dihat bi kar anîn. Di encamê de, endonezî qet pêrgî van rengên dijwariyan nehat ku Hindistan rastî wan hat. Di xwendingehan de rê têt dan ku zimanên deverkî bên bi kar anîn û hinek berhemên kulturî jî bi wan zimanan hene, lê zimanê endonezyayî / malayî bûye zimanê desthelatdar û zal. Dibe ku mirov dikare ji bo Kurdistana Îraqê cudahiyekê bêxe di navbera yek zimanê îdarî û pirzimaniyê di kultur û perwerde û xwendinê de? Mirov bi wî rengî dikare xwe ji wê biparêz ku bibe terzekê tirkiya kamalîstî ku yek ziman bi ser her kesî de zal kir. Lê saziyeka kartêker û îdarî ya baş pêwsîtî bi yek zimanî heye. Kirina soraniyê wek zimanê îdarî divêt hevdem be li gel gavên rastîn ji bo piştevanîkirina diyalektên din yên serekî. Di perwerde û xwendina destpêkê de li Dihokê, dikare kurmancî bêt bi kar anîn di wî demî de ku xwendinkar tê de hînî soraniyê jî wek zimanê duyê dibin ku ew di perwerdeya navincî û bilind de têt bi kar anîn; û li Xaneqînê zaravaya feylî. Divêt saziyên kulturî ku darayiya wan ji aliyê hikûmetê ve têt xeric kirin bên damezrandin û ew têbikoşin ji bo pêşdebirin û belavkirina edebiyata bi kurmancî, hewramî û feylî. Ev rengê piştgiriya resmî bo diyalektên din dikare hebûna yek zimanê îdarî bike tiştekê xweş… Li gel baştirîn silavan. Dîtina sêyê: Jaffer Sheyhulislam (Cefer Şêxulislam) Silav li te kekê Hesen! Bila ez bi kurtî çar tiştan bibêjim: 1- Zimanê standard yan zimanê resmê nabe bi muhendisî bête çê kirin. Zimanê Îngilîzî yek ji zimanên herî standardkirî ye û heta niho jî çi Akademiya xwe ya zimanî nîne. 2- Bi dîtina min êdî mirov nikare zimanekê resmî bi ser de zal bike, ji bilî ku eger xelk wê qebûl bikin. Bi destveanîna hişyarbûna pênasnameya etnîkî, zimanî, neteweyî, kulturî gelek hêsan bûye. Kiryareka weha, wate biserde zalkirina zimanekê resmî dibe encamên bêzariyê û serhildanê bi dû xwe ve tîne. Karekê weha nikare daxwazên ji bo bêtir mafên zimanî, bo nimûne li deverên Badînanê û Hewramanê bêdeng bike; lê berûvajî wê dê ew daxwaz hartir bin. Divêt kurd vê rastiyê ji xelkekê dîtir çêtir bizanin. Zanaya bispor ya kanadayî Monika Heller dibêje: »Kêmaniyên zimanî bi destê wan nasyonalîsman yên ku wan derdiêxin û dihavêjin aliyekê ve tên çê kirin.« (Heller, 1999:7: Linguistic Minorities and Modernity). 3- Erê gelo zimanekê resmî dikare neteweykî bike yek? Ne, tirkî nikaribû Tirkiyeyê bike yek. Em wê dizanin. Meseleya zimanê resmî li gor gotina Robert Kaplanî û gelek zanayên din yên mezin ku hemî jiyana xwe ji bo lêkolîna di warê siyaseta zimanî û plandanana zimanî de terxan kiriye, eger »efsane« nebe ne tiştekê din e. 4- Eger mebest bi rastî jî yekgirtîkirina Kurdistanê ye (wate başûrî di rewşa niho de), divêt ev gavên jêrîn li wê derê bên avêtin: A. Pêşxistina hemî zravayan. B. Guhdarîkirin li hez û daxwaziyên hemî aliyan. C. Vexwendina bisporan bona ku tecrube û encamên lêkolînên xwe berçav bikin. Ç. Wext û enerjiya xwe ji bo gavên jêrîn terxan bikin: - Amadekirina ferhenga standardkirî û cihê baweriyê. - Amadekirin / perwerdekirina wergêrê profesyonal, cidî, pak, karker, rexnegir û afirîner. - Perwerdekirina mamosteyan, hînkaran û karmendên giştî soranîaxêv ji bo hinbîna kurmanciyê. - Perwerdekirina mamosteyên kurmancîaxêv ji bo hînbûna soraniyê ji bo ku devera Badînanê ji derfetên aborî yên herêma Kurdistanê paş nekeve. Ez hêvîdar bûm ku ez bikarim bêtir binivîsim lê divêt ez li vê derê axiftina xwe bi dawî bînim. Her bijî Dîtina çarê: Peter Trudgill Gelek spas ku te ez li ser naveroka nameya xwe bo Akademiya Kurdî agahdar kirim û te zehmeta wergerandina dosyeyê da ber xwe. Herwek te fikir lê kiriye ez sedased li gel wê me ya ky te di nameya xwe de behis kirî. Çi pêwîstî bi standardeka yekparçe nîne. Babetên serekî ji perwerde, xwendin û xwendewariyê pêk tên. Gelo rewşa ji hevûdu fehimkirina du aliyan çawa ye? Axêverên lehceyên jêk cuda çend dikarin ji hevûdu fehim bikin? Têbînî: Min di nameya xwe de ji bo Akademiya Kurdî navên wan şehrezayan nenivîsbû, ji ber ku wan bersiva xwe bi şêweyekê şexsî bo min nivîsîbû û wek min li jor gortibû dîtina çarê dereng gehişt destê min ku tevî nameyê bikim. 1. Dr. Tove Skutnabb Kangas mamsoteyê zanîngeha Roskildeyê li Danmarkê ye û yek e ji şehrezayên di warê mafê »duzimanî« û mafê mirovî di astê navneteweyî de. Ji sala 2000-ê û heta niho 147 kitêb, gotar û nivîsarên din yên wî di van waran de û bi zimanên jêkcuda belavbûne. 2. Profesor, Dr. Martin Van Bruinessen serokê serokê beşê lêkolînên hevberkarî ye (muqarin) di warê vekolînên hevêerx yên îslamî di zanîngeha li Holandayên. Ew niho sermamsoteyê lêkolîner yê mêvan e di zanîngeha teknolojî ya Nanyang li Singaporê û ew di heta naverasta meha januari ya sala 2010-ê dê li wê derê bimîne. Profesor Martin Van Bruinessen bi kitêba xwe »Şêx, axa, dewlet, rêxistina civakî ya Kurdistanê« û kar û lêkolînên din yên li ser Kurdistanê û Andoneziyayê li ser astê cîhanî wek zanistkarekê objektîv têt nas kirin. Ew ji bilî zimanên ewropayî, şêwezarên kurdî (kurmancî û soranî), farisî, tirkî, malayî (zimanê resmî yê andonezî) dizane û dikare ji çavkaniyên bi erebî jî wecê bistîne. 3. Dr. Jaffer Sheyhulislam profesorê cihgir e di xwendingeha zimanasî û lêkolîna zimanî de li zanîngeha Karletonê, li Ottawa, li Kanadayê. Yek ji nûtirîn nivîsarên wî babetek e bi navê »Ziman û neteweduristkirin li Kurdistanê - Îraq« ku ew di dawiya meha novemberê de di konferansa salane ya MESA-yê (komeleya Lêkolînên Rojhelata Naverast) li Bostonê li Emerîkayê hat pêşkêş kirin. 4. Profesor Peter Trudgill serokê beşê zimannasî yê îngilîzî ye di zanîngeha Fribourgê li Swîsê. Ew nivîskarê bi dehan kitêbên di warê zimannasiya civakî de (sociolinguistics) ye û yek e ji şehrezayên li ser astê navnetweyî di warê lehcenasiyê (dialectology) de naskirî. Nameya nexwendî ya Emîr Hesenpûrî bo konferans Akademiya Kurdî li Hewlêrê: »Hêjayên Akademiya Zimanê Kurdî! Li gel silavên germ! Gelek mixabin ku bo min li hev nehat ku ez di »Konferansa zimanê resmî yê herêma Kurdistanê« de beşdar bibim û ez bi tenê bi kurtî têbîniyên xwe li ser wî babetî berçav dikim: 1- Xuya ye »Akademiya Kurdî« bi wê çendê ku pirsgirêka zimanê standard yê kurdî li aliyekî hişt û pirsgirêka zimanê resmî yê kurdî anî pêş dixwaze van herdu pirsgirêkan ji hevûdu cuda bike û behsê zimanê standard bide aliyekî û pirsgirêkê mîna pirsgirêka zimanê resmî dabirêje. Lê di rewşa zimanê kurdî de ku du diyalektên wî yên standard hene, her projeyekê resmîkirina yek diyalektî pirsgirêka herdu diyalektên standard bi neçarî tîne pêş. Çi rêyek bo xweveşartinê ji wê pirsgirêkê nahêt dîtin. 2- Diyalekta kurmancî bi çi tiştekî ji ya soranî kêmtir nîne. Her tiştê bi soranî têt gotin û têt nivîsîn ew bi kurmancî jî têt gotin û nivîsîn. Li gor zanistê zimanî (zimannasî, komelnasî ziman, zimannasî komelayetî…) resmîkirina soraniyê bi bihaneya »pêşkeftina wê« şaşî ye. 3- Resmîkirina soraniyê projeyekê siyasî ye ku deshilata zimanî bi şêweyekê ne wekhev dabeş dike. Ew proje desthilatê dide axêverên soraniyê û desthilatê ji axêverên kurmanciyê distîne û wan ji mafê zimanî bê par dike. Ew projeyekê siyasî ye ji ber ku pê dide ser mafê zimanî û mafê mirovî yê axêverên kurmancî. 4- Pêwîst nake ku zimanê resmî bi yek diyalektê be. Eger bêt û herdu diyalektên standard bên resmî kirin, ew dikarin erkên xwe weha bi rêve bibin: A. Xwendin: Axêverên her diyalektekê bi diyalekta xwe dixwînin û dinivîsin û diyalekta dî baş hîn dibin. B. Dirav: aliyekê diravî bi kurmancî û aliyê dî bi soranî bêt nivîsandin. C. Pasport: Rûpelekê pasportê bi kurmancî û yê din bi soranî bêt nivîsandin. Ç. Regezname û nasnameya rewşa kesatiyê: Ew jî wek pasportê bi herdu diyalektan bên nivîsandin. D. Namekarî: Name bo hikûmeta federal bi her çiyê ji diyalektan yan bi zimanê erebî bên nivîsandin.Yên ku bo dewletê kar dikin, bi taybet yên ku bi karûbarên peywendiya di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî de radibin divêt ew zimanê erebî û herdu diyalektan bizanin. Ev ne daxwazeka nelicih û bê pêşîn û nekirî û nebihîstî ye. Divêt li Îraqê wek welatên dî yên duzimanî (wek mînak Kanada) pêçêbûnên wergêrana erebî-kurdî û kurdî-erebî di saziyên hikûmetê de pêk bên. (Di parlamentoyên Kanadayê û Beljîkayê û welatên din yên duzimanî yan pirzimanî de wergêran erkekê asayî yê hikûmetê ye). E. Navê cade û xwendingehan: Rewşa niho ku nivîsîn bi herdu diyalektan e bêt parastin û di paşerojê de ew bêt li berçav girtin. Ê. Çareyên dî: Pasport dikare bi soranî be û pare bi kurmancî; yan pareyên ji kaxezê dikarin bi kurmancî bin û pareyê hurde (sike) bi soranî bin û htd. 5- Hikûmeta navendî li gor destûrê niho mafê wê nîne mayê xwe di pirsgirêkên diyalektan de bike. Bi tenê gelê kurd mafê wê heye û divêt hebe ji bo ku pirsgirêka diyalektan çareser bike. Eger biryar ew be ku jiyana siyasî û zimanî ya Îraqê bêt demokratîze kirin, divêt hikûmeta niho ya Îraqê hînî wê bibe û diyar bike ku mafê wê yê maytêkirinê di wê pirsgirêkê de nîne. Di demên borî de hikûmeta întîdabê û ya paşayetî û komarî, bi taybetî ya beis xwe tevlî wê pirsgirêkê dikir ji bo ku mafê zimanî yê gelê kurd têk bidin. Divêt hikûmeta niho ya navendî dev ji wê berbide û li şûna tepeserkirina zimanê kurdî, gavan ji bo geşkirin û pêşdebirina zimanê kurdî biavêje. Emîr Hesenpûr 14/12 2009 Têbînî: Ev di malpera Ruwangeyê de belav bûye û Kulturnameyê kiriye kurdiya kurmancî.
-- - Diwanxane, platformek azad u serbixwe; koma hemi Kurda ye. Diwanxane grubeke ideolojik nine. Li ve dere demokrasi serdest e; hemu Kurd dikarin bir u ramanen xwe bi serbesti binin ziman. Lebele di nava me de heqaret u rexneyen reshkirine qedexe ne. Ji kerema xwe, hevalen ku Kurdi dinivisin, dixwinin an ji teze hin dibin; ki dibin bila bibin, deweti Diwanxane bikin. - Diwanxane; en genis katilimli, ozgur Kurd mail grubu. Her yazinin hukuki sorumlulugu yazarina aittir. Kurd milliyetciligi esas alinir. Her inanisa, her millete saygili olan bu BAGIMSIZ grupta ideolojik kaba propagandalara sicak bakilmaz. Imlasi, anlatimi savruk; saldirganlik ya da siddet iceren gereksiz mailler onaylanmaz. Kurtce mesajlara oncelik taninir. MODERATORLER: Serger Barî, Xanim Rojda, Mihemed Rojbin ANA SAYFAMIZ: http://groups.google.com.tr/group/diwanxane
